Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    19 mijar û 23 peyam
    cejna remezanê ya 2020an - tirşik
    cejna remezanê ya 2020an

    Navê mijarê ya ewil ev bû:cejna remezanê a 2020 an
    (12) (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. cejna remezanê li serî de hemû tirşikvanan û bo gelê me û tevahî ji bisilmanan û dumahî da hemû cihane re pîroz be.
    ji çikasî derketina derve qedexe be jî em bi reya teknolojîye ve eydî ya hevdu pîrozbikin we baştir be..



    24.05.2020 00:45 | golikvan

    2. Ez roşanê hemî bawermendê kurdan û misilmananê dinya bimbarek kena. Keye xo rî şarê xo rî GanWeşî û kêfweşî wazena.

    Û taybetî roşanê hemî tirşikvana pîroz û bimbarek kena.



    24.05.2020 01:07 | kajav

    3. li hemû kurdan piroz be. ez ê bêjim îşelleh bibe wesîle ku kurd.... lê dara xwezîyan, bi taybetî ya kurdan şîn nabe. dîsa jî îşelle bibe roja destpêkê.



    24.05.2020 09:52 | simurg56

    4. Cejna hemû tirşikvan, mêvanê tirşikê û hemû gelê kurd pîroz û bimbarek be. Bi hêviya cêjna em li welatê azad pîroz bikin.



    24.05.2020 11:04 | tîrêj zana 21

    5. cejna hemû kurd û netewayên ne dijminê kurda pîroz dikim. li vê cejnê heta cejna dinê bawerdikim kû bibe sala zimanê me. cejna we pîroz be *



    24.05.2020 13:40 | doesntmatter

    6. Ji bo vîrusa koronayê bê çûyîn-hatin derbas dibe. Bona min taybetiya herî xaş ya vê eydê jî ev e.
    dilê min rehet bûye ku ev pirsên hanê di vê eydê da li min nehatine pirsîn:

    (bnr: tê kîngê bizewicî?)

    (bnr: îkî yillix e yan dort yillix e?)

    (bnr: meaşê te çiqas e?)

    (bnr: xoce êja yanî tu bûyî çi?)

    Ez aha dibim:




    24.05.2020 13:52 ~13:52 | bûtîmar

    7. Cejna îsal, me got emê di Malêde di telefonande pîrozbikin lê xwedê ji operatora turkcell ê nexweş be êvarê bi meda hanî em li kesî ne geriyan.. Li we tirşikvan û hemû mirova piroz û mubarek be..



    24.05.2020 17:24 | shorbevan

    8. Cejna ku piştî rojîgirtinê ye.Em li geverê dibêjin eyd.eyda tirşikvanan pîroz dikim.xêr û xweşî derbas bibe inşaallah.



    24.05.2020 22:38 | jehr

    9. eyda cinan jî bimbarek!



    24.05.2020 23:23 | tizbîkêş

    dengdanên dawîn (yên din..)
    replîkên lo dublajê [1]
    em axizê her kesî qebûl dikin yalniz axizê torî qebûl nakin...
    diran di qirikê de ye [1]
    biwêjeke kurdî ye
    ji bo kesên xayîn, ne merd û bê emel tê karan...
    swêd [1]
    havîna wê ji bo keseke ku li amedê jiyaye bêhtir mîna bihar û payîzê y...
    kurê xelkê [1]
    Nivîskarê ku min meraq kir çawa şîfreya xwe ji bîr nekirî ye* piştî ç...
    kurê xelkê [1]
    bersiva pirsa "nivîskara tiştê îro xwarî ji bîr dike lê şîfreya s...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » cejna xidir ilyas û xidir nebî
    » remezanê kulek

    Kategoriyên mijarê:: cand cand cand kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî