Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    19 mijar û 23 peyam
    zanîngeha kurdî ya online - tirşik
    zanîngeha kurdî ya online
    (5) (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. Zanîngeha ku birêvebiriya wê inrahîm seydo dike.
    Beriya 4 hefteyan destpekîr û wê du hefteyên din jî bidome. Bi tevahî 330 xwendekar hene bawerim. Ders li ser bernameya zommê çêdibin,
    mamosteyê cûr bi cûr hene. hema bêjê her roj herî kêm dû ders hene. Gelek xwendekarên zanîngeha rojavayê hene.

    Ders û Mamoste

    michael chyet - Ferhengsazî û Zimannasî û Ferhenga Kurdî
    michiel leezenberg - Felsefe - Wêjeya Klasîk
    hashem ahmedzade - Wêjeya Kurdî, Wêjeya Modern û soranî
    loqman guldivê - Wêjeya Gelêrî û Rêbazên Lêkolîna Zargotinê
    ibrahîm seydo - Metodolojiya Zanistî û Zimannasiya Kurdî
    abdilwehab xalid mûsa - Zimannasî û Fonetîk
    xecê petekkaya - Zaravayê Zazakî
    dawid yeşîlmen - Wêjeya Kurdî ya Modern (sedsala 21.)
    yaqob tilermenî - Ziman û Wêje wek têgeh
    jan ilhan kizilhan- Etnopsikolojî
    engîn sustam - Sosyolojî: Dewlet û Şîddet
    janroj yilmaz keleş - Medya û Civak
    jaffer sheykholislami - Sosyolinguistik an zimannasî û civaknasî
    xalid hisên - Helbest û Semiyolojiya Wêjeyê



    01.05.2020 21:37 | gulêê

    2. Zaningeha ku min îro xebera wê li ser xwebûnê dit.
    Seydo Aydogan gotiye "Em artêşeke zanistî ava dikin". Çi gotineka xweş. Me re projeyên wisa pewist in.
    Ji bo Hevpeyvîna rizoyê xerzî ya bi seydo aydogan re:
    Here lînkê



    01.05.2020 21:48 | cinorek

    3. (bnr: xwedêjêrazî ma tu nû dibêjî)



    01.05.2020 21:54 | hespêsor

    4. Zanîngeha online a ku min lînka wê ya zoomê nekarî bidîta. lînk an jî vexwendina beşdariyê çawa tê standin nizanim. Yên dizanin bila ji kerema li vir parve bikin.



    01.05.2020 22:00 | xelîl

    5. Zanîngeha online ku tenê kesên qeyda xwe kirine dikarin beşdar bibin.
    Yanî heke ez li vir lînkê parve jî bikim Seydo destûr nade ku hûn bikevin salona dersê.
    Lê meraq nekin, hemû ders tên qeyd kirin û wê hemû bên parve kirin.



    01.05.2020 22:03 | gulêê

    6. cara yekemîne kû min livie bihist û rasterast ez ê herim û serî lêdim ..



    01.05.2020 23:19 | drşivan

    7. hêvîdarim piştî qorona yê jî berdewam be .



    01.05.2020 23:50 | shwinsherm

    8. Mixabin ev zanîngeh piştî 10 rojan diqede :/
    Lê belkî ya duyêm jî bê çêkirin



    01.05.2020 23:53 | gulêê

    9. kî fikirî be, seata wî xweş. Fikrekî cûda ye, serkeftin ji bo wan *



    02.05.2020 00:42 | merwano

    10. (bnr: enstîtuya kurdî ya tirşikê)



    02.05.2020 00:43 | mîr

    11. gava ez xebatên wiha dibînim pirr kêfxweş dibim.xwezî min zûtir zanîba minê qeyda xwe çêkira.Inşellah eger dewam bike ezê beşdar bibim..Zor spas ji mamosteyên hêja re !!



    02.05.2020 02:12 | jehr

    12. xebateke pir baş u dîrokî ye



    02.05.2020 13:01 | rizgan

    13. ev hefteyek e nikarim bişopînim lê belê ez ê hinekî fesadiya wan bikim.

    michiel leezenberg. dixwazim bigirîm. vî camêr rabû dersa homoseksualîte di mem û zînê de da û min cara ewil neketim dersê wî. ji bîra min çûye. ev çi qeder e ya xwedê. :( kurdiya wê qasî ya min e. lê pir peyvên tirkî têdixe. xoca qurban, tu çi dikî. *

    semîner pir xweş derbas dibin lê ne di hemuyan de. yên chyet û janroj mîna îşkenceyê derbas dibe. bikin nekin xwedê bide wan lê ew axaftinên wan ên xerab piştî nîv saetan serê mirov diêşîne, bi quran serê min diêşe ne ku mecazî.

    mamoste seydo zilamekî pir zane ye, lê gelek tiştan pir dubare dike. ji peyvînê hez dike. xwezî min li ber destên wî ders standaya, hewqas mijarên xwe dizane û dikare xelkê re bibêjî. lê bila êdî cixare nekişîne. ez nikarim odeya xwe bikişînim. dilê min dibije. :/

    piştî seydo, kurdiya herî xweş ya mamoste jan ilhan e. dema ev dipeyivin, dibêjim hema wan guhdar bikim. lê naveroka mamoste jan ilhan derûna min xera dike. .(

    mamoste dawid yeşîlmen ji xwe ji wêje û rexneyê nas dikim. karê xwe baş dizane. lê eyara dengê wî yek-tonî ye. ne bilind dibe ne kêm dibe. xewa mirov tê :/

    jaffer sheykholislami di nav hemûyan de herî "gunreş" xuya dike. ji xwe bawer, kesek ne xema wî, lê hakimî mijara xwe ye jî. dibêje kurmanciya min ne baş e lê ji ya mamoste janroj sed qat baştir xwe dide fêmkirin. qey ev ji ber hakimiyeta wî ya soranî ye. nizanim. lê naveroka dersên wî piçekî teknîkan jî dihewîne.

    mamoste xecê jî becok e. * ço bidin destê wê ew ê li we xe. çi eleqe nizanim. lê gelek tiştên di derbarê zazayan de hînî min kir. xwedêjêrazî.

    mamoste abdilwehab xalid mûsa xweş e, baş e lê bila dev ji behdînî berde. asdfghj henek bû. dersa ku herî pir bala min dikişîne e, ya wî ye. lê hîn nebû ku pê bextewar bim. tiştekî kêm e. lê nizanim. :/

    ev çi peyameke bêmane bû wiha. :(



    03.05.2020 01:52 ~01:54 | biruya hayao miyazaki

    dengdanên dawîn (yên din..)
    replîkên lo dublajê [1]
    em axizê her kesî qebûl dikin yalniz axizê torî qebûl nakin...
    diran di qirikê de ye [1]
    biwêjeke kurdî ye
    ji bo kesên xayîn, ne merd û bê emel tê karan...
    swêd [1]
    havîna wê ji bo keseke ku li amedê jiyaye bêhtir mîna bihar û payîzê y...
    kurê xelkê [1]
    Nivîskarê ku min meraq kir çawa şîfreya xwe ji bîr nekirî ye* piştî ç...
    kurê xelkê [1]
    bersiva pirsa "nivîskara tiştê îro xwarî ji bîr dike lê şîfreya s...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » zanîngeha toronto
    » kurdî de bikarneanîna navê allah
    » onlineslangdictionary.com

    Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî