Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 81 peyam
kurd û biskilêt - tirşik
kurd û biskilêt
(11) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji bo kesekî ku ne hedde wî ye an jî tiştekî ku nekarê wî be, tê bikaranîn *

her wiha;
(bnr: kurd û piskilêt)



16.05.2020 01:53 ~01:54 | merwano

2. Gotinek diya hevala min:
"Ji kurdan re biskilêt çi divê, dê here li dadgerekî biqelibîne!" gelek keniya bûm **



16.05.2020 02:04 | rizgarm

3. (bnr: éreb û rûn)



16.05.2020 02:29 | shwinsherm

4. a ku cara yekem dibihîzim lê wisa bawer im ku wê êdî wateya xwe jî wenda bike. ji ber ku hêjmara kesên dûçerxe bikartînin gelek zêde dibin.


(bnr: li amedê zêdebûna bikarhênerên duçerxeyê)



16.05.2020 13:00 ~2020.05.18 10:19 | brusk56

5. du peyvên ku gelek li hev tên. qet nebe, ne dijminên hev in.
bavê min ê 60 salî piranî bi duçerxeyê diçe sûkê û kar û barên xwe yên sivik pêk tîne.
ez bixwe jî salê 1.500 km fîlan dajom. li mala min yek ya min, yek ya jina min, yek ya kurê minê 4 salî û yek jî ya keça mina 6 salî, 4 duçerxe hene. û heta niha tu duçerxeyan me ji ser xwe neavêtine *



17.05.2020 23:30 ~23:30 | simurg56

6. xebat li ser dîroka gotinên wisa hewce ye. dibe ku di dewra komara tc yê de, dîsa ji aliyê kemalîstên bênamûs de derketibe. ez bawerim ew jî yek ji wan gotinan e ku ji ber jêrxistin û kêmdîtina kurdan hatiye hole, bi hişmendî, bi dilekî genî.



18.05.2020 05:23 | afa

7. bav û ap û xal û pîr... di malbatê de hemû mêr dijminên bisîklêtan bûn. me fêm kir, tu xêra bavê me bo bisîklêtê tune ye. (kekên min dixebitîn. di wî emrî de yekî sol boyax dikirin, yê mezin, hema 13 salî bû, ber destê hosteyên sanayiyê bû) me sê bira perên xwe hev dan û ji kevnefiroşî ji xwe re yekî pînokyo kirî. em bûn aşiqê wê. hîn li ber çavê min e. lê xeber û galgalan xelas nebûn. kaşek di dawiya kuçeya me de hebû. asoxî yê mezin qeze kir, dîreksiyona pînokyoyê şikest. me qal nekir, bi dizîka em rabûn û çûn dan tamîrkirinê. çawa me tamîr kir, ji apanan yekî rabûye û gotiye, qeze kiriye wd. em çawa ditirsin... nepxêr, hema digotin hûn ê pî û nigên xwe bişkênînin. ji xêncî vê peyvê tu gû nizanîbûn. wan xêr ji zaroktiya xwe nedîtiye, wekî ku me dihesidin, carê çiqas îhtimalên nebaş û nexêr hebin, bang dikirin. di taliyê de hewesa me qasî du hefte û nîv aş bû. lê roja dawî de dîsa qezeyek... îcar mezinê biçûk. bi bêdengî, bi veşartî... tu tişt nehat serê wî. lê îcar bavê min rabû, bi xwe bisîklêt şikênand û avêt. gotina wî wiha bû: ne hûn û ne bisîklêta we. şansek neda zarên xwe. negot, law ev biçûk in, dixebitin, heta sûkê dimeşin -ku saetek dûr bû- bila bisîklêta wan hebe... di nav mala me û sûkê de meheleyên qereçiyan hebû, hema pevçûn û şer kêm nedibûn. serxweş û serseriyên wê derê navdar bûn. erê, birayên min tercal û heta serserî bûn jî lê belê çiqas wiha be jî tifalên xwedê bûn. law nedigot wê tiştek nebaş bên serê van tifalan, bila bisîklêtên wan hebe da ku bila xwe zûka ji wê mehelê xelas bikin. bisîklêta ku wan tifalan bi perên xwe kirrîbû, şikênand û avêt ber derî. ax bavko.



18.05.2020 12:13 ~12:26 | biruya hayao miyazaki

8. biskilêta minê sor ya kevn .. min qet nejot çimkî waxtê bavêm hanî tekera wî piştê teqyabû û bavêm nedihîşt bidime çêkirin. jî bo wî hînî ajotina biskilêtê nebûm.
2 biskilêta kurê cînarême hebû min rojek negot ka biskilêta xwe bide ez turek bajom.
sal û salan derbasbûn he jî nizanim biskilêtê bajom û dilemin jî naxwaze..



18.05.2020 14:37 | doesntmatter

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurd û nokia

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî