Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 50 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; tu dûr î lê xem nêzik in
peyamên çepikkirî

122968. Hawar, qêrîn û fîxana serap sönmezê ye





bi qewlê Arjenê rehmetî
'qîzikeke çil-kezî ne xweziyên min
bi şev dihûnim, bi roj wan şeh dikim
bi her şehkirinê re dilê te seh dikim
dimînim,nikarim derêm ji binê çalekê!

Bawer nakim ku kesên hestên xwe di biniya çaleke reş û tarî de wenda kirine û nema bi ser şopa hestên xwe yên mirî û riziyayî ve dibin ev stran nebe şimaqek û rastiya wan raberî wan neke!

Dema dibêje 'min bêrîya te kiriye', hemî stranên ku gotina min bêrîya te kiriye dihewînin dibin sergo.


evdal e evîn,

ciwaneke kal e.

û çîrokek e

li gel qulingê birîndar, bi mitale

kevintirîn e ji mem û zin

û ji mejûyê hezar-sale...



dilê'm, tu derwêşek î

dilê kê seh dikî,

qesîda te betal e!



08.06.2013 14:50 | simurg56