1. xewa ber evarkî ku dema mirov vê demê de dirazê û piştre şiyar dibe, jiyan li ber çavên wî reş û tarî dibe. |
|
28.04.2020 00:16 ~2021.05.06 17:20 |
merwano
|
2. Xewa di dema herî xerab da û piştî wê sedema serxweşîyeke nexweş e. Gelo binyada wê ya zanistî heye nizanim lê pir xewa min were jî ez xwe digrim û wan deman ranazêm. |
|
28.04.2020 10:00 |
xabûrî
|
3. xewa herî bitalûke ye ya ku di nav mewdeyên nimêjên esir û êvarî de tê jiyîn. mirov ji ber betilbûyîna canê xwe û heke têr be, ji ber giraniya xwe nikare li ber xwe de û hema di xew re diçe. piştî xewa saetekî hemû xewa şevê diherimîn û tehemûla mirov bi kesikî re û bi tu tuştî re nedima. di dema xortaniya min de min ev çax ji xwe kiribû edet ku radiketim: çerxa bêweç û mixabin sûreta min li nav baçimêlk û bum û frankensteinî de diçû û dihat, sebra kesek bi min nedihat ku di wan êvaran de sebra min bi xwe jî ji min nedihat û ji hevûdin re û ji min re digotin, viya dîsa ji xew rabûye, bela xwe pê nedin, wê bi ba'cokiya xwe ew ê pitpitokî bike. * |
|
28.04.2020 11:45 ~11:46 |
biruya hayao miyazaki
|
4. hewnêko eskince yo. merdim nimajê êrê ra dima hewn re şêro û tira dima hewn ra biwerzo sek hewt barê herî îzim kirişto aseno. Merdim heze herî ra kewte dinya ra serd beno. Xînt beno, dinya ci rê tirş û cal bena. Heze hewrê sîyaye dormarê nê merdimî şî-hamey. ecelê ci hamêyo û sey vergê harî bîyo, çim tira sûr bî û hama wazeno yewir rey pêro bide ro. |
|
29.04.2020 04:50 |
kajav
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |