Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
the blind watchmaker - tirşik
the blind watchmaker | 1986
Nivîskar: richard dawkins | tirkî(kor saatçi) | zanistî | 418 rûpel

pirtûk di derbarê teoriya werarê de ye...
the blind watchmaker
(0) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. pirtûka richard dawkins ya di sala 1986 an de hatî nivîsandin.
li tirkî weke "kör saatçi" hatiye wergerandin û ji weşanên tubitak'ê derketiye.
li kurdî jî weke saetsazê kor dikare were wergerandin.

pirtûk di derbarê teoriya werarê hatiye nivîsandin. richard dawkins bi dehan mijaran, teoriya werarê rave kiriye.

nifşek çawa dikare werar bibe, werarbûn bi kîjan qaîdeyên bi rêve diçe, hemû hatine wergerandin.



30.04.2020 14:31 | brusk56

2. pirtûka ku pirsên mirov ên di derbarê teoriya werarê de zelal dike.

bi taybetî ev peyam divê jê were derxistin: werar ne bi tesadufên derhoze pêk hatiye. oldarên ku dixwazin teoriya werarê cûda nîşan bidin bi taybetî vê yekê pir bikartînin. dibêjin fîlan lebatê mirovan çi qas bêhempa û mukemel e., ev yek çawa bi tesadûf çêbûye.

tu kes nabêje ku mirov, ji nav milyaran îxtîmalan, bi tesadûfî çêbû.
eslê xwe de, ê ku tê gotin tam berevajiye. her nifş bi milyonan mutasyon derbas dike û a herî baş dikare nifşa xwe bidomîne. lê ên ku ji mutasyonan feyde nedîtine wenda dibin diçin. lewma her ajalê ku em dibînin ji me re mukemel tê.

oldar dibêjin "yaw li pergala rojê binêrin. hemû gerdûn li dora rojê dizivirin, yek ji wan 10 metre dûr bikeve an jî nêzûk bibe, wê ji rêya xwe derkeve û an wê belav bibe nav fezayê an jî wê bi rojê ve bizeliqe. lê hûn dibînin her car tam ji rotaya xwe derbas dibe. ev nîzamek wisa ye ku, encax xwedê dikare wisa biafirîne"

lê mirov dikare wisa jî bifikire. belkî bi milyaran gerdûn bi rojê ve zeliqîn û şewitîn û bi milyaran çûn kûrahiya fezayê de wenda bûn. ên ku em dibînin, yên karîne di vê ahengê de bimînin in. em encamê dibînin lê yên ku nekarîne û wenda bûne nafikirin.

elbet her tişt nahetiye rave kirin. ez bixwe hê jî nizanim zindiya yekem çawa çêbû. teoriyên heyî min têr nake. lê ji ber ku nikarim zindiya yekem rave bikimî ne mecbur im ji teoriya afirandinê bawer bikim û bêjim mirov ji axê hatine afirandin û adem û hava, zêdebûne û belav bûne.
gerdûna em li ser dijîn bi milyar salan tê de zindî jiyan kirine, ên ji afirandinê bawer dikin dibêjin mirov her wek xwe mane. ên reş ji axa sor, ên spî ji axa spî hatine afirandin *

mirovekş bikare objektîf bifikire, bi tu awayî nikare teoriya werarê înkar bike. ji xwe akademî bi awayek net werarê qebûl dike û qaîdeyên wê qebûl dike. tenê ên ku weke partîzanên partiyek bin, ola xwe diparêzin û ên ji derdora cemaat û tarîkatan felan derketine bawer nakin.



30.04.2020 23:45 ~23:46 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» the metamorphosis

Kategoriyên mijarê:: pirtukzanisti pirtukzanisti pirtukzanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî