1. Ibadeta rojî girtinê ibadeteke, perestişeke bi qasî dîroka mirovatiyê kevn e. |
|
29.04.2020 13:53 ~14:09 |
rûbar
![]() |
2. îbadetek him zehmet him jî xweş e. îsal min ji ber hinek sedeman, 5 rojên ewil negirtin, min dît ku min bêrîya wê kiriye. her çiqas di nava rojê de mirov hinek jê biweste jî, ji atmosfera fitarê hez dikim. |
|
29.04.2020 20:39 |
simurg56
![]() |
3. Îbadetek zehmet e. Çend sal berê min got ezê jî wek wan paşîvê bixwum û heta fitarê jî qet tiştekî naxwum. Berî fitara bi seetekê ji ciyê ku ez lê veketibûm rabûm ser xwe çer gî ez rabûm ber çavê min reş bû. Dest û lingên min nema girt. min bi zorê xwe gîhand erdê û çavên min hatin girtin. heta fitara ban min kirin. |
|
30.04.2020 04:18 |
f
![]() |
4. (bnr: raketin) |
|
30.04.2020 14:50 |
tîrêj zana 21
![]() |
5. li gor fikra min ev îbadet ji bo tendurîstiya mirov ne baş e. |
|
30.04.2020 23:46 |
brusk56
![]() |
6. Ji ber ku li gorî salnameya koçî tê girtin û ji ber ku saleka salnameya hicrî ji 354 roj û çend saetan pêk tê û salnameya mîladî jî ji 365 roj û 5 saetan pêk tê yanî di navbera herdu salnameyan de 10 roj û çend saet ferq heye her sal li gorî sala berê 10 roj zûtir remezan destpê dike û rojî tê girtin. demên zivistanê ji ber ku roj kurt in dema rojîgirtinê jî kêm dibe ji loma xelk dixwaze bêtir meha remezanê bikeve nav werza zivistanê. |
|
01.05.2020 01:52 |
endazer
![]() |
7. bavê min di got; carê ji min dipirsîn te çi qas xwar ji rojîya xwe? di got min yeke tenê nexwarîye. yanî min ew ê din tev xwar. * |
|
24.05.2020 01:17 ~01:17 |
xwelî li ser
![]() |
8. hevalekî rojî ne digirt û diçû dihat digot; welleh me rojî qedande ha! * welleh me jî qedand, min jî wekî pîreka rojkî ji serî yek ji binî xwar û rojên din jî di xewêde ha min dî rojî qediya. |
|
24.05.2020 18:13 |
shorbevan
![]() |
9. Îsal jî em xelas bûn heta salek din xwedê mezin e. Oxira te a xêrê be rojîyê. |
|
24.05.2020 18:46 |
xabûrî
![]() |
10. ferzeke dînê îslamê ye.di meha remazênê de tê girtin.bi birçîbûn û tîbûnê tê naskirin. |
|
24.05.2020 22:32 |
jehr
![]() |
11. Min îro heyfa xwe jê hilda, rojiyê ku min Qasê 30 rojê girtibû û tenê kîloyeke ji bedenê xwe kêm kiribû di nava rojekî de min dîsa bi faîzê wê ve danî ser. |
|
24.05.2020 23:46 |
mîr
![]() |
![]() |
replîkên lo dublajê [1] |
![]() |
diran di qirikê de ye [1] |
![]() |
swêd [1] |
![]() |
kurê xelkê [1] |
![]() |
kurê xelkê [1] |