Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
nocontextkurd - tirşik
nocontextkurd
(16) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. cûdahîya van û mevzukürtlere bawerim kême, Herdu jî qeşmerîyê dikin. Erê car caran belkî kenê mirov tênin, lê gelek caran yekî ji dîn û îman derdixin. Her çiqas ev li gorî mevzukürtlere hinekî din baş xuya bike jî. Parvekirinên wan; Çaya kaçax, kendime(Di kurdî de peyva ji xwe re), omer suleyman, hozan şemsettin û hwd. pê de derbas nabin.

dîsa jî em bêjin çi, şopînerên wan, li ser înstaye 200,000 in û li ser twîttirê jî 61,000 çê bû ye. bi piranî ev Kurdin :/



25.04.2020 04:06 | merwano

2. Hesabekî medya civakî ye û qaşo Kurdan temsîl dike. Lê gelek caran me Kurdan rezîl dike haya wî/wê jê tune. Min jî demekê dişopand lê wekî li jor hatîye nivîsîn ji çend mijaran pê ve tiştekî parvenake û parveyên hesêb jî tirkmancî ne piranî.
Edît: mixabin ez jî carina bi parvekirinên wan dikenim.



25.04.2020 04:12 ~12:32 | xabûrî

3. Navê wan Kurdî xuya dike Lê mejî, fikr û parvekirinên wan ne Kurdî ye. Dijmin bi nav û ala xwe dijmintî dikin Lê ev kerên beredayî bi rengên me dijmintîya hebûna me dikin. Ker kurê keran carekî ji bo çand û hunera xwe dîrok û zimanê xwe tiştek parve nekirine. Rojekî reklama pirtûkek Kurdî yan rûpelek Kurdî nekirine li pey henekên tirkmancî (di rastî de henekên genî) ketine û wek xwe şopdar dîtine û têra xwe dikenin. Mirovek sed car bibêje “moralê me bozix e” û bikene, tu yê çi feyde jê bibinî? Kujerên hêvîyên min in. Ez di şeref û xîreta wan nim.



25.04.2020 04:31 | kajav

4. ji bo ku nav nasnava wî de "kurd" hebû min dişopand û tweetên wî dixwend.Lê wisa dixûyê ku populîst e.pEyê şandeyên populîst diçe û ne pêwîst e ku têkiliya wî Kurdî heye tune ,parvedike.



25.04.2020 15:45 | brzn

5. Pênasekirina mîzah çawa nayê kirin e. Ew û yên wekî wî.



02.05.2021 17:36 | nivîskarê gêj

6. Hesabeke "mîzahê" ya medya sosyal e. Post û parveyên li gor dilê tirkmancan amade dike û parve dike. Di nav kurmanc û tirkmancan de gelek tê ecibandin û şopandin. Şopînerên bi hezaran jî vê yekê piştras dike. Min cara ewil li tirşikê vî navî bihîst. Li ser rexneyan min çû lê nihêrt, ez gelekî mat mam. Yanê admîn an rêveberê wî hesabî her kî be, rasterast henekên xwe bi kurdan dike. Ya mirov ecêb dihêle şopîner jî kurd in û ji vê yekê razî ne.

Hasil kelam, miletê me eve yanî. Ne hewceye em xwe bibehicînin. Asta perwerde, mîzah û jîrbûna miletê me mixabin gelek kêm e. Divê em vê yekê qebûl bikin û xwe beleheq nebehecînin.

Nîşe: min vî hesabî asteng kir.



13.03.2022 18:37 | tîrêj zana 21

7. Rûpelek vikîvala ye hama henekê xwe bi çanda Kurda û zimanê wan dikin. Lê a xirab ew e ku xwedîyê rûpelê jî Kurd e lê xwe bi piçûk xistina gelê xwe mezin dike. Jixwe ji alîyê Tirkan be tên hezkirin ji ber ku gava xayînên wilo dibînin miradê wan li me dibe, lê ev Kurdên ku dikevin şopa wan û wan diecibînin Xwedê zani çi difikirin:(



14.03.2022 22:44 | pîroz

8. rûpeleke ku Kurdan ji bo tirkan dike henek.

mîna:
"some kurdish problem".

-Keça ku ez jê hez dikim ji min re got "kuzum benim".
-some kurdish problem bro hahahahaha.



19.04.2023 16:56 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nocontextkurd

Kategoriyên mijarê:: tekili tekili tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî