Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
kurd û organîze - tirşik
kurd û organîze
(2) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Organîzasyon an hevkarî, xebata pergalî ya bitevde ye. Lê mixabin di nava kurda de neberbelav e. Ev yek xwe li hemû beşên jiyanê û di tora civakî de berbiçav dike. Ji bo vê pirsgirêkê her çend tirşik xwestiye bibe çareyek jî lê mixabin hêj negihaştiye wê asta ku lazim e. Ji ber kurdîhez û kurdînûs bi hevkarî xebatan nakin û hin kes bi tena serê xwe dikevin hewldana kar û xebat nîvco an lawaz dimînin. Weke mînak wîkîpediya, birastî ev derfetek mir mezine bo gelên bê dewlet lê halê wîkîpediya kurdî li holê. Li gor neteweke 50 milyon 28 hezar gotar ne tişteke jî. Lê ev jî ji bo bikarhênerên wîkîpediya serkeftinek e. Ji ber ev bar tev di stuyê çend dilxaz û evîndarê kurd û kurdî de ye. Bi ya min xebata wîkîpediyayê ji tirşikê girîngtir e. Lê mixabin bikarhênerên wê kêmin.

Di van salê dawî de li tiwîtirê nêvengek kurdî çêbûye. Her roj kesên bi kurdî dinivîsin jî zêde dibin. Helbet ev berhemên tekoşîna dehan sala ya parastin û pêşdebrina kurdî ye. Lê li twîtirê jî organîzebûn qels e. Lewra me di kampanyaya danasîna tirşikê de jî vê yekê dîte. Li tiwîtirê kesên ji siharê heya êvarê wextê xwe vala dibuhurînin hene. Heke ev kes bo xebatên kêrhatî werin raguhestin an teşwîq kirin heye ku çavkanî û bingeha kurdî hêj mezintir bibe.

Tirşik.net, namzetê cihê navenda kurdînûsa ye. Lê mixabin ew jî li ser xebat û çalakiya nikare xwe organîze bike û encamên xurt werbigre. Ji 2 hezara bêhtir kes xwe lê tomar kirine lê yên wê dişopînin û dinivîsin ne çarêka vê hejmarêye jî. Yên ji100 peyamî zêdetir nivîsîne jî gelek kêmin. Herwiha li ser çalakî û kampanyayên tirşikê jî hevkarî û organîzasyon çê nabe. Di kampanyaya danasîna tirşikê de jî awha bû, koma wergerandina fîlma de jî û koma xwendinê de jî ev yek bi heman rengî bû. Nizanim ev yek ji xemsariyê ye, ji tunebûna çandeka awha ye an ji kêmbûna derfeta ye. Lê dîsa jî ev 7 sale bê navber xizmeta tirşikê didome û her diçe av û robarê nû tevlî dibe.

Belê em wek gelê bindest 3-4 gava ji gelê serdest û xwedî-dewlet paşde ne. Ji ber ku hemû xebat, xizmet, çalakî, werger, fêrbûn, lêkolîn hwd. Bi dilxwazî pêk tên, derfetên me û yê gelên din nabin yek. Ji ber vê çendê divê em jî 2-3 qatê gelê din bixebitin. Demên xwe bi tiştê vala û nehêja re derbas nekin. Ji bo pêşdebirina gelê xwe, zimanê xwe divê em her bixebitin û piştgiriya ewên dikin jî bikin. Helbet ji bo karê xwe û debara xwe jî divê em bixebitin lê weke mînak di demên xwe yê vala de ji dêlava temaşekirina survivor an lîstina pubg an dem bihurandina vala ya li ser facebook û instagramê xebata bo ziman û gelê xwe ewlatir e. Bila ez şaş neyêm fêm kirin, ez nabêjim ji xwe re kêfê nekin an îsrehet nekin, hama her betalî û îsrehet jî nabe! Bi qasî ku we lîst û îsrehet kir divê hûn bixebitin jî.



20.05.2020 22:43 | tîrêj zana 21

2. Kengê diçim organîzasyonek kurdan dereng destpêdike. Ev jî nîşaneya bêrêxistinbûn û bêdisiplîna kurdane. Bi taybetî ya kesên "rêxistinbûyî" ye.



21.05.2020 08:47 | hespêsor

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên li rusyayê dijîn

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî