Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 52 peyam
li nisêbînê êrîşa polîsan li dij zarokan - tirşik
li nisêbînê êrîşa polîsan li dij zarokan
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Bûyera ku li twitterê rast hatim lê ekşiyê jî bûye mijara sereke.

Bûyer li Nisêbînê diqewime. Polîsekî ji bo zarokan belav bike berrik ber dide hewa û paşî zarokekî bi navê bahoz ê ku li gorî îdîayan nexweşê zihnî ye digire û heta wesayîta zirxî kaş dike û dide ber şimaqan.

Vîdeo: Here lînkê



10.05.2020 01:20 | xelîl

2. Çi bibe bila bibe lêxistina zarokan nayê qebûlkirin. Çewa wezareta perwerdeyê li dibistanan lêdanê qedexe kirîye divê li saziyên din jî were qedexekirin.



10.05.2020 12:39 | xabûrî

3. derbekê tûtina bavê min bi min re bû ez diçûm cîhê karê wî .
wê roja jî ne xweş bû , tevgerek hebû lê nizanim ji bo çi ,
ez ji kêleka rê dimeşîyam û polîs tomaya xwe ajot ser min û berê xurteavdanka xwe da min tirsek keti bû nava dilê min madê min dagerîya ..
di navbera min û toma hebû 0,8m wan..
min li polîs nerî bi awirên " ka tu çi dike ez sivîl im " layê qehpkê dikenîya , qîrqîra kenê wî bû .. tirsa zarokekî kêfê da bû bin dilê wî .
ewro ewro ez bûm kurdperwer bila bête zanîn .



10.05.2020 15:38 | shwinsherm

4. tişkî nû nîne! ez kengî sebî bum. Bi rêda bûm, diçum mektebê. Polêsan kûçik berê ser min dan. Ez digrîyam û ew dikenîyan.




5. Xwedê bela bide ji wan ra. Tiştekî din nabêjim.



10.05.2020 18:09 | ezxeyic

6. dîmenên ku tu caran naxwazim vekim.
yanê dikarim mirovên parçe parçe bûyî bi saetan temaşe bikim. heta min bi dehan mirovên hestû mestû ortê de, ling û çip perçikî dîtiye; lê nikarim li dîmenên lêdana zarokan binêrim, nikarim dîmenên îşkence kirina mirovek bêparastin binêrim. ecêb hêrs dibin. dîn dibim yaw.

lewma min vê bûyerê jî seh kir lê vîdyo venekir. dîsa jî di twitterê de pergî min hat û min dît.

naxwazim tu şîrove falan binivîsim li ser vîdyoyê. înşallah di demek kurt de bi awayek hovîtî were kuştin, ew ên berpirsyar.



10.05.2020 21:12 | brusk56

7. li kurdistanê bûyerek asayî ye. ji ber ku vê carê dîmen hene, di medyaya sosyal de deng veda û wezaretê got me polîs ji kar dûr xistiye û lêpirsînek daye destpêkirin di derbarê de.
ji bo vê bûyerê jî dîsa şîroveyên faşîst û nijadperest hatin kirin lê belê berteka tirkan dîsa jî ji hêvîyên min zêdetir bû. tabî xema wan zêdetir ew bû ku tiştên wisa dibin sedem ku ew zarok bikevin destê rêxistinê.
xwedê 10 qet zêdetir bîne serê kiryar û berpirsîyaran.
berî dehan salan dîmene din hebû ku polîsan çengê zarokekî dişikandin, ew hat bîra min.



10.05.2020 22:50 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
belki ev jî bala te bikişînin
» nisêbînê
» êrîşa faşîstan ya li dijî tirşikê
» dijjberr
» zarokan re du nav danîn

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî