Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
kartolên qelandî - tirşik
kartolên qelandî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kartolên di nav rûnê de tê qelandin, çêkirina wê ne zehmete û sivik e û tehma wê bi gelek kesan tê hezkirin. Piranî Di menûyên xwarina bilez de heye, Bi mayonez û ketçap tê xwarin.



li hundirê xwe re zehf rûn dikşîne loma bona siheta mirov zêde ne baş e.



30.04.2015 00:15 | mîr

2. qelîneka ku ji xeynî ketçap û mayonezê ev sos jî lê tên.

(bnr: sosa barbeku),(bnr: sosa ranch),(bnr: sosa buffalo)



30.04.2015 00:21 | hûteheftserî

3. (bnr: petetên sorkirî)

ne qelandin e, sorkirin e.



30.04.2015 09:56 | xendekî

4. yek ji xwarinên min ên favorî ye. di nav rûnê de tê çêkirin. bi dirêjahiyê tên hûrkirin. hinin berî sorkirinê hinin jî piştî sorkirinê bi xwê dikin. ez berî dikim. lê dema ji xwe nabînim, di nav rûnê de sor nakim. hemû patat têdixim nav kaxida firnê û hinekî rûn, xwê, îsota hûrkirî, nane û rêhan dawşînim ser, kevçiyekê mast jî têdixim û li hev dixim û têdixim firnê. dibe heyat. herwiha heman biharat dawişînim ser sînga mirîşkê ya ku mîna patatan hatine hûrkirin û ew jî têdixim firne.

hevalin min tenê bo patatên sorkirî yên burger kingê diherin wir, pir diecibînin. lê bi min nexweş in. yanî normal in. patatên popeyes xweştir e lê ew ne dirêj in. bawer im berê dikelînin piştre bi şiklekî turtayan di nav rûnê de sor dikin. ew jî xweş in.



05.05.2020 16:54 ~16:57 | biruya hayao miyazaki

5. Ji bo min cîhê bextewariyê ye. Bi taybetî di taşteyan de pirr hez dikim , bêhna wan hê jî taşteyên zaroktiya min tîne bîra min.



05.05.2020 17:38 | biaqila malê

6. (bnr: ketçap) u (bnr: mayonez)



05.05.2020 18:49 | hûteheftserî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kartolên qelandî

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî