Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
mirov çima parve dikin - tirşik
mirov çima parve dikin
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Bûye weke nexweşiyekê. Li ser hemû pilatformên înternetê mirov di parvekirinê de bi hev re ketine pêşbirkê. Di derbarê jiyana xwe de hemû kesî agahdar dikin û bêyî ku sedema wê bifikirin parve dikin. Belê li ser parvekirin û bikar anîna tora civakî gelek lêkolîn hatine kirin. Mînak mirov zêdetirîn çi parve dikin, Pirtirîn çi diecibînin, ji kîjan cûre parveyan hez dikin û filan. Lê belê sedema parvekirinê tu car nehtiye vekolîn. Gelo hûn fikirîne bo çi mirov parve dike? Bo çi dixwaze herkes bi jiyana wî bihese? Bo çi dixwaze mirov li wî binehêrin? Bo çi dixwaze mirov wî guhdar bikin?

Belê sedema jiyana mirov her tim parvkirin bû. Çawa ku xaneya yekem dna ya xwe kopî kir û bi xaneya xwe kir du beş û xaneya din jî bi vî awayî agahiyên xwe derbasî nifşên nu kirin. Mirov jî bi awayî fêr bûn û tecrûbe û zanînên xwe derbasî nifşên din kirin. Ev parvekirin û vegûhestin hertim şêweyê xwe guherandiye. Car caran bi riya şîretan, carnan bi riya nivîsê, carna bi riya stran û dengbêja, carnan bi riya peyker û dîmenan, carnan bi saya şevbihurkan, carnan bi riya meselok û çîrokan û herî dawî bi pêşdeçûna teknolojiyê bi riya tora civakî ev parvekirin didome. Belê başe lê ji ber çi mebest tim bûye parvekirin û veguhestin?

Tiştên werin veguhestin dijîn û yên werin veşartin jî dimirin. Belê mirov tim xwestine nemir, nemrûd bibin. Ji ber vê xwesteka xwe jî gelek tişta afirandine. Piştî mirina xwe qe ne xwastine navê wan bimîne. An jî bi dawî bûna vê jiyanê bawer kiine ku dê jiyanek din ji wan re destpê bike. Berya zayînê misiriyan bi vê baweriyê miriyên xwe mûmya kirine. Pîramîdên bi hezar sala nayên xerakirin ava kirine. Miriyan digel alavên wan binax kirine. Moxol cengizxan digel leşkerên peyker binax kirine. Bûdîst bawer kirine ku piştî mirinê dê di sûretek din dîsa vegerin gerdûnê. Olên semawî piştî mirinê bihuşt û dojeh afirandine. Li gor kiryarên vê gerdûnê dê yan herin bihûştê an jî dê herin dojehê. Ligor başbûn û nebaşbûna xwe.

Wekî ku dixwuye di hizrên mirovatiyê de tunebûn tune. Di fikên wan de, Her çi jî bibe dê bi awayekî her û her xwe mayinde bihêle heye. Birastî jî tunebûn tirs dixe dilê mirov û têkçûna jiyana bihurandî heyf lê dibe. Belê îroj jî parvekirin tekoşîna xwe mayînde kirin e. Hêviya nemir bûne. Lê mixabin kesên bêdewlet mehkûmê tunebûnê ne.......



01.05.2020 17:27 | tîrêj zana 21

2. ji ber ku eger parvekirin tunebûya wê tehm û wate û qedrê tu tiştî tunebûya. bifikirin ku hûn li giraveke îzole ji hemû dinyaya mayî dijîn, we çi bivê li ber destê we ye, lê kesî hay ji we nîne. trajediyeke çi qas mezin?! fors, teşhîr û gelek tiştên din yên li ser parvekirinê ku wek qibhetekî tên dîtin parçeyek ji xweza û fitrata me mirovan e. di hedîseka qudsî de ji bo xwudê dibêje gencîneyek bû xwest bê zanîn ji loma mirov afirand. em jî ew mirovên ku xwudê ji ruhê xwe pif kiriye me dixwazin bi awayekî bên zanîn. hin kes vê ajoya xwe ya prîmîtîv bi awayeke profesyonel vedişêrin hin kes jî nikarin.



02.05.2020 00:16 | endazer

3. Ji bo Xilasîya ji tenêbûnê, ji tunebûnê



02.05.2020 00:26 | afa

4. di xeyseta mirovan de heye ku xwe nîşan bidin, bibêjin va em jî hene li vir in, xwedî hest û fikrekê ne.



02.05.2020 13:58 | henûn

5. Her tişt derbarê popûlîzmê de ye.Bi ya min hin mirov ji bo berjewendiyên baş hin jî bêzanebûn parveyan dikin.
Kesên bo berjewendiyên xwe parvedikin yên zane ne û navdarbûn filan bêvan ne xema wan e.Lê kesên ku bêzanebûn parvedikin teqez bo popûlîzmê parve dikin û carnan wek trol jî tên binav kirin.



02.05.2020 14:04 | brzn

6. çima nekin? yanê em a niha çima li vir tiştna parve dikin? mîrov dixwaze ku hisê xwe, fikrê xwe, derdê xwe, kêfa xwe, geryana xwe, werhasil pir tişt hene ku mîrov dixwaze ku wan parve bike. lê tiiştek girîng heye ku yê ku tişten zêde û vala mîna ku dinyanedîtînî parve dikin. mîna ku: şîva xwe parve kirin, ji bo forsa xwe kirin..
werhasil parve kirin xweş e, hewcetî ye (ger li ser telefunê parve nekin, di nav hevala xwe de parve dikin, ji wan re qalê hisê xwe, fikrê xwe, kêfa xwe, geryana xwe hwd. dikin) yanê ew hewcetî ye lê dozaj muhîm e.



02.05.2020 19:54 | vîta

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» mirovên hejar
» çima yar nehat
» parvekirina gerdûnê

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî