Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
la belle dame sans merci - tirşik
la belle dame sans merci
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. helbesteke dil dilorîne, lo! helbesta john keats e. kawayê min ê hezarqelem jina bedew a dilkevir xemilandiye ser zarê min e. çavkanî: Here lînkê

ezamet e! sir frank dicksee, di sala 1901an de helbestê kiriye tablo. Here lînkê

ûûû ben wishaw jî di fîlma bright starê de helandiye.


I

çi tu kurmal kirî lo zindiyê reben,
Bo rû zer, tenê, bûyî casûsê serê riyan?
Deryaçe bû warê pûş û pelaxan,
Xwendina teyr û tûyan nema dide olan.


II

çi tu kurmal kirî lo zindiyê reben,
Bo çi wisa şepirze yî, jar û rût?
‘Embara sivoriyê tijî bû,
Paleyan nan û gîha dirût.


III

Ez sosinekê li ser ‘eniya te dibînim,
şilêrîtiya janbar û xunava tagirtî pê re;
Lêbelê gulek e diçilmise li ser hinarikê te,
Ku bi lez reng berdide ji xwe re.


IV

Ez rastî banûyekê hatim li mêrg û çîmenan,
Kihêleke jinan, perîzayekê;
Porê wê dirêj bû, liv û meşa wê werdekî,
çavên wê, yên karxezalekê.


V

Min ew avête terkiya kihêla xwe ya çargavî,
Roj pê ve çavê min nedît tiştekî biyan;
Li serê riyan, li hêwran xwe çeng dikir, distrand
Straneke cin û periyan.


VI

Min ji serê wê re gulwazek çêkir,
Bazin jî, kembereke bêhnxweş;
Wê dil berdabû min, li min dinihêrî,
Jê diçû nalîniyeke xweş.


VII

Wê çû ji min re kokên çêjşêrîn,
Hingivê beyanî, xunava gezoyê hilda anî;
Bi zimanekî lap xerîb got,
Ez ji te hez dikim bi can û cananî.


VIII

Wê ez birim şikefta xwe ya cinan,
Li wir, awir kuta, axîneke kûr jê çû,
Min li wir çavên wê yên melûl î kovî girtin,
Wilo, bi ramûsana min re di xew re çû.


IX

û em li wir, li ser kevzê hênijîn,
Min li wir xewn dît, lo xwelîsero,
Xewna dawî bû min didît
Li ser wî berwarê saro.


X

Min şah û mîrên rûzer jî dîtin,
şervanên rûzer, reng û rûçik li gişan zer;
Pêk ve gotin - “La belle Dame sans merciyê
Li te girêdaye sêhr!”


XI

Min dît dev bi bihostekê ji hev, lêv terikî
Wan ez agah kirim di hingora êvarê de,
Ez jî hişyar bûm, min dît ku ez li vir im,
Di vî berwarê sar de.


XII

Ji ber wê ye ku ez li vir dimînim
Tikîtenê, wekî casûsekî rûzer î serê riyan,
Her çend derçaye bûbe warê pûş û pelaxan,
Xwendina teyr û tûyan nema bide jî olan.



18.05.2020 02:59 ~03:02 | tizbîkêş

2. zêrşair selamî esen di helbesta xwe ya bi navê "avîze û kulekên bêcam" de behs ji la belle dame sans merciyê kiriye.

Here lînkê

di kafeyek bêjêrxan de avîzeya bîşengî
siya şaxên xwe berdaye li ser kovarek bêedîtor
îmanê li rojnameya derhevoksazî diçikîne
fîncana qehweyê bîra derbirînê ye keça min
tozên şêkir mîtîngên bêhaydan in
li kêleka xwelîdankê selpakên xwetahirkirinê

çengên mêro heft rûyên jinê dîtine:
“kêmasiya Nietzsche pezneçêrandin bû
hey nexwe wê bihata dizîn şeraba zayînê ya Eceman”
çîpên jinê heft rûyên mêro dizîne:
La Belle Dame Sans Merci ez im
bedewnas aciz nabin, lê hema ew e ku nateqin!”
-çayger! te çima cam li van kulekan nekirine?-

çayger di navbera deh kurtefîlman de
ji bo aştîxwaziya Goethe cam li kulekan kir
Kurd ji Ermenan didizin qesirbendiyên nanoziko
qehweya kizwanê ji benên plastîk çêdikin
-lehlûmano! ma em xwe li hewceyê kulên vê kulekê jî nekin?-

maseya girover hê li benda binasên xaçepirsî ne
jixwe trêna mêst hê ji Bismilê derbasî Êlihê nebûye
Pîra Mirovxur niyet li rojiyên roja îniyê aniye
kezîzacên mexmûke dadelingên xwe ti carî banadin
go: “tixûbê rûniştokan qeraxê Erezê ye”
Şiko xwe kuşt, Şiko xwe kuşt, Şiko xwe kuşt!
divê îşev hemû nivînên helbestî bibin duta!



24.06.2020 02:37 ~02:41 | tizbîkêş

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» belle gibson
» dame
» sanson ki mala pe simroon main

Kategoriyên mijarê:: wejehlbst weje wejehlbst weje wejehlbst weje kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî