Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
derfeta zanîna zimanên dagirkeran - tirşik
derfeta zanîna zimanên dagirkeran
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Zimanên ku kurd ji dagirkerên xwe hîn bûne.ev aliyekî ve çiqas ne başbe jî , aliyekî ve jî derfetek e.
Li rojhilat ,bakur ,rojava û başûrê kurdistan'ê kurd , erebî ,farisî ,tttrkî baş dizanin , diaxivin û dinvîsin.Lê ku nav kurdan de yekitiyek hebûya wê bikaribiyana xuyandina rojev/medyaya wan bo berjewendiyên xwe bikarbiyandina.
Mînak; em behsa ekşi sözlük dikin , belê ew derfeta me ev e, ew nikarin bibin endamê tirşikê û rojeva tirşikê tevlihev bikin ji bo ku kurdî nizanin lê em dikarin herin rojeva ekşiyê tevê hev bikin.Dîsa twitter ,facebook ,youtube de , me çi bixwesta dikaribû wisa biguhiranda.



15.05.2020 22:45 | brzn

2. rastîya ku gelek caran ketiye aqlê min jî, lê mixabin neketîye merîyetê.
eger me kurdan bikarîya ziman û alfabeyek standart çêkira, û me her cûre berheman ji zimanên serdestên xwe wergerandibana, me wê bikarîya xwe bigîhînin çavkanîyek gelek mezin.



15.05.2020 23:17 | simurg56

3. Heke dagirkera kurdan Roma reş, erebê qûnreş, farisî fêlbaz nebûya dewsa wan da îngîlîz, fransî, Îtalî hebûna sed carî baştir dibû, lê terciheke USA li ber me nebû. Tirk û Faris jixwe modernîzmê xwe ji Ewropayê wergirtine, Faris piştî Xumeynî paş da çûye, tirk jî piştî rte paş da diçe, Ereb jixwe daîm paş da diçû...

Yanî modernîzmê ku me ji wan a kopî bikin jixwe kopiyên Ewropa ye, kopiya kopiyên Ewropa, tiştê eletewş...

Dîsa jî ji vê halê baştir dibû, çimkî halekî kurd tê da ne sosyologan jî nikarin navekî jê ra lê kin :/ kîjan statû da ne belî Nîne.



15.05.2020 23:59 | mîr

4. Zanîna ku ji kesên rihê netewperweriyê pêre heye dibe derfet e. Yên ku ne welatparêz û netewperwerin ji xwe bo wan ne derfet e, bes zimanê wan yê jiyînê ye. Lê kesên ji zimanê xwe yê zikmakî hez dikin û dizanin jî bo wan derfetek bêhempa ye. Ji ber ku her du zimana jî weke zimanê zikmakî dizane çavkaniya wî duqat dibe. Bi çar çavan dikare li gerdunê binehêre. Li gor berjewendiya xwe dikare ziman bikar bîne. Dikare hemu karê xwe bi zimanê serdest hal bike. Dikare bi rihetî tevlî civaka serdest bibe û xwe têde bicih bike. Dikare hemû tiştê bi zimanê xwe nikare bibîne bi zimanê serdest lêkolîn bike. Li gor dilê xwe ji çavkaniya zimanê serdest sûd werbigre.

Ez bawerim heke kurdistan ava bibe dê gelê wê heye ku bibe civaka herî zêde bi zimanê biyanî dizane be. Ji ber ku herî kêm dê her kes du zimane zanibe( li gor yên asîmîle nebûne) û di serde jî zimanekî gerdûnî bizanibe aha bu 3 ziman. Piştî avabûna kurdistanê dê avakirina çavkaniyê kurdî jî hêsan be. Ji ber ku sê çavkaniyên ku dê em karibin wergerînin di bindestê me de hebin. Tirkî, erebî, farisî. Ji ber vê çendê gelê kurd çiqas xwe pêşde bibe û zanîna xwe zêde bike başe lê bi şertê xwe ji bîr neke û eslê xwe wenda neke. Ev yek jî bi zanebûn û bikar anîna zimanê zikmakî pêkane.



16.05.2020 01:19 | tîrêj zana 21

5. heke mirov du zimana zani be fêrbûna zimanê din siviktir e .
û peyvek heye ; dostê xwe binas lê dijminê xwe çêtir .
nasîna dijmina , nasîna çandê ye
çand jî ziman e , rojev e .
lê mixabin kurd bi awayek din dilivin .



16.05.2020 01:23 | shwinsherm

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» derfeta we heba yek tişt ji xweda bixwastiba û bihatiba qebûl kirin
» zimanên ku ne xwedî pergala hejmaran a resen in

Kategoriyên mijarê:: perwerdehi perwerdehi perwerdehi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî