1. ew kesên ku li gor wan; |
|
10.05.2020 22:29 ~2020.05.30 19:24 |
merwano
![]() |
2. îro roja dayikan bû, hevalê min instagramê zehfi van kurdin(%90) û tu kesek bi zimanê kurdî pîroz ne kir. tiştekî li vê girantir bibejim ew jî kurd zimanê kurdî şerm dikin. (xencî(hariç) hevalên hişyar û welatparêz) |
|
10.05.2020 23:09 ~23:11 |
doesntmatter
![]() |
3. Ew "kurdên" ku her sal hejmara wan zêde dibin in. Heke bi vê lezê bişaftin bidome emê li van kesan jî bigerin, ji ber ku derîde zarokên kurdî ne fêm dikin ne jî daxivin digihêjin. Ev edeta ku bi zaroka tirkî axaftin roj bi roj di nav kurda de berbelav dibe. Êdî bûye tişteke normal û xwezayî, kesên ji vê kiryarê aciz dibin jî nemane. Ez Bi xwe qaşo li paytexta kurdistanê me, li derdora min zarokên ji 11 salî biçûktir yê bi kurdî daxivin tune ne. Mixabin hêj hayê gelek malbatan ji vê bişaftinê tuneye. Li gor wan dibêjin " em bi zarokê xwe re bi tirkî baxivin bila li dibistanê pirsgirêka nejîn" û " paşê ji xwe dê kurdî fêr bibin" lê mixabin ne awha ye. Mirov cara pêşî bi çi zimanî mezin bibe , zimanê dayikê dibe ew. Wekî din jî zarok cihekî kurdî fêr bibe namîne. Ji xwe kurdiya dêbavên wan daxivin jî ne tu kurdî ye. Ji deh peyva yek kurdî ye û hama giş "mîş mîş" e. Herwiha dema zarok dertê kuçê zarokên din jî bi tirkî daxivin, diçe dibistanê ji xwe tirkî ye, ê ji tere bêjim televzon û telefon jî bi tirkî ne û di nava malê de jî tu bi wan re bi tirkî baxivî ev zarok dê li ku kurdî fêr bibe? |
|
11.05.2020 00:43 |
tîrêj zana 21
![]() |
4. Ez ji xwe mînak bidim; |
|
11.05.2020 13:46 |
lonw karda
![]() |
5. Kurdên ku wexta li wan rast têm ez ji dêvla wan fedî dikim. Êdî ji %90 zêdetir kurd xwende ne û di dibistanên dewletê da dibînin tirk çiqasî ji zimanê xwe hez dikin û girîngiyê didin zimanê xwe. Ma qey carekê zimanê van ehmeqên kurdên me nayê bîra wan? |
|
11.05.2020 14:28 |
xabûrî
![]() |
6. tişteke ecêb e. mirov ji zimanekî fêhm bike û nikaribe bi vî zimanî biaxive, ji vê diyardeyê re dibêjin receptive multilingualism. ev yek multilingualismeke pasîf e. a aktîf jî heye. wê yekê re jî dibêjin productive multilingualism |
|
08.01.2023 16:32 |
mirovekirind
![]() |
7. Kerîtiye, bê bextiye, li hember zimanê xwe bê rêziye. |
|
09.01.2023 18:57 |
afiyetbe
![]() |
![]() |
taybetmendiyên nivîskarên kurdînivîs yên ji bakurê kurdistanê [11] |
![]() |
kurdên femînîst [9] |
![]() |
westpenus [1] |
![]() |
kêmasiyên tirşikê [2] |
![]() |
xelk çûne ser merîxê, em hê jî li nav rîxê [1] |