Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    17 mijar û 24 peyam
    mevzukürtlere - tirşik
    mevzukürtlere
    (1) (0) (9)
    di mijarê de bigere

    1. Di Twitterê da navê hesabekî ye. Tiştên ku derheqê Kurdan da hatiye weşandin wana belav dike.

    Ewilî Navê vê hesabê @mevzukurtlere bû paşê ji ber gazinê milet, ev hesap hate girtin paşê dewsa vê navê @mevzukurtlere1 kete fealiyetê.

    ji ber hêrsa miletê kurd (ne ji ber şikayetê tirka) di Twitterê da bi rojeva #Mevzukurtlerekapatilsin 2-3 roj kete nava rojeva yekem, xelkê boyî ku were girtin Spam kir.

    Berê Twitterê da bi navê fincikkurd hesabekî hebû, texmîna min xweyî vê hesabê dîsa eynî kes e. Profîla wan herduk bîna hev in resma Ataturk, Ehmed qaya, Ibrahim Tatlises heye.

    Em ê werin ser meseleya terza wê, car caran tesbîtên xweş û cih da parve dike kenê meriv tîne. Lêbelê piranî bîna Tirkên ku dixwazin kurd piçûk, nezan, hov nîşan bidin xeberdan, edetên wan dixin devên xwe, tirane xwe dikin, terza wê jî ev e, meriv wekî kurdek jê aciz dibe, sebra meriv xilas dibe. Trollên ku mîzahê ofansîf dikin dişibe wan.

    Nizanim kurd e yan nîne, ihtimal e zimanê kurdî jî nizane.

    Ez nabêjim herkes ji sibê heta êvarê pesnê kurda bide, her tiştê kurda qenc nîşan bide, lê hed û hidûda her tiştê heye eyb nîne çima bixwazim xelq li min bikene, malzeme bidime destên wan.



    2020.04.24-22:16 ~22:18]| mîr

    2. Li ser vê hesaba Twitterê de min Twittek xweş xwendibû di got: henekên bi vî awayî kurda jî wek lazan dike mijara pêkenokên tirka(temel) û bi vî hawî me dike perçeyekî kultûra wan.

    Tiştê bala min kişand Twittên cimaeta mevzukürtlere yê wek ev kesana ne kurdin û ji derve li kurda dinêrin û bi vî hawî tespîta dikin li ser kurda. Yan jî wek yekî tirkek ji hewa avêtîye nav kurdan û gotiye li wan mêzeke û tespîtê xwe bêje. Tiştekî ecêbe welle.



    2020.04.24-23:49 | f

    3. hesabekî beredayi li ser Twitter'ê yê.

    ez bixwê dibejîm dewlet di be kû pist van hesabên ha hebe.



    2020.04.25-00:06 | tomcruise

    4. Her wiha li ser înstagramê jî wek wan çend hesabên qeşmer henin wekî @nocontextkurd û çend şîrikên din.



    2020.04.25-00:07 | kajav

    6. hisabek medyaya civakî ye ku rêveberê wê hisabê xuya ye çi şerm û eyb nahevîne di hindirê xwe de. heqaret xwarina kurdan dike tiştek normal û zêdetir dibe, êdî kurdbûnê dike pêkenoka tirkan.

    nizanim heysiyeta insanî wê çawa qebûl bike, ku mirov nasnameya xwe, kultura xwe, jiyana xwe bike paspasa bin piyê tirkan... yanî tu çi qezanç diki? ji bo keçên tirk, an pere? ew çi tişte ku te wisa dike bêşeref? temam me hemû kurdan dev jê berde, yaw ew çi tişte ku te sebeba wê diya xwe bavê xwe dost û eqrebayên xwe xerc kirî? çi qîmeta wî karî heye ka ji me re jî bêje da em fêm bikin çima ji tirkan wêrantir tu li ser çanda xwe jiyana xwe dijminatiyê dikî?

    kurdbûn wî heqî nade te ku tu me bibî bikî pêkenokê tirkan. yê karek wisa Jî dike bila ji xwe re nebêje kurd ji xwe.

    notek dawî: ixtimale ku admînê wê hisabê fincikkurd be. min wextekê dişopand, ew yekî geverî bû û çi eleqa wî bi kurdîtiyê nebû



    2020.05.02-00:33 ~04:58]| de facto hozan

    7. Here lînkê












    ez jî wek @3 difikirim.

    "keko,kıro" ew peyvana bi yeşilçam re bû argo nav tirka.yeşilçam xelas bû îja wana derket. hesabek genî li ser twitter.

    (bnr: zaten moralê me bozux e)
    (bnr: bebekamin)



    2020.12.05-00:12 ~00:17]| lewendî

    8. hesabekî genî ye. xwedîyê hesabê weka hesaba xwe genî û rezîl e. tiştê ecêb ji aliyê gelek kurdê ehmeq jî tê şopandin û qe fedî nakin.



    2020.12.05-00:59 | hueyn

    9. Ji ber go ti hacker ji nav me derneketiye, rupelek ji wan rûpelên gamariye ku li platformên medyaya civakî îtizkan diavêje..



    2020.12.05-10:29 | zîzo

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    tirşo [1]
    giyayek jiber tehma wî tirşe tirşo jêre tê gotin. û hew

    ...
    amblema tîşortê tirşik.net'ê [3]
    ji van desena desenek bi ecibînin û îtîraf bikin ez desenatorek başim ...
    bîranînên li amedê [2]
    Îşev ez û hevala xwe li benda mînîbûsê bûn ku vegerin malê. Ji ber kor...
    tiştên ku tirşikvan niha dixwin [1]
    Dendik û çay *...
    rojnivîska tirşikvanan [2]
    Silav rojnivîskê , ‏Wek herroj îro sibê jî hatim dersxanê ‏Dixebiti...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » mevzukürtlere

    Kategoriyên mijarê:: malper teknoloji malper teknoloji malper teknoloji
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî