Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


34 mijar û 55 peyam
li ser medyaya civakî rûpelên kurdên virt û vala - tirşik
li ser medyaya civakî rûpelên kurdên virt û vala
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Gelek caran li ser înstagramê ber bi wan rûpelan têm. Cihê lêgerînê (cihê kifşê) de bi van rûpelan tijî ye. Navê rûpelên wan Kurdî yan jî nêzikê Kurdî ye. Bikarhêner û şopîner hemî kurd in. Piranî bi stranên Kurdî dans dikin yan bi videoyên playback qaşo şêrintî dikin. Bi vî awayî belkî hezar rûpel hene û şopînerên wan jî ne kêm in. Ji zimanê xwe hezar km dûr in. Ji kurd û kurdbûnî heta heyva dinyê dûr in. Bi navê xwedê ez wan mirovên hemnetew dibînim ji hebûna xwe aciz dibim. Xwedê wexta ku aqil belav kir li ku derê bûn. Hiş û aqil para wan nebûye belayê serê me bûne.

Ez her gav dibêjim nifşên sloganîst mezin nekin! Mezin dibin wilo mejîfelç dibin.

Ji wan Çend mînak:
Here lînkê
Here lînkê



24.05.2020 00:54 | kajav

2. gelek in.
û bi hezaran şopînerên wan hene. de were dîn nebe. kerê me jî zehf in ma em çi bikin.



24.05.2020 01:04 | xwelî li ser

3. bi piranî li înstagramê liqayî wan dibim ku piraniya wan yê li ser strana ne.
ji bilî van jî yê li ser twiterê yê herî navdar:
(bnr: nocontextkurd)
(bnr: mevzukürtlere)



18.05.2021 08:46 | merwano

4. hemî rûpelên ku naveroka wan li ser kurd û kurdistanê ne lê zimanê wan ne bi kurdî ne virt û vala ne.
bi pirranî jî hewesa ergenan e



18.05.2021 11:27 | ferhenga şikestî

5. Rûpelên stranbêj, hunermend, listîkvan û nivîskaran ên ku nanê xwe ji kurdî dixwin û ên ku hemû şopînerên wan kurd in lê dîsa jî naveroka wan tev Tirkî ne.

Şopînerên min bixwe bi pirranî tirk û ji netewên din in lê dîsa jî hema hema hemû parveyên min bi kurdî ne û rojek ji rojan hevalên min ên tirk negotine çima kurdî dinivîsî û berevajî, ji min dipirsin ev hevok tê çi wateyê û hertim parveyên min diecibînin.

Yanî dinya elem dizanin ku ew kurd in û debara xwe ji Kurdbûnê dikin, yanî dîsa jî çima bi Tirkî xwe îfade dikin? ez qet fêm nakim.



18.05.2021 12:07 | xelîl

6. Here lînkê



18.05.2021 20:40 | heval.js

7. rûpelên ku navê wan bi giştî weke stranên kurdî, govenden kurdî, nizamçiyên kurdî, belê parveyan wan bi tirkî ne. bi hêviya ku hêdî hêdî kêm bibin îşellah



18.05.2021 21:37 | hueyn

8. Bêyî wan jî nabe. Ji dêvla xwe li rûpelên Tirkan ên virt û vala bigrin bila xwe li ên Kurdan bigrin.

Virt û valabûn jî heta cihekî ye. Qey ew ê jî li xwe hayî bibin. Em zarokbûn û xortaniya xwe zû ji bîr dikin.



19.05.2021 13:51 | giyanstêr

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» serê biskê
» medyaya sosyal
» rûpelên facebookê ên xwerû kurdî
» kurdên ku ji wan ku hemû dinya bi tirkî dizanin
» virt û vala
» valahiya tirşikê

Kategoriyên mijarê:: tirsik jiyan malper tirsik jiyan malper tirsik jiyan malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî