Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 85 peyam
helbesta yavuz sultan selîm ya li ser kurdan - tirşik
helbesta yavuz sultan selîm ya li ser kurdan
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li gorî riwayetan padîşahê dewleta Osmanî Yavuz Sultan Selîm li ser rêya şerê rîdaniyê ya li dijî sefewiyan li muşê çeşmeyekî dide çêkirin û li ser rêya vegerê dema dibîne ku çeşme hatiye hilweşandin vê helbesta jêr dinivîse ku tê de nifir û bêduayî li Kurdan tê kirin.

kürde fırsat verme yarâb dehre sultan olmasın,
ayağını çarık sıksın gönlü huzur bulmasın.

vur sopayı, al haracı karnı bile doymasın,
ol çeşmeden gâvur içsin kürde nasip olmasın

vasiyetim oldur kim,
kürd bin kerre yalvarsın, inanma kanma,
yakana bit, kapına kürd dadandırma.

di forumên Tirkan de demekî pir popûler bû ji bo dijminatiya Kurdan bikin. duh liqayî nivîseka kevn ya dîroknasê tirk murat bardakçi hatim Here lînkê tê de rastiya meselê dibêje. Ev helbest ji aliyê yekî ku Murat bardakçi navê wî eşkere nake ji bo Tirkan hatiye nivîsandin paşê wekî hemû caran tirkan ev helbest jî guherandine û wekê ku ji bo Kurdan hatiye nivîsandin belav kirine.
Helbest ji aliyê Îbrahîm temo ve hatiye nivîsandin ku yek ji sê damezrînerên komeleya îtîhad û teraqîyê ye. yekî bi eslê xwe Makedon e dema ku dibîne fikra wî ya miletê Osmanî têk diçe dibe dijminê Tirkan û li dijî Tirkan vê helbestê dinivîse.
Tirk jî wekê hemû caran wekê ku ji xwe re kirine edet tiştên baş û kêrhatî yên Kurdan an jê digirin an jî didizin û tiştên xwe yên pîs û kirêt jî bi ser stûyê Kurdan de dihêlin.



07.05.2020 14:25 | endazer

2. Tevî ku heft sal ji nivîsa Bardakçı derbas bûye hê jî di gelek cihan de tê belavkirin.

Kesên ku fêr bûn ev helbest ne ya padîşahê wan e û ne li ser kurdan e tirkên ehmeq û nîjadperest li ber xwe ketin. Lê dizanin ku mişterîyan wan ên potansîyel ehmeq û nezan in hê jî vê helbestê ji bo reşkirina kurdan belav dikin



07.05.2020 15:09 | ferhenga şikestî

3. Helbesta ku ji aliyê netwbûna kurd ve kêrhatiye. Herwiha hovîtiya romê jî berbiçav dike. Helbest û helwestên awha raste rast hemû kurda dikin armanc, ji bo kesên di fikra " xelklerin qerdeşlixî" û endamên "tirkiyelîleşme" re dibe şîmaq û di ser çavê wan de diteqe.

Herwiha gotinên awha dijminahiyê dixe navbera her du netewa û ev jî ji bo netewa bindest başe, ji bo yê serdest nebaşe. Ji ber ku heke awha hemû kurdan bêyî partî, sazî û hizba bi giştî ji xwere bikin dijmin, nikarin bi vir mira xelkê bixapînin û wan bi xwe ve girê bidin. Yanê dijminatiya wan kêrhatiye, hevaltî û biratiya wan tunebûna kurd e.



07.05.2020 15:35 | tîrêj zana 21

4. Mijara grîng ku bê niqaşkirin ev e helbest ji bo tirkan hatîye nivîsandin lê hovên rewandî peyva tirk guherandine kirine kurd. ev hal rewşa bênamûsîya wan rewşa bêçaretîya wan berbiçav dike.



07.05.2020 16:24 | kajav

5. nizanim helbest a wî ye an na. lê belê min berî çend salan ji melayekî bihîstibû. nizanim wî ji ku bihîstibû. digot kaniyên kurdan li nav gundan bûn. li gorî giraniya gund hejmara kaniyan pir dibû û kêm dibû. kanî her tim diherikî. rêwî, gundî her kî ji kaniyê bibore dikare ji kaniyê av vexwe û av jê bigire.

lê li nav kurdan şerm bûye ku kaniya nava gund bê girtin.lewra girtina kaniyê weke bêhurmetî û eyb bû, îfadeya mazûvantiya gundiyan bû.

nayê bîra min ku behsa ku derê kiribû lê digot selîm ku diçe seferê di gundek re derbas dibe û muslixek li kaniyek dixe. gundî nikarin vê tiştê qebûl bikin û radibin kaniyê dişkînin. piştî ku selîm dibihîze vê helbestê dinivîse.



08.05.2020 00:43 | roberz

6. ev tiştê kelevaji endezarîya civakêne, karê padişaheki tune jibo diwarê kanîyeki helbesta binvîse?
de here lo/lê
di cengêde hezar kani, xanî, rê, nexweşxane, merdrese xerabune u tenê "çeşme" buye kul?
de bese lo/lê



08.05.2020 21:20 | hak buddy

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbesta îro
» yavuz akkuzu
» sultan kösen
» selîm sulêman
» sererastkirina şaşiyên rastnivîs û rêzimanî yên di nivîsên tirşikê de
» kurdandin

Kategoriyên mijarê:: wejehlbst wejehlbst wejehlbst kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî