Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
xapandina kurdan - tirşik
xapandina kurdan
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Xapandina kurdan hêsan e.
Derbarê her tiştê de dikarî kurdan bixapînî.
îro rastê bernameya mûge anlî ya atv de hatim.Çend kurd derketina kanalê û dibêjin ev kesê han ji sûrî ye û me xapandiye , gelek pereyên me bi dest xistiye.
Bi rastî ne ev mîjar , gelemperî her mîjarê de piştê axaftineke bi bandor , bi hêsanî dikarin bixapin.
Dibe ku hatibe hişê we jî lê sîyasetê de jî em kurd wisa nin.Wele alî babacan xweş dibêje.Wele selahattin demirtaş rast dibêje.Anku filankesê gotiye divê mafê kurdan bên nas kirin , filankesê gotiye kurd jî hene.
Em dikarin van tiştan dirêj bikin.Dîrokê de jî em hatine xapandin.Bê belge , bê îmze tenê ji gotina bawer dikin û doza xwe ji bîr dikin.



27.05.2020 17:08 | brzn

2. êdî ne pêkan e. hingî hatine xapandin lîmîta wan tije bûye. têra xapandinekê jî cih di wan de nemaye. xwezî hineka jî rabûna û ji bo tiştên qenc wan bixapandana. ji bo bi zimanê xwe baxivin û zanibin ji kurda pêve kesekî wan tune ye.



27.05.2020 18:43 | tîrêj zana 21

3. berî ez li naveroka mijarê binêrim, wek ku brzn di hevoka pêşî de nivîsandiyê, eynî tişt li bîra min derbas bû...

Erê, Xapandina kurdan hêsan e.
îro baweriya xwe bi kesekî(an jî sazîyek,tiştekî din) tên in
Sibe ew kes bi kutê qûna wan, wê, wê kutanê jibîr bikin.
roja din dîsa wek berê jiyana xwe bidomîn in.

belkî gotinê min giranbin, lê mixabin rewş wilo ye :(



27.05.2020 19:24 ~19:32 | merwano

4. Piraniya kurdên ku tê xapandin ji kurdbûnî rê dûr ji hezkirina ziman û netew bêpar in. Em di dîrokê de jî û niha jî dinêrin. Kurdên ku li ser ziman û netewa xwe ne hêdî hêdî fam dikin, ji bo kurdan partî, fikrên polîtîkayên cûda zirar dide kurdan. Tenê Kurdbûnî me dikare bike yek. Wekî ku cigerxwîn gotiye:

Ez dizanim pir dirêj kir min li te peyv û kelam
Ger tu Kurd û kurdperest bî em bira ne weselam

Ez jî ser vê fikrê de me. Partî, rêxistin ji bo min tu wateya wan tune ye. kurd û kurdbûnî, hezkirina ziman li pê hebe birayê min e. Kî ji bo Kurdî xizmet dike ev birayê min e.

yanê dibêjim yên ku li ser ziman û netewa xwe de ne bi hêsanî nayên xapandin.



27.05.2020 19:31 ~23:15 | kajav

5. dixwazin werin xapandin loma tên xapandin
gelek kurd henin ne kes dikare wan bixapîne û ne jî kes diwêre tiştek wisa bike
bi hezaran henin ji bo loqek nan kesan dikujin
bi hezaran kurd jî henin ji bo peyvek serê xwe dane lê peyvê nedane destê dijmin



27.05.2020 22:31 | afa

6. kürtler osmanlı dağılırken devlet kurmadı .
şimdi mi kuracak ?
kurd gava li osmanîyan tofan rabû nebûn yek ew ê anha bibin yek?

ev peyva tirkekî ye û gelekî rast e .
érebên qûngenî ji roma veqetîyan lê em ?

wille serokên me daim kîrmiştok in .



27.05.2020 23:21 | shwinsherm

7. kurd, ne kurdên berê ne. bes hîn jî dilê wan tenik e. yekê kêmeke xwe nezik bike, xwe xweş û rind bike hema her tişta xwe ji bo wan însan û mîletan vedikin. ji bo ve her tim xençaran dixûn.



27.05.2020 23:30 | renasroz

8. Mesela şahsî de kes nikare kurd a bixapîne..
Lê vî mesela biratî(!) de ti şiklî min fam nekir kurdên me çawa dixapin..
Divê sosyolog,psikologa kurda li ser vî mijarê bişixulin..ev tişt ne tiştekî asayi ye..



28.05.2020 18:27 | xeletnivîs

9. "aştîya bê xweparastin, radestbûn e"



13.02.2021 02:00 ~02:00 | heval.js

10. xoapandin, meziyeteke têkildarî bindestîyêyê
çawa?
meriveki bindest yan bedena wî girêdayîye yan mejîyê wî, êdî kesim meji girêdayî -mina mankurta- ji bo niksrin pirsa bikin, tên xapandin.



13.02.2021 14:17 | hak buddy

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xapandina kurdan
» kurdane

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî