Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
abdurrahman adak - tirşik
abdurrahman adak
(1) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. nivîskar, lêkolîner û akademîsyeneke kurd e.

ji devê wîkîpediyayê jînenîgariya wî

Di sala 1977an de li Hezexê hat dinyayê. Di sala 1998an de Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Enqereyê xilas kir. Di gel perwerdehiya fermî perwerdehiya medreseyê jî wergirt. Ji 1999an heta 2002an li Amedê mamostetî kir û paşê di sala 2003yan de li Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Îlahiyatê Beşa Wêjeya tirkî ya Îslamî dest bi wezîfeyê kir. Di sala 2006an de li Enstîtuya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Ankarayê, di warê wêjeya tirkî ya Îslamî de bernameya doktorayê xilas kir.

Di sala 2009an de ji bo ku damezrandina beşa Kurdî de cih bigre derbasî Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê bû. Di sala 2013an de pîleya doçentiyê bi dest xist. Demekê li wekî Serokê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê xebitî. Li heman zanîngeha di warê edebiyata klasîk a kurdî dersan pêşkêş dike. Bi derketina kovara Nûbihar Akademî ye edîtoriya wê kir. Demekê di televîzyona TRT 6ê de li gel Kadri Yıldırım bernameyeke li ser edebiyata klasîk amade kir.



08.05.2020 06:35 | endazer

2. li ser YouTubeê ji xwe re kanalek vekiriye Here lînkê û tê de li ser wêjeya klasîk ya kurdî vîdeoyên xweş pêşkêş dike.



08.05.2020 06:38 | endazer

3. Di warê edebîyata klasîk a kurdî de mamosteyekî gelekî serkeftî ye. Tiştê ku dizanim du pirtûkên wî û hejmarek hêja gotarên wî di vî warî de hene. Pirtûka wî yek bi gelemperî li ser edebiyata klasîk a kurdî ye, ya din jî di edebiyata klasîk a kurdî de şêweyên nezmê vedibêje. Di gotareke xwe de mulemmeya ehmedê xanî û şewqîyê xanî berawird kirîye. Di gotareke xwe yî din de jî li ser serdema xalidîtiyê rawestiyaye.



08.05.2020 11:38 ~12:05 | xabûrî