Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; survivor 2020
peyamên çepikkirî

123298. Ez her roj serê sibehê beriya ku biçim karê xwe kurê xwe yê 19 mehî dibim mala xaltîya xwe. Çimkî xanima min jî dixebite li malê kes nin e lê Xwedî derkeve.
Nava rojê jî diçim, hem li mala xaltîya xwe xwarina xwe dixwim û hem jî bi kurê xwe re hinekî dileyizim
Êvarî jî dema ji karî derdikevim diçim mala xaltîya xwe.
Şîva xwe jî li wir dixwim. Hama bêje ji şefeqê heya şevê ez li mala xaltîya xwe me. Ez kengî herim mala wan ev bername heye. Yahu dikim ku biteqim temam em bêjin hûn hej jê dikin lê bi şeref ewqasî jî nabe lo. Li mala ku Demekî ji xeynî Med tv, roj tv, stêrk tv qanaleke dî venedibû, rojê bîst û çar saetan tv8 vekirî ye.

Sê çar roj berê qîza xaltîya min a 12 salî got ' Serhad abê hûn îroj beriya saeta heştan biçin mala xwe nabe? Min got çima? Got îşev li survivorê oyunekî pir heyecanli heye lê ciwan nahêle em temaşe bikin'. Yanî hevalno qîza xaltîya min ji bo ku bi rehetî karibe vê bernameyê temaşe bike, tazîla me da ango wê em qewirandin.

Ez rexne li kesên ku vê bernameyê temaşe dikin û sebra xwe pê tînin, ti car nagirim lê babo meriv saetek an du saet temaşe bike bes e, bi şeref meriv di rojê de deh saet belgefîlm jî temaşe bike mejiyê merivî ditevize.
Bi şev ev bername heye bi roj jî Canik û camêrên qerresa rûdinin li ser bernameyê nîqaşan dikin. Yê nizanibe bêje qey mesele çi ye bi saetan dipeyivin.

Xwudê stara me bike, nifşa ku tê emê ji destê wan hezar xwezî bo nifşa xwe bînin



08.06.2013 14:50 | simurg56