1. bi rastî demek gelekî direje di bîra min de ye. lê van rojên dawî bêhtir dixwazim biçim ji vî welatê. ji bo perwerdehîyê ji bo aborîyê ji bo azadî û serbestîyê. lê dîsa jî destê mirov ji welat nabe. ji xwe ji bo çûyînê jî derfet lazim e. gelo tirşikvanên wekî min difikirin an jî yên fikra xwe anîne cih û çûne poşmanin ? pêşniyarîyên we çi ne? û bi kîjan rêyan mirov dikare biçe? ji bo kurdên zanîngeh qedandine çi derfet hene? welatê herî baş kîjan e? |
|
03.05.2020 21:25 |
kalo
![]() |
2. (bnr: xeyalên tirşikvanan) |
|
03.05.2020 22:08 |
brzn
![]() |
3. sê sal berê, rojekî xwendevanekî minê hêja û fama, hate ba min, me hinek xeber da, di pola dawî de bû, min jê pirsî ka piştî zanîngeh xilas bibe wê çi bike, çawa bike. |
|
04.05.2020 01:43 |
afa
![]() |
4. Xeyala keç û xortên rojhilata navîn û afrîkayê. |
|
04.05.2020 04:20 ~04:22 |
jehr
![]() |
5. ji bo kesên ku li ewropa ji dayik bûne re ne lazim e, ew êdî li ewropa ne weke hola êzîda. hûn 5 bajarên tirkan yan kurdan belaş bidin min ji bo ez li wê derê bijîm ez terka almanya nakim. em heroj spasdarin ku em ji bin zilma civaka misilmanan derketin. kî bi rêza dilê xwe vedigere cehnimê? |
|
04.05.2020 17:29 |
hola êzîda
![]() |
![]() |
tiştên ku mirovî xemgîn dikin [1] |
![]() |
vivaldi [6] |
![]() |
heye ku [1] |
![]() |
hovalak [1] |
![]() |
seks [1] |