Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 44 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; nazê nêrgiza hewşê
peyamên çepikkirî

123968. berhemek nû ye ji mehmûd berazî. mehmûd berazî ji bo muzîka kurdî êdî bûye efsaneyek, ma mirov ji her berhema wî çawa evqasî hez dike gidî. serê xwe pê re diêşîne.

muzîka wî û berhemên wî hem mîzahî ne hem sînematîk in hem bi kurmancîya gewre ne hem kolektîv in hem bi ruhekê kurdewarî ne. mirov çi bêje kêm e. mala mehmûd ava, cihê xwe di dilê me de çandiye heta hetayê.

Here lînkê



07.06.2013 18:27 | brusk56

123987. gotinên stranê, muzîk, a capella, cil û berg û rengên piştê hemûşk xweş in lê dengê mêrik dişibe motorên xirabûyî *
nizanim çima ewqas pesnê wî hate dayîn.
xwediyê dengekî nexaş e. Heta dikarim bêjim min tehemmul nekir ku ez heta dawiyê guhdar bikim dengê wî.

dibe ku di muzîka kurdî da tarza a capella zêde nehatibe cerbandin lewma vîdeo ewqas hate ecibandin.
Min heta niha zehv a capella guhdar kiriye û min heta niha du konserên a capella da jî gotiye.
teknika a capellaya wana baş e ya xudatî lê dikarim bê şik bêjim ku dengê mêrik ji vê stranê nehatîye.



26.10.2013 23:54 | endazer

123992. Li rûpelên cûda hatiye barkirin.
Ji bo pêşxistina hijmara temaşakirina videoya orîjinal, dive
Li vîr be gûhdar kirin, qanala hunergeha welat a youtubê :




01.06.2013 01:27 | simurg56

124095. Kostûmên xwe pir xweşik bûne.
Bila rojava êdî destpêke fîlm û rêzefîlmên kurmancî jî çêke.
Ji bo pêşzistina navê kurd û kurdistanê ya îxracata teknolojiyê ya jî ixracata kultûrê lazîm e. Ya dûyem hêsantîr e. Em ji vê de başlêkin.



01.06.2013 01:27 | simurg56