Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
sineta mêran - tirşik
sineta mêran
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Wek kurdên bi çanda îslamî gihîştî sinet di jiyana me de bûyerek giring e. Ji bo wê sal an çaxek diyarkirî tune ye. Ku zarokê nûbûyî bi gamrûkê bikeve, ji ber vê dibe ku hê gava çilî ye bê sinetkirin, lê wekî din malbat dixwaze wî karî bi şahiyek bike. Sunetçiyên Farqînê çi bigire malbatek ji Tilo bû. Bav û kurek di barîgana sinetê dema ku gerih û kereng derdiketin dihatin, me ji wan re digot “seyid”. Di binê şewqê de kumên kesk li serê wan bû.
Sinet her wekî ku navê wî li ser e, pêkanîna ferzek îslamî û cihûtiyê ye; bûyerek dînî ye. Herçend di sinetan de malî govend bigirin, bileyizin jî ji dawetê bêtir mewlûda xwarinê tê dayîn. Li gora taqeta malê mewlûdek tê dayîn an xwarinek tê çêkirin ku sunetçî û yên hazir bixwin. Mewlûdên malên kurmancan bi xwendina mewlûda Melayê Bateyî pêk tê.
Ji bo karê sinetkirinê divê ku yek ji paşve bi zarokê tê sinetkirin bigire, ku ev kirîva ye. Kirîvatî merivatî danîna bi riya dudiyan e: Merivatî danîn a pêşî bi riya jinanînê ye. Li hin deveran mehra di navbera keç û kurê di malên kirîvan de çênabe, lê li Silîvan usûlek wisa tune ye. Kirîvatiyek dinê jî heye ku li hin deveran jê re “birazava”, li hin deveran jî “saxdoş / saxdiç” tê gotin.



24.10.2013 01:50 ~2020.05.17 21:44 | endazer

2. Berredayî perçakî kîrê min jê kirine... Xwedê nehêle...

:D



24.10.2013 14:22 | tolazek

3. a min de tenê çentê zêrînê sunetkarê min tê bîra min...



24.10.2013 22:34 | rexnegirêtagirtî

4. Ne hewce ye. Xwezî min jî sinet nekiribana. Ku zarokên we mezin bûn û xwestin bila ew jê bikin. Dibêjin ji ber tenduristiyê û paqijîyê divê ew çerm bê jêkirin lê min ne bawer e.
Sedema jêkirina vê çermê ev e ez dibêm; Bi vê çermê pevşabûn dûvedirêjtir dibe. Dixwazin ku pevşabûn tenê ji bo zêdebûnê be. Ne ji bo kêfê.
sineta jinan jî di vê mantiqê de ye. Lê ya wa klîtorîsa wa jêdikin bawer ke. Ji bo ku kêfa li pevşabûnê kêm bikin diçin ew der jê dikin. De ka. Bi serê we ve maye ewkê xelqê!



16.05.2020 03:00 ~03:01 | xwelî li ser

5. edata ku ji cihûyan, derbasî îslamîyetê bû ye.
û bû ye bela serê kurdên misilman û hwd.
ger bi rastî jî hûn li qûrana pîroz binêrin.
hûnê bînin ku tiştekî wilo di ol de cihê wê tune ye.
ger hûn dibêjin heye. ji kerema xwe re bersiva vê pirsê jî bidin

mihemmed pexember bi sinet bû?

hinek kes dibêjin, berî ew werê dinyayê sinetkirî bû
(bnr: biçêne nîskê)

wek xwelî li ser jî gotiye, ger zarokên min çêbin, teqez ez wa sinet nakim.



16.05.2020 03:08 ~2020.05.17 00:13 | merwano

6. Psîkolog dibêjin di navbera 2 û 6 saliya zaran ji wan sinet nekin, çimkî ew çax ji boyî psîkolojiyê zaran dewreke girîng e, îhtimal e wekî trawma ser wan da tesîr dike. Kurik şahid dibe ku ji bedena wî parçeyekî tê qetkirin, wekî problemên cinsî, tirsa têkiliyên bi jinan ra hwd. Derdikeve holê.

Bi ya min zarekî hetanî 6-7 mehê ne gerek e were sinet kirin, ji ber ku hê piçûke jê serwext nabe, him jî hê ji binê wî pînê girêdidin mîza kurik ji zûtirî birîna çermê wî baş dike di nava 5-7 rojan da birîna wî radibe, him psîkolojî him jî biyolojiya wî da birînekî (trawma) mayinde namîne.



17.05.2020 00:07 | mîr

7. (bnr: sunet)

(bnr: bîranînên sunetiyê)



17.05.2020 00:37 | tîrêj zana 21

8. li gor ku textor dibêjin sinnet enfeksîyonê radiwestîn e .
bes pirsgirêk ev e gava zarok sunnet dibin
girs bûna kîr nîv be nîv tê kuştin..
tenê ne girs bûn jî zewka ji sexê têne kirin jî kêm dibe .

ez naxwazim nifira li dayik û bavkê xwe bikim .
ka sebep çi bû ?
karê xwedê ji serê kîrê misilmana ye ?
ev çi bawerîyên binvala ye .
pêximber ne gotîye zaroktantîyê de sinnet bikin !
jixwe divê li dor bîst salî bêne kirin .



17.05.2020 15:53 | shwinsherm

9. jê kirina çermê penîsê ye.
di rêzefilma shamelessê de fiona gallagher qala sinet kirina zilaman dike û dibêje ji bo saksoyê penîsê sinet kirî baştir e*



17.05.2020 16:59 ~17:07 | de facto hozan

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» sineta mêran
» mêran mêr dikuşta jinan ûr û rûvî dişûşta

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî