Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


12 mijar û 19 peyam
bîranînên tirşikvanan yên ku ji bîra wan naçin - tirşik
bîranînên tirşikvanan yên ku ji bîra wan naçin
(6) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. berî niha bi 1-1,5 sal bû, di înstayê de min li keçikên neteweperwer digerîyam.
(bnr: xefka xwe deyna bû)
ji bo vê jî, min li bin rûpelên kurdewarî digerî.
kî zanê, nêzîke 100-200ek hebû *
welhasil hinekan qebûl dikir,hinakan ne dikir.
rojekê yekê peyam ji min re şand di Dm de.

got;tu çima ji şopa min derketî?
ez: bibore ezbenî, heya min jê tune bû *

filan mevan bi şiklekî min xwe xelas kir wê rojê ssjsjjsjs
lê tişta rastî keçik ewqasî xweşik bû.
min jî ji xwe re got;
keçikeke wilo delal wê çawa li belenagazekî wek te meyzêne? *



04.05.2020 03:23 | merwano

2. Bîranîneke gelek sal li ser derbas bûye. Vê çaxê şivanê bavê xwe me. Hêj 14-15 salî me. Bavê min kî ketibû aqklê wî nizanim, ha apê min bû lo. Apê ku 45 salî mirazê wî çênebûbû. Ezeb ezeb geh li Amedê geh li gund vala û betal digeriya. Transîta wî hebû vê havînê difirot. Bavê min jî çend çêlek difirot ap û bav bi hev ra çûn nêzî 70-80 pez girtin. Jixwe bizin û mî hebû serda çûn wana jî standin kirin stuyê me. Me kirin şivanê pezê xwe.

Werhasilê kelam em vê havîna Amedê de çol û çiya pez digerand wan diçêrandin Rojekî rojan e. berê nîvro apê min çûbû şivantiya pezê nîvro anî gund. pez ava xwe vexwartin di bin siya daran mexel diketin. Piştî nîvro dora min bû saet nêzî 15:00an çûm min pez ji mexelê şiyar kir rêya wan dan çolê. Ji gund dûr ketim êdî digihijim daristanê.

Daristanê me ev qas giran û gihar nebû. Yanê darên wan mezin û dirêj nebû darên berû bûn, kin û ji hev cûda.. vê roja tariyê de destê min de pirtûkek hebû car caran dixwînim li pey pez dimeşim. Nêzî km di nav daristanê de em çûn. Daristan qediya dîsa çol dest pê dike. pez xwe dan qeraxê çiyayekî piçûk bi çêr diçûn. Ez jî ser kerivekî rûniştî bûm. Min dît pez hinek ji min dûr çûye, rabûm li pey wan çûm. heta vê gav û saniyê tu pirsgirêkek tunebû. Nizanim cibû li pey xwe dinêriyam min dît mîhek 60-70 mîtro ji pez dûr nêzî me tê. Min dît nedît min fêm kir tiştek qewimiye. Meşa mî ji min re ecêb hat. Neyse hêdî hêdî nêzîk bû. Ezbenî çi bibînim. Qirika mî tije xwîn e. Nîvê deqe wisa matmayî mam. Mî hat gihişt me. Çi bûye çi qewimiye ji xwînê xuya dike nû qewimiye. Xwîn hêj teze ye. Û wek dilop dikeve erdê.

Wele tirsa min û tirsa pez dest pê kir. Heywan jî fêm dikin vî alî vê rexê dimeyzin kevir bibînin ditirsin pelê darê bikeve erdê ditirsin. Ew ditirsin ez jî ser de. Çi bikim nizanim serê min sekinî. Wele çibû min aqilê xwe girt serê xwe bi lez û bez çûm min pez jimartin. Wey li min! Hêj 5-6 heb mî kem in. Wele min pez da ber xwe heta gund min wan baz dida. Gihiştim gund Telefonê min tunebû min xebera reş da malê û ser şopa xwe de çûm. Pezekî din yê gundiyên me hebû çûm cem wî min got te mîh neditiye? Got; du heb hatin ketin nav colê me. Yêkê din brîndar hatibû gund yekê din jî dîsa birîndar bû min di nav daristanê dît anî gund yekê jî me nedît piştî rojekê din me berateyê wê dît. Min kujer negot jixwe hûnê texmîn bikin gur bû.

Ez bêm ser mijara grîng; êvara ev rojê dizanim, wê gelek bi zehmet derbas bibe. De Gotinên bavê min naqedin. Her peyva wî weke gule tê. Qet behsê nekim. Mijara grîng çiye? Xwendevano ez dibêm ev mî ji serê sibê yanê berê nîvro li wir mabûn û şexsê min gava ku li wir derbas dibim jî rastê êrîşa gur tên. Ji ber çi wilo difikirim. Heta vê gavê qet tersîtiyek tunebû te dî pez gur bibînin ditirsin qet tiştek wisa çênebû. Û ev du mîh çûbûn nav pezekî din. Ev pez ji min km’yek dûr bû. Îmkan û derfet tune ye nikarin biçin wê derê.

Werhasil ev bûyer stuyê min de ma. Enewa yew mesela bî. Vîrê mi ra nêşona.



03.09.2020 01:59 ~02:05 | kajav

3. Sala 1994ê bû.
Anarşistan* êrişê gûndê me kiribûn (*ji bo pkkiyan werg digotin li cem me).
Çend mehan berê li sewazê elewî hatibûn şewitandin.
Herkesê behs dikir digot anarşistên (pkkyê) tola sewazê hilgire.
Gûndê me jî di nav gûndên elewî/kurmanc de bû.
Lowma tirsek mezîn li gûndê me hebû. Ez hê jî zarok bûm lê disa jî me fehm dikir çi dikevimi.
Heman wê demê xebera başbağlarê hat. Anarşistan merên başbağlarê kuştibûn.
Tirs li gûndê me zêdetir bû. Jixwe gûndên apociyên derdora me dest dirêj dikirin digotin "sira we yê jî were".
Rast derket.
Çend meh derbas bûn anarşistên pkkyî derdora gûndê me girtin.
Min wê rojê sifte bi çavên xwe ew ditin. Hinek jiwan ji gaza hêla jor daketin nav gund.
Bi mêrên gund we hinekê minaqaşe kirin. Tiştek dixwastin. Digotin bila hemû mêrên gund li mizgeftê kom bibin. Lê gundiyên me razî nedibûn. Jixwe li başbağlarê jî werg bibû.
Dûwre şer derket. Çend gûndiyên me mirin vê rojê. Lê anarşistan bişenekirin gûnd bixin destê xwe. rewin çûn.
25 sal zêdetir derbas bûye. Hê jî ew roj weke îro te bîra min.
Her tim dipirsim.
Ew anarşistên pkkyê çima xwestin tola sewazê ji me hilgirin. Erê gûndê me sunnî bû lê kurd bû.
Ma ew apociyên kerxwer ji bo çi ideolojiyê êrîş ji kurdan dikirin û hê jî dikin.... ?



03.09.2020 20:27 | elaziz izzetpasa camii

4. Heya neh deh sal berê jî gundiyên me nizanibûn destavxanê (tiwalet, cihê avrêjê), li gundê me tiştek wisa tunebû, mêran radikirin misîna û diçûn newalan, binê piran yan pişt xaniyan û li wêderê dirîn.

Pîrek jî piraniya wan li axura dikirin û bi bêra dibirin davêtin newalan.

Jiyaneke pîs, qirêj, lewitandî...

Jineke pîr hebû, wê jî êdî dev ji eyb û fediyê berdabû, wek mêran radikir misîn û diçû newalê.

Em zarok jî wekî hemû zarokan, hinek nerihet bûn, me xwe li wê pîrê vedişart, çawa doxînê datanî û rûdinişt, me radikir keviran û davêtê.

Ew pîrik mir û em jî êdî ne zarokin...



03.09.2020 23:21 | afa

5. dema ez 8 salî wan bûm carekê min li ber apê xwe got "ez tek" apê min jî got "ne tek, bêje tenê" ji wê rojê de min ti carî tek'a tirkî bi kar nanî û min her got tenê. ne tiştekî mezin e lê ji bîra min naçe.

vê navberê niha du zarokên wî apê min heye, amojina min jî kurd e lê her du zarokên wî jî kurdî nizanin. de were û safî bike :(



03.11.2020 21:57 | keyomerd

6. Lêdan û heqaretên yûzbaşiyê tirk li min xistî, jibo ku min navê bavê xwe negotibuyê.



04.11.2020 02:12 | lawkegoyi

7. ez hêj 9 salî bûm, diçûma dibistana biçûkan. Di sinifa me de keçikek hebû kû bi navê xwe Şadiye bû me jê re digot; Şadê. Her Xwedê li jûr şahide kû Şadê keçikek wisa delal, wisa rindik, wisa bedew bû kû mirov bi herdû çavan dil nedida kû mirov lê binêre. Her wiha, min jî gellek jê hezdikirima lê hezkirina min ne ji bo dildarî bû, bes min her tim diçuma li ba wê û min wê maç dikirama. Carek ji caran em li sinifê runiştibun û me mamoste guhdar dikir. Şade jî li rêza pêşîya min runiştî bû, min xwe êdi negirt û min tilîyek avêt qûna Şadê.. Min dît kû Şadê ji nîşkeva ji cîhê xwe veciniqî û bang li mamoste kir û got: "Örtmenim Örtmenim, Önder bana parmak atiyor.." Bra min dît kû carek laşê min sar bû, dilê min ji tirsan xwêdan dide, agir bi qûna min ket.. mamoste jî bi awirek nebaş li min dinêre û min dît kû mamoste hat li ser min de, ez jî bi çar mejîyan difikirim kû kîjan derewan bibêjim. Mamoste hat li ba min, destê xwe danîte li ser serê min û porê min bi destekî nerm miz da û got: "Birsey olmaz kizim, bu bir erkegin en dogal hakkidir.."
welhasilê kelam ew zarokên sinifa min, carek hemû bi hevre bi keçikê kenîya.. Şadê bi herdû çavên xwe yên delal girîya û ji sinifê derket.. Ji ew roj pê de êdî çavê min bi Şadê neket.. piştê 13 salan ez carek çûm welat û min bêhemdî Şadê li taxek din dîtim.. Bra ji şerm û eybên dinyayê li ser pîyan min 4-5 dk li gel wî axivîm. Pişt wî pirsgirekê çûye perwerdehîya xwe li dibistanek din berdewam kirîye.. Lê Şadê dema mezin bibû, bi qewza pêxember keçikek wisa xweşik jê derketi bû kû hin jî bi bedewîya xwe ji mejîyê min dernakeve.. Xwezî min wê tilîyê biavêta xwe û neavêtima te Şadê. ez heta hebim, te jibîr nakim.



04.11.2020 06:11 | kurêbavêxwe

8. Ez 10-11 salî bûm ez diçûm dibistanê.
Wê demê tiştek hatibû serê min û ez demekê neçûm dibistanê. Paşkê roja ezmûna ingilîzî min nêt xira kiribû ku ez jêgirtîyê bikim. Min jî lênûska xwe xistibû binê mase û em li benda ezmûnêne ku bidest bike. Hêj wilo keçikekê (bi dengekî ku mamoste bihise) got demsal te lênûska xwe vekirî ji bîr kiriye û mamoste jî hat mêze kir û lênûska min dît. (Hingî min şerm kir û ez ji wê keçikê jî gelekî aciz bûm) Mamostê li ser kaxiza min "C" (bi ingilîzî tîpa copy) nivîsand. Piştî ezmûn xelas bû mamoste bi min re axivî. got: hevîyek min wilo ji te nebû te çima ev tişt kir? Min jî got ez hinekî ji dersan mabûm ji ber wê û min lêborîn xwast. Û mamoste jî got ez ê puanê te kêm bikim lê te nadim çistîyê (disîplîn) û mijar hate girtin. Lê ji bîra min naçe. Niha ji wê keçikê ne aciz im (notr im)



04.11.2020 17:23 | demsal

dengdanên dawîn (yên din..)
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
belki ev jî bala te bikişînin
» bîranînên poşmanbûnê
» yên ku min dişopînin
» bîranînên ji mala miriyan
» wan dicemide

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî