Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
di nav kurdan de kêm temaşekirina şano ye - tirşik
di nav kurdan de kêm temaşekirina şano ye
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. gelek sedemên vê hene.
ya herî girîng teqez eve;
weke herkesî kurd jî pêy nanê xwe ne. ger hûn birçî bin.
tu carî şano, sînema û hwd. nayên bîra we.
ev tiştekî normale.
mirov her çiqasî dewlemend dibê û wextê wî yên ku ji bo xwe feda bike zêde dibê êdî li kêfa xwe dimeyzêne.

sedemeke din jî;
çand e. weke her neteweyekî şano, beşeke nû ye di hunerê de.
mixabin di nav kurdan de ev hûner he nû ye.



16.05.2020 03:49 ~03:52 | merwano

2. angaştek e û li gor min ne rast e.
kê gotiye kurd şano kêm temaşe dikin.

mesela ger hûn bêjin vaye li sêrtê li îdirê li mûşê şano nayê temaşe kirin, nexwe ka bêjin, li bayburt û rîze û artvîn şano heye qey ?

mîsal, em hejmara temaşevanên şanoyê a li amedê û a li Hatay'ê, bidin ber hev an jî ê manîsayê. ,
an jî em êlih û bajarekî din ê tirkan ê heman mezinahiyê de bidin ber hev. gelo li yê kurdan zêdetir şanohez heye an yê tirkan.
di destê min de agahiyên baş tune ne lê bi ya min wê li bajarên kurdan zêdetir temaşevan hebin.

min lêkolînek biçûk kir. nûçeyek ji 2015'an heye. dane ji wezareta çandê hatiye standin û beşek wisa derbas dibe di nûçeyê de :

Beş yıl boyunca Adana'da 353 bin 120 kişi tiyatro izlerken, Antalya'da 340 bin 177 kişi tiyatroya gitti. Türkiye'nin 3. büyük ili İzmir ise sıralamada geride kaldı. İzmir'de 5 yılda 286 bin 946 kişi Devlet Tiyatroları'nın sahnelediği oyunları izledi. İzmir'i Diyarbakır takip etti. Diyarbakır'da 276 bin 477 kişi tiyatro oyunu izlerken kentte son 5 yılda tiyatro izleyicisi sayısı yükseldi. Konya'da 261 bin 126, Trabzon'da ise 245 bin 537 kişi Devlet Tiyatroları tarafından sahneye konan oyunları izledi.
dibêje hejmara temaşevanên li amedê hema bêje bi qasê ê li îzmîrê ye. û ev tenê hejmara temaşevanên şanoyên dewletên ne
ez bi xwe heta niha carek tenê çûme şanoya dewletê li amedê. lê herî kê 4-5 caran çûme a şanoya bajêr.

mirov nikare fikrek net bêje li gor daneyên di destê de. lê ji bo amedê diaxivim, ger hejmara şanoyên kurdî jî lê bê zêde kirin; hejmara temaşevanên li amedê wê ji gelek bajarên tirkan ên xwedî 2-3 mîlyon gelhe zêdetir derkeve.

dema tu li gor gelheyê binirxînî, mîsal weke serê hezar kesan salane çend kes şanoyê temaşe dike, belkî amed yekemîn be. wê êlih jî ne di rêzek xerab de be. ji bo bajarên din ên biçûk ên kurdistanê nikarim heman tiştî bêjim..



16.05.2020 12:18 | brusk56

3. li gorî tirk û ereban kurmancên me xweş seyr dikin şanoyê.
lê anegorê avrûpayê helbet em zehv li paş in.

lê lê bi ya min dîsa jî rind e li Amedê, batmanê û li wanê her sala mîhrîcanên şanoyê tên lidarxistin.



16.05.2020 13:14 | bûtîmar

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» navên bizinan
» kurdan cihûtî çawa nas kir?
» kêmasiyên tirşikê
» temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî
» şanoya mem û zînê

Kategoriyên mijarê:: tiyatro tiyatro tiyatro
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî