(15) (15) (1) |
|
1. hêja netirk li ser twîttirê bûyer bi şiklekî zelal di vîdeoyekê de gotiyê û piştgirtîya xwe dide dashnî murad. Her wekî din jî çend hunermendên Kurdan jî bi vîdeyoyan piştgirtîya xwe anîne ziman; |
|
01.05.2020 04:21 ~04:21 |
merwano
![]() |
2. Ne meseleyek şexsî ye. Ancax kesê tiştek ji civatê fahm nekiriye û nikare ber pozê xwe bibîne dikare ji bo vê meseleyê bêje "şexsî". Nizanim nivîskar di peyama xwe de trolî kiriye an na. |
|
01.05.2020 09:19 |
biaqila malê
![]() |
3. Nivîskarê ku vê mijarê wek versusek vekiriye ez dibêJim qey nizane versus çi ye. bi tu krîteran tu nikarî her du yan di ser wezinekê de bipivî. Yanî ev muqayese dişibe wek ciwan Haco vs emrah serbang, Şivan Perwer vs berdan Mardînî, Meryemxan vs Xecê herdem, hetta lionel Messî vs sabri Sarıoğlu... Hwd |
|
01.05.2020 13:40 ~14:09 |
ferhenga şikestî
![]() |
4. ji romî we yî misilman e , |
|
01.05.2020 14:21 ~23:41 |
shwinsherm
![]() |
5. meseleya ku rewş û fikra başur anîye ber çavan. |
|
01.05.2020 21:56 |
gulêê
![]() |
6. nîqaşeke di navbera du kesan xûya dike lê rastî mijar derbarê mafê jina ye û di dawî de neheqiya li ser dashniyê ye. ew bernameya dashnî û romî tevlî bûy bi pêşkeşvaniya sê jinan ve tê weşandin. dema dashni gotinên romî rexne dike jinên din jê re dibêje ew sihbet bû tiştek xirab ne gotiye. yanî mirov divê wê perspektîfê jî biaxive; çima wan sê jinan hemberî romî tiştek ne gotin û bi gotinê wî keniyan? |
|
01.05.2020 22:37 ~22:37 |
de facto hozan
![]() |
7. ku navê yekî Romî be her tişt jê tê! lê bi ya min problem ne ya Romî ye ya wan her sê jinên ehmeq e ku li hemberî heqaretek ev çend servekirî bi navê suhbetê meşrû dikin û berevajî dixwazin hêrsa deşniyê bitemirînin. deşnî jî bi dîskorseke xelet di şerê li dijî vê kerrîtiya bavsalar de çeper û kozikên sist û leq ji xwe re datîne. leyla qasim û çi? çi hewce ye tu pişta fikra xwe ya ji xwe rewa didî leyla Qasimê?? |
|
01.05.2020 22:40 ~2022.01.13 11:42 |
endazer
![]() |
8. Silav û aferin bo romî harkî. Birastî zor biedeb axiviye. Helbet kêmasiyên wî jî xuyaye hîn tiştan de gelek e. Lê belê gotinên wî li gorî afirîşa mirovan, li gorî fitrata insanan guncan e, lêhatî ye. |
|
01.05.2020 23:37 |
rûbar
![]() |
9. ez pir meseleyê nizanim lê wer xuyaye romî harkî niheqe lê ev kîna lihemberî îslamê derketiye holê çiye? Romî weka ku îslamê temsîl bike tê nîşandan ev çi devquziye devê we bi libe quz jê dertê * îslama rast dibêje eyvê hev biveşêrin lê ezê wisa nekim û îslam dibêje bixweynin nezan nemînin, bawerbikin, dilê kesî nehêlin, kesî tehl nekin, tiştek ne di rêde nekin, alîkariya belengaza bikin, heramiyê nekin,nexwin, qenciyê bikin, dîsa jiyan a weye hun bi kêfa xwene.. dashni jî evan zagonanre ji romîyê devquz bêhtir şiyare. |
|
02.05.2020 00:54 |
telebê hz mêdî
![]() |
10. Mîjara ku hevek tevlihev û çewtî hatiye fêhm kirin dû re jî Romî harkî axaftinek bereday kiriye. |
|
02.05.2020 01:02 |
brzn
![]() |
11. lî wê dînyayê materyalda tenê tiştek hezdikim ew jî realîzme. kengê hun realîzmê biqetin hunê xwe bîrkin. sal 2020 e û em hemû zanin mixabin hê jinên kurd ne azadin. |
|
02.05.2020 01:26 |
doesntmatter
![]() |
12. mirov ne bênamûs be ne bêehlaq be ne neheq be, ji bo têkbirina ya pêşberî xwe serî li rêyên pîs nade. romî fikrên xwe yên kirêt yên li ser jinan li pêş sê jinan got, helbet ne tenê li pêş sê jinan li pêş ekranên TV'yê, li paş ekranê belkî bi hezaran kesan darî kir. heke piçek aqil di serê wan de heba divê îro romî herkî serê xwe kiriba ber xwe de û dîsa derketiba ser ekranê û ji hemû jinan lêborîn bixwesta. lê mixabin ne ew çand heye ne ew ehlaq. şûna wê hevalbendên romî bi namerdî êrîşî daşnî kirine. |
|
02.05.2020 07:53 |
xendekî
![]() |
13. Min îsal Dashni Morad bi xêra tiwîtirê naskir. Ez mûzikên ku Dashni çêdike guhdar nakim ji ber ku ez ew cûre mûzik hes nakim. Lê dizanim ku Dashni jinek gelek zîrek e. Jibo mafê kurdan dixebite, aliyê penaberan dike. Bi kurtasi aktîvîstek hêja ye. Hewceya me bi jinên wek Dashni gelek heye. Em sibê heta êvarê bibêjin jin jiyan azadî jî heta ku ji vê hêşê rojhêlata navendî xelas nebin, nikarin çar bihust bi pêş ve biçin. Rast e kurd gelek teşqeleyan li paş xwe hêşt. Jinên kurd li hemû cihanê wekê şervanê azadîyê tên nasîn. Lê çima jin tenê wextê şer dike bi qîmet dibe? Di her xalê jiyanê da ku mafê jinê tinebî, çima ev qas kes dimirin? |
|
02.05.2020 12:10 |
rozerinbitlisi
![]() |
![]() |
nim [1] |
![]() |
nim [2] |
![]() |
plakayên bajarê kurdistanê [3] |
![]() |
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |