Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 10 peyam
dqn - tirşik
dqn
(11) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. kurteyek hevokek e. Li ser Twitterê pirî caran kurdînûsên me bikartînin. Lê hêj jî nizanim çi hevok e!

Diayênte Qebûl nebin
Derdê Qîzên Nezewicandî

Werhasil her tişt dibe *



12.05.2020 04:37 ~04:39 | kajav

2. Kurteya ku ez çend caran di tirsik.netê de lê rast hatim. Bi rastî çend texmînên min hene lê ez dudilî mam di navbera wan da.
di qûnê nim?
di qulê nim?
di quzê nim? An jî
dema qadên neşûştî?

Gelo kîjanê ye min meraq kir?

Edît: tirşik.net bû min kir tirsik.net.



12.05.2020 04:45 ~04:46 | xabûrî

3. Yek jê copy-pasteke dijûneke kirêt a tirkan e. Wek her tiştî argo, henek û tinaz û dijûnan me jî bi ser kopîkirina tirkan saz bûye, ava bûye.
Kurdên ku li ser Twitterê ketibûn li ber etra nebûna amk a kurdî, dawiyê dawî ji bo ku twitên xwe komîktir nîşan bidin (çi ku nişandêr in bo pê kenînê) dqn'yê ji xwe re çê kirin.
Dqn kurteya di quzê nim e. Yanî amk'ya bi kurdî ye.
Jê ecêbtir jin jî vê dijûna kirêt bi kar tînin. Ez ne ku li dijî çêr û sixêf û dijûnan im lê orijînalî di vê lihevanînê de tune ye.



12.05.2020 10:08 ~10:09 | ferhenga şikestî

4. dqn: li gorî gelek kesan wek di qûnê nim tê qebûl kirin



12.05.2020 23:41 | merwano

5. (bnr: di qûnê nim)



12.05.2020 23:43 | xelîl

6. wek dibêjin dijûn çeka qelsan e.
lê ji bo yên dibêjin bêyî dijûn hedara me nayê di kurdî de bi dehan gotin hene ji bo mirov dema ji tiştekî hêrs bû kerba xwe lê veke an kela dilê xwe lê hênik bike. Çima tişteke wiha çêkirî, jibergirtî, kirêt ku dixwaze kirasê kurdî biçirrîne?!



13.05.2020 01:30 | endazer

7. Li ser twîtrê pirr tê bikar anîn. Paşî min di go qê wek “diya xweyî nim “ tê bikar anîn. Vê dawiyê wexta min tîpa ji hev vekir, fem kir ku wek “di qûnê nim “ tê bikaranîn.



13.05.2020 14:25 | bêwar

8. ecêbiyek e li jor gotine ev gotin ji tirkî hatiye wergerandin. qey xalanên min ên gundî jî şopînerên kurdînivîsan in û wê bi bandora wan bi kar tînin.*

- di qûnê nim ev çi kar e?
- di qûna derewçiyan nim geh wan nekiribe?!



19.02.2022 17:03 | biruya hayao miyazaki

9. Peyveke min li ser twitterê cara pêşî dît. Ji min re wek çêrek xwezayî ya kurmancî nayê. Bawer nakim weha be jî. Bêhneke xav jê tê ku ji xwe dema di nav axaftinê de were emilandin, biyanîbûna xwe dide hestkirin. Ger mesele çêr û xeber bin, çi ziman nikare xwe bigihîne kurdî. Ji xwe bi hezaran çêr û xeber û carisî hene. Vêca yên ji tirkî wergerandî ji me re navê. Ji bo yek vê xeberê bêje ne lazim e, cimaeta twitterê a kurdan nas bike. Tirkî zanibe bes e.



19.02.2022 17:20 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» dqn

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv ziman zimanpeyv ziman zimanpeyv ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî