1. Em ketin meha gulanê êdî roj bi roj germ zêde dibe.Nizanim çima diho şevê berî ez razim hat bîra min ku ez vê mijarê vebikim * |
|
02.05.2020 03:32 ~2020.05.03 03:27 |
merwano
|
2. hûnikîya şeva havînê ya piştî qelekijêna roja wê şevê dilê mirov xweş, ronîya stêrkên geş (vê serdemê êdî xuya nakin.. winda, kêm bûne.. sedema kêm bûyîna wê geşîya xwezayî ya xweş, zêdebûyîna geşîya sûnî ya nexweş e.. dibêm qêy li gundên kêm ampûl hê jî ew stêrkên jidil stêrk hê jî hene, nizam) dilê mirovî jî geş dikin.. razana di nêv wê hûnikî, xweşî û geşîyê de jî dikarî bêjî mirovî ji nûve diafirîne, zînde dike.. sibehî zû bi bangkirina datlîfiroşan jî kêfxweşîyek cuda dide mirov, jixwe behsa tama wan datlîyan nakim jî.. "were dûbelî daaaatlîyaa!" |
|
02.05.2020 04:14 |
bacanêfiringî
|
3. admînê vê sîteyê kî ye? min çardeh car parve kirîye, nizanim mirov çawa jê jî dibe.. sêzdeha jê bibe admîn! hetkûhelaka min çû dqn ahshahsj |
|
02.05.2020 04:19 |
bacanêfiringî
|
4. Xewek gelek xweş e. Hê tu neketî xew te stêrka bincerî(bihijmerî) û xew kevî. Hecet tineye ku tu mihana bincerî. Yan jî te di nav xeyala xwe da wan stêrka bişinbandî tiştekna. Lîstikek xweş.. Û e ba hêdî hêdî were ser çavê te. Bi kêfxweşî te bikevî xew. |
|
02.05.2020 04:24 |
berfinekk
|
5. Xewekê gelek gelek xweş e. Berîya ku di xew re biçî li stêrka dinêrî û dikevî xeyalan piştre di xew re diçî. Me li gundê xwe dora vê textê ku li ser radizan perde kiribû ji ber kes me nebîne û tava şeveqê li me ne nexe û me ji xew şiyar neke. wekta ku ba li perdê dixist dengekî bilind jê derdiket û ez jî xewa şêrîn şîyar dibûm. Tav min şîyar nedikir lê ba min şîyar dikir |
|
02.05.2020 11:50 |
gerokizm
|
6. Xweştirîn curexew e li kurdistanê. Berê li navçeyan jî gelek berbelav bû lê bi zêdebûna apartmanan re ew jî nema hema hema. |
|
02.05.2020 14:09 |
henûn
|
7. Heyat e. Zaroktî ve kêfa min ji xewa li ser text re tê. Piştî şîvê mirov xwe tavêt ser ban, hînik xweşş. Ça, civat, stêrk, nivînên cemidî... |
|
03.05.2020 03:10 ~03:10 |
xwelî li ser
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |
|
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1] |
|
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1] |
|
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1] |
|
afroamerîkî [1] |