Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


57 mijar û 80 peyam
merwano - tirşik
merwano
(31) (0) (15)
di mijarê de bigere

1. tirşikvaneke jêhatî û tatêldar e.Gellek mîjarên balkêş û kêrhatî vedike.
Bi rastî ciwaniya min ya li tirşikê anî bîra min ,ez jî wisa bûm.Dema ku mirov zozanekî bi keska biharê xemiliye dibîne xwe lê dirêj dike û dizane ku ew êdî cîhê wî ye piştê gerîna bi sedan cîhên din.
Lê mirov ewqas berçav e , tirşikvanek jî negotiye yaw ev camêr kî ye , çi dike û em pêşwaziya wî bikin.
û Bi xêr hatiye.



2020.04.30-01:35 | brzn

2. @brzn sipas birayê hêja, ji bo gelê xwe her tim amade me *
merwano,li ser tora civakî ji bo gelê xwe dixebite,aniha xwendewanê zaningehê ye,em dikarin bêjin nîv mamoste ye *



2020.04.30-01:53 ~03:23]| merwano

3. tirşikvanêkî mêrxas e *
weke nivîskarekî nivîsandî, hê tu kesî xêrhatînê lê nekiriye.
berê min vî karî gelekî dikir, ez jî van rojan pir ne çalak im *
bi xêr hatiye. her hebe..



2020.04.30-13:32 | brusk56

4. Tirşikvanek jêhatî ye maşela. * Hema bêje li bin hemû entryan navê wî dibînim.



2020.06.13-12:15 | xwelî li ser

5. Hevalekî pirr serkeftî ye. Entrya bi zimanekî zelal û rind dinivîse. Rastî jî pirr çalak e. Xwezî tev nivîskar welê bûna. Hêvîdarim ku zêdetir li bin mijarên ku mirov pêş bikeve de entrya binivîse.
Û dîsa hêvîdarim ku wiha berdewam bibe.



2020.06.13-22:50 | yûsiv

6. nivîskarekî qimetê zimanê xwe zane. piştgirîya zimanê xwe dike. li ber çavêmin vê zehftir tiştekî xweş tune. alî din zehf peyama dinivîse û mîjaran vedike, nivîskarek serkeftiye *



2020.06.13-23:09 ~23:10]| doesntmatter

7. Mervan tirsik de nuştox o û hevalê mi yo. Raşta zî ziwanê xo de zaf weş qisey keno û nuseno . Dîroka xo zî zaf hol zaneno. No rojan de semedê kursê Kirmanckî dest pê kerdo.



2020.06.13-23:57 | bazêçewlîg

8. ev meriv bûye evîndarê tirşikê ji bo na Xwedê wî bikin moderator me hetikand tirşik û tirşik ha aha em ketî ha niha dilê wî rehet e ecebe?



2020.06.14-01:07 | şev

10. Tena tirşik nêweno twitter sero zî heze xela ra vejîyayo nuseno * pîroz kena.

Tenê tirşik naxwe li ser Twitter jî tu dibê qey ji xela derketiye dinivîse * pîroz dikim.



2020.06.14-01:21 | kajav

11. mêr e, camêr e, merdemêr e



2020.06.14-01:22 | bacanêfiringî

12. ji bo gotinên we yên xweş, ji we hemûyan re sipas *
yeko yeko ez têm destê we
(yanî silavê didim we jsjsjs)



2020.06.14-01:29 | merwano

13. sedî sed şîva herî jê hez dike Tirşik e:d



2020.06.14-01:42 | şev

14. ji moderatoran zêdetir aktîv e lê ez difikirim ev yek jî ne gelekî baş e.

mirovekî wisa aktîv ya bêkar e yajî dewlemend e.
xwedê me'înçîyê te be .



2020.06.14-08:10 | shwinsherm

15. @shwinsherm ez jî bi qasî her kesî vala me *
bi xêra korona ez nikarim derkevime derve û li gund im... :(



2020.06.14-10:40 | merwano

16. Nivîskarê ev çend roje nexuyanî bû. Va dîsa li tirşikê vegeriya ye. Bi rastî şûna wî vala bû, tunebuniya wî hest dibû. Lê îro wa dîsa hatiye û berdewam e. Qewetbe jê re.



2020.07.02-19:42 | tîrêj zana 21

17. tunebûna wî valahîyek ketîye ser tirşik.net ê. gello wê dîsa çiwext çalakbe?



2020.07.18-23:39 | golikvan

18. Tirşikvanê ku van roja bi karê pastaxaneyê mijûl e. Wêneyê pasteyên çêdike di gel navê wan yê filekî di twiter ê de parve dike. Bawerim ji ber vî karî nikare zêde li tirşikê çalak be, lewra wî jî gazinan ji vê rewşê dikir. Bi xêr be û qewet be jê re.



2020.07.19-00:21 | tîrêj zana 21

19. Wek ku tîrêj zana 21 jî gotiye, aniha ez dixebitim, wek berê bi xwe re nabînim ku tekevime tirşikê, ez jî ji vê rewşê xemgîn im, lê tiştek ji destê min nayê.
Dîsa jî sipas ji bo Peyamên we yên xweş*



2020.07.19-13:30 | merwano

20. Ew mirovên delal siwarî hespên xwe bûn û çûn :/



2020.07.29-22:37 | yûsiv

21. oxra te a xêrê be kekê min xwedê rêya te li ber te veke , li ber me giştika helbet ..



2020.07.30-09:31 | shwinsherm

22. Nivîskarê ku min hay jê nîne li kîjan hespê siwar bûye û çuye ku. Gelo yên ji wî haydar hene?



2020.07.30-19:57 | tîrêj zana 21

23. Tirşikvanê ku dîsa dest xwarina tirşikê kiriye. * Li ku derê kanalên youtubeê û bernameyên youtubeê hebe tê li vir parve dike. Bi saya wî jî em mirov û bernameyên nû nas dikin. Destên te neêşin. *



2020.11.16-18:56 | yûsiv

24. sipas birayê Yûsiv, ne ku ez li hemûyan temaşe dikim, yên ku wextên wan zehf be dikarin temaşe bikin *



2020.11.16-20:30 ~20:30]| merwano

25. pisîka merwano heziriya noelê kiriye *



2020.12.18-19:54 | keyomerd

26. (bnr: em jî têra xwe qirdik in) *
@keyomerd



2020.12.18-20:30 | merwano

27. Bi xêra min bûye Nivîskarê tirşikê *

Ev nêzî du sal e, li ser înstagramê hevalê min e. Haya min nû çêbûye. Ne hewce ye pesnê wî bidim. Ked û xebata wî ber çava ye.



2021.05.02-12:25 ~12:30]| kajav

28. Mirovekî ultra zilam e. Torî ye. Çi Enqereyê beşa Erdnîgariyê xwendiye.



2021.05.02-12:26 | azad517

29. Nivîskarek tirşikê yê kedkar e. Ji roja bûye endamê tirşikê û heya niha têkiliya wî qet bi tirşikê qut nebûye. Wekî piraniya nivîskarên tirşikê ( ji ber rexneyan êdî nabêjim "tirşikvan") zimanhez û xwebexş e. Hesabê xwe yê twitter aktîf bikar tîne û gelek reklama tirşikê dike. Piştê 1 gulan 2021 kampanyaya danasîna tirşikê bûye admînê hesabê tirşikê jî. Ser xêrê be û bawerim layiqî vê erkê ye.

Hêvîdarim bi tirşikê pîr û kal bibe û zanîna xwe ya erdnigarî bêhtir bi me re parve bike.



2021.05.02-23:06 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
tirşikvanên ku di malbata xwe de tirkî diaxivin [2]
wisa hêvî dikim ku hejmara wana zehv kêm e.. di mala me da Tirkî hema...
mehmedê zêde [2]
Biwêjekî ku ji bo mirovên kesek wê/wî hez naki û naxwazi wî/wê cem xw...
moz vs mixmixk [2]
moz di bihar de aktif dibe, mixmixk havîn. tevgerên mozan yekbûyî ye,...
15ê gulanê cejna zimanê kurdî [2]
Bi hêviya ku Kurd jî wek neteweyên din li hebûna xwe, li zimanê xwe xw...
15ê gulanê cejna zimanê kurdî [5]
Pîroz bo Bi xêra zana û wendeyê neslê newe rey de do qîmeta ziwanê ...
belki ev jî bala te bikişînin
» merwano

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî