Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
di zanistê de kurdî - tirşik
di zanistê de kurdî
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kurdî di warê zanistê de wekî gelek qadên din paşde maye. bi dehan sedemên vê paşdemayinê hene. di serî de helbet tunebûna dewlet e. ji ber tunebûna dewletê û di warê zanistê de bikar neanîna kurdî yek ji sedemê wê ye. wekî din jî xwendevan an jî zanayên kurd karên xwe û xwendina xwe bi zimanê biyanî dikin. ji ber ku cihekî van karan bi kurdî bikin tune ye.

belê ji bo geş kirin û pêşde birina kurdî di warê zanistê de çend hewldan tên kirin lê ev jî lawaz û kêm dimînin. ji ber ku kesên li ser vî karî dixebitin kêmin û şopînerê wê jî kêmin. ji xwe di tirşikê de kêmbûna rêjeya nivîsên zanistî jî vê rewşê berbîçav dike.

kurdî hêj zimanek di pêvajoya standartîzasyonê de ye. ji ber vê çendê hin nakokî di warê zanistî de jî derdikevin. mînak ji bo light a îngîlîzî di kurdî de, şewl, şewq, tav dihê gotin. ji bo current ê herk, tezû dihê bikar anîn. herwiha jibo gelek tiştan jî ne peyv heye û ne jî heya îroj hatiye behs kirin. hin kes li gor xwe wergerandibin jî ya qet nayê fêm kirin an jî mirov pir diwestîne.

ji xwe çavkaniyên kurdî jî pêdivî tune ez behs bikim. hama bêje ji bilî çend hebên biçûk qet tune ne. niha ezê vîdeoyek li jêr parve bikim. ew vîdeo ji bo xwendekarên rojava, refa 8 a, di waneya fîzîk de, ji mijara potansiyela elektrîkê, ji aliyê mamosteyên kurd yê rojava ve hatiye amade kirin. de ka keremkin bê hûnê çiqa têbigihêjin?





06.05.2020 19:09 | tîrêj zana 21

3. heger tu zaningeh ne xwendî bî yan rewşa welatên pêşkeftî nedîti bî tu kemasîyên gelê xwe û zimane xwe nabinî. lê heger tu zaningeh xwendîbî û dixwazibî li zimanê xwe berhem bidî ew wext tu kêmasîya(yan tunebuna) zimanê xwe dibinî.
erê ji bo zanistî berê her tiştê ziman pewîste, zimaneke xurt.
tunebuna zimanekî xurt tu nikarî fikra xwe baş bibêjî, li ku ye zanistî çêbikî.

ez dixwazim li vir vidyoyek parve bikim li nav vidyoyê jan dost deqqeya 3:54 da dibêje "tirk ne tenê silahe tirk kultureke,tirk tarixeke, tirk kitêbe, tirk ilmên(zanist), tirk zanîne".




07.05.2020 17:32 | lonw karda

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdîgeh.com

Kategoriyên mijarê:: ziman zanisti ziman zanisti ziman zanisti kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî