Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
dibistana malê - tirşik
dibistana malê
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kanala youtubeê ya ku li rojava ji bo xwendekaran hatiye vekirin. bi saya serê tîrêj zana 21 haya min jê çêbû.

ji kimya û fizya heta zimanê ingîlîzî û kurdî, gelek dersên vîdeo ji bo zarokan tê de heye.


Here lînkê



06.05.2020 19:20 | xelîl

2. Yek ji tevdîrê vîrûsa koronayê ye. Piştî metirsiya korona li ser rojava, rêveberiya xweser biryar da ku dibistanên rojava û bakur- rojhilatê sûrî hatin girtin. Perwerdeya xwendekaran li ser tv û înternetê hat domandin. Dibistana malê jî navê vê projeyê ye. Lînka youtubeyê li jor hatiye dayîn.



06.05.2020 20:17 | tîrêj zana 21

3. Difikrim kû ji bo Kurden me firsetekê gellek mezine. Hûn jî dizanin dewlete me tûneye û em nikarin zaroken xwe bi zimane dayiken xwe bidin perwerde kirin. Li malê bi tevî perwerdaye bi tirkî em dikarin perwerdeyî kurdî jî bikin. Lê ez jî dizanim wê nerîna min heyale. Kurden me li alîya bikaranîna mejîyen xwe gellek tembelin û dixwazin miroven din li şûna wan de bifikirin û bîryar bidin.



07.05.2020 00:45 | tekoser

4. Kanala mamosteyên fûl bi devokî xeber didin û hertim dibêjin "ino", "jixwe", "wilo". Ji xeynî van jî hêj di asta ser çokan meşiyanê de ye hêvî dikim dê xwe her çaksaz bike û bibe warekî perwerdeyê, yê baş. Bi taybetî ji bo kurmancî axiveran pir başe, di niha da bûye arşîvek pir mezin, cara yekem e ku bi girseyî perwerdeya kurmancî li cihekê di nav bernameya perwerdeyê de ye. Her çiqas em neçin li wir jî ew jî ne li vir bin dê piştî demekê bendorek erênî li ser Kurdên li vir bike bi rêya înternetê. Dê di kurmancîyê de berhem bên hilberandin û bi hezaran nivîskar dê derkevin holê bi saya van dibistanên li Bakur û rojhilatê Sûriyê. Û hêvîya min ya herî mezin ew e ku kurmancî di warê dijîtalê di hemû platform û sepanan de cihê xwe bigre, paşeroj(dahatû) di dijîtalê de ye.



25.10.2022 02:26 ~02:31 | bayê xerbî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dibistana malê
» malê êtîma

Kategoriyên mijarê:: zanisti perwerdehi zanisti perwerdehi zanisti perwerdehi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî