Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
blok bike - tirşik
blok bike
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bişkoka ku haya mın jî tune bû. lê ez ê bikar neyênim ji ber ku dixwazim her tiştên li ser tirşikê hatine nivîsandin bixwînim. ma mabest ne ew e ? naxwe ez biçim twitterê û kesayet û rûpelên li gorî kêfa xwe bişopînim wê çêtir bibe.*



02.05.2020 15:18 | xelîl

2. Bişkojka ku di binê profîla kesan de mevcût e. Taybetmendî û erka vê bişkojkê astengkirina nivîskar e. Yanê di binê pirofîla kî de were tikandin nivîs û tevgerên wî kesî ji kesê tikander re tê veşartin. Tu kesê asteng an blok bikî dê wekî ku ew tune bixwuye. Ji berê de hayê min jê hebû, heya niha qet bikar neaniye û hêvîdarim ezê neyinim jî. Lê bikar anîna wê ji şer û sixêfên navbera tirşikvana çêtir e. We min fêm kir neusa?



02.05.2020 15:27 | tîrêj zana 21

3. (bnr: trollan xwedî nekin)



02.05.2020 15:28 | mîr

4. Mîrovan ku tu naxwazî wan bibînî an naxwazî ku ew te nerihet bike te wan blok bikî. Li ser Twîtter a, Înstagram da, WhatsApp da, Facebook da hwd... li vir da jî tu dikarî blok bikî lê mixabin di jînê rastî da merî nikarî ti kesî blok bikî. Tu çi qas naxwazî te ew qas wan bibînî, dîsa dibêjim: mixabin... Xwezî di jiyana rastî da jî bloq kirin hebûya



02.05.2020 16:38 ~2020.05.03 01:36 | vîta

5. taybendmendîyeke tirşikê ye ku bawerim heya ez li virim jî bikarnayênim, li vir ez dixwazim ramanên cûda jî bibînim lê dîsa jî bellî nabe *



02.05.2020 17:31 | merwano

6. Divê ev taybetiya tirşikê bête betalkirin.
Li ekşi sözlükê jî asteng bike heye, di wir de belkî sed hezar nivîskar hene û di rojê de bi deh hezaran peyam tên nivîsîn loma cihekî wek eksiyê ev taybetî pêwîst dibe.

Lê li vê derê here û were sed nivîskarên daîmî û mayînde tune ne. Eger ew jî hevûdu asteng bikin an blok bikin êdî çi pêdivî bi vê platformê dibe?
Divê em hinekî xwedan tolerans û xweragir bin, ger sed nivîskar hebîn sed ramanên cuda jî hene ma em çi bikin em hemî bibin wek morîyên tizbiyê?

Sînora rexne û heqaretê pirr zirav e, mesela yekî bêje pêxember şizofren e, ev rexne ye? Heqaret e? An tespît e? Kî karê derbarê vê pirsîyarîyê de çaresazekî misoger be? Bo min ev tespit e, ( lê ez wisa nafikirim, ev tiştekî din e)
Ji bo min Abdullah Ocalan narsîst e, hetta dikarim zêde jî bikim. Hetta bo min zirara ku wî dayiye Kurdistanê Mistefa Kemal jî nedaye. Ev jî tespîtên min in. Aniha ev rexne ne? Heqaret an tespît in?

Bi kurtasî sînor gelek flû ye. Eger yekî ranebe çêr û dijûnan li şexsê te û malbata te neke moderator nikarin wê peyamê jê bibin. Çimkî kes ne otorite ye yani pênaseya têgihan pêbendî me nin e



02.05.2020 18:40 | ferhenga şikestî

7. li cem min bi kêr nehatiye ew bişkojka, ecêbmayî me çawa dibe ez peyamên taybet de hêj ew peyamên ku dişînin dibînim.



10.10.2021 19:17 | navîgiranmezelîwêran

8. fonksiyona ku li eksisozlikê jî heye lê bikar naynim. ka peyamekî dikare mi aciz ke? na.



10.10.2021 19:35 | heval.js

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» blok bike
» bike kul û derd

Kategoriyên mijarê:: komputer komputer komputer kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî