Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 70 peyam
mela enwerê mayî - tirşik
mela enwerê mayî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ango enwerê mayî.

helbestvan, şoreşger û rewşenbîrê kurd, sala 1913an de li amedîyê ji dayîk bûye û 1963an de li başûrê kurdistanê çûye ser dilovaniya xwe. ew mela ye ku gelek beriya zemên û dewrana xwe jiyaye û gelek tiştên nû û modern bi gotinên olî di nav gelê xwe de belav kirine. herfên latînî yên mîr celadet alî bedirxan çê kirine pejirandine û di mizgefta xwe de fêrê feqiyên xwe kirine. û gotiye alfabêta latînî ji alfabêta erebî bêtir li kurdî têtin û li gorî îslamê jî caîz e.

min bi helbestên wî yên bi navên "pirsa min ji xwedê" û cewab ji terefê xudê yên ku 1ê tirmêha sala 1943an de di hejmara 16an a kovara ronahîyê de hatine weşandin ew nas kir. bi kurt û kurmancî mela enwer di helbestên xwe de ji xwedê pirs dike ka gelo çima gelê kurd, tevî ku ew jî evdên wî ne, evqas hejar, bindest û dîl in. û dixwaze ku xwedê netewa kurd hişyar bike û wan ji bêxwedîtiyê xilas bike. min helbestê nedît ti derê ku li vir binivîsim mixabin. risteyekê helbestê wiha ye:

Ji ber çi Xuda ev ji ber çi xuda
heta kengê ma dê bibin bê xuda


lê min ev helbesta wî ya din li ser maperek Here lînkê dît ku dide nîşandan çiqas mirovek li pêş zemanê xwe bûye:

Ji dewlet serê şêx û mela,
Jîna li Kurda bûye bela,
Hindî te dîrok xandî,
Çakî ji wan dîtiye gelo?
Herdem berê Kurda diden
Jarî û dîlî û teşqela,
Axa û şêx û sofi û mela,
Kêşaye nav Kurda xela.



13.05.2020 00:41 ~09:54 | xelîl

2. Kovara binavê "Kürt Tarihi” di hejmara xwe a duyem de qala Mela Enwer dike. Helbestên wî "Pirsa Min Ji Xwedê" û “Cewab Ji Terefê Xudê” di nava kovarê de hatiye weşan kirin. Mela Enwer mahlasa "Lawê Çiyan" bikar aniye.



13.05.2020 01:18 | qurreder

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» melayê jaba
» mayînde

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn niviskarhlbstvn niviskarhlbstvn kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî