Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 63 peyam
hesûdîya kurdan - tirşik
hesûdîya kurdan

Navê mijarê ya ewil ev bû:hesûdîya kurdan
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Yek ji taybetmendîyên karakterîstîk a kurdane. Çawan her netewekî hin taybetmendîyên karakterîstîk hene, bo mînak alman bidisiplîn, japon xebatkar, ereb dinyanedîtî, her wiha kurd jî hin taybetmendîyên karakterîstîk hene. Lê ev îdîaya min helbet ne agahîyek hatiye qebûlkirine. Nizanim netewên dî kurdan çawan dibînin. Dibe ku wek miletek bextreş û aşiqê serokan bibînin. Lê ji hindir ve dema ez bala xwe didim dîrokê, siyasetê û jiyana rojane hesûdîyek resen dibînim.

Hesûdî taybetmendîyek jiyana gundewarî ye, ji ber têkilîyên cîranî çavnebirî li mirovan peyda dibe. Heger mirov bi perspektîfek berfirehtir lê binêre helbet ev pirsgirêka hemû mirovane, heta ku heywanên hesûd jî hene. Lê di nav kurdan de ev taybetmendî gelek xurte û zora taybetmendîyên dî birye. Kurd ji ber vê çavnebirya hev, naxwazin mirovek ji nav wan serbikeve. Fehma dijberîyê (reqabet) nav kurdan de hinek berovajî dixebite. Şûna kesê serneketî yê serkeftî bike mînak û hewl bide ji wî bibore, dibêje na madem ez binketîme bila ew jî binkeve û berpînek didêne ber pîyê kesê serkeftî û zeppû li erdê dixe.

Bi qewlê fuad onen kurd neteweke jêrdesthilate. Hema bêje hemû hêzên kurd ên siyasî desthilatek bin nîrê desthilata dagirkeran dixwazin. Gelek caran desthilata biyanî qebûl dikin lê qet desthilatek ji nav kurdan derketî napejirînin. Mînakên dîrokî jî, yên îroyîn jî zehfin

Li herderê rastî vê hesûdîya kevnar têm. Cûreyek hesûdîya zayendî jî heye. Bi taybetî jinên kurd ji hev dihesidin, alîkarîya hev nakin. Bo mînak dema ez bala xwe didim şîroveyên li ser hêja netirk û hin jinên hunermend dibînim ku %95ê şîrovekaran mêrin. Yanî ev ne tesadûfeke ku tenê mêr hij berhemên hêjayê bikin û jin hijê nekin.

Hesûdî tiştek pîse, dil diqurmiçîne, em hij hev bikin, li gel rexne û şîroveyên carna tirş carna şîrîn, piranî mizeyt bi hevre pêşbikevîn *



04.05.2020 20:02 | hespêsor

2. Hesûdiya ku nezan bikarbînin dikarin xwe jî û yê hemberê xwe jî şepirze bikin.Hesûdiya ku zana/rewşenbîr bikin hem ji bo xwe hem jî ji bo kesên li hemberê xwe dibe tiştek baş.
Hesûdiya welatên pêşveçûyî , wan welatan zêdetir pêşte dibe lê hesûdiya welatên paşvemayî de dibe sedema kuştin/dizîn û hwd.
Ji bo ku kurdên nezan nav me de pirr in , em dikarin kurdan jî wek nezan bi nav bikin.Nezanên me pirr in ji bo wî rewşembîrên me zêde dengê wan nav gel de bilind nabin.Heke bilind be jî , dikujin/rezîl/belengaz dikin ango didin şermê ku deng jê neyê.



04.05.2020 20:09 | brzn

3. (bnr: ji xelkê re yar e ji xwe re neyar e)
(bnr: qewmê kewan)



04.05.2020 21:51 | mîr

4. Dereweke navnetewî ye. Rojekê îrlandayiyekî gotiye axx zebeşên diyarbekir



04.05.2020 22:14 | paşopêş

dengdanên dawîn (yên din..)
têkiliyên ensest [1]
ez ê ji bo vê peyamê bêm recmandin lê xem nake. bi min ger du mirov bi...
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
belki ev jî bala te bikişînin
» hesûdîya kurdan
» kurdandin

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî