Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
gênco - tirşik
gênco
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Filmek derhêner û lîstikvan (bnr: ali kemal çınar) li hemberî we ye*

Filmek ji qalibên kurd têde tê tesewir kirin bi temamî nebejî jî bi gelemperî derdikeve. Diyare ku rexneya li ser hunera kurd tê kirin (ku xalê mafdariyê tê de heye) hunermend girtiye ber çav û bi vê awayê tiştek ava kiriye. Peyama ji hunera kurd re ev bû "Êdî bes bi keserê me, birînê me me derxin pêş. belê em bê vana jî karin tişta bijîn, ji ber ku em jî mîna her însanî ye.". Û bi çîrokek cûda û pêwendîyê wê êdî xuyaye ku sînemaya kurdan kare bê kevneşopî û xizaniyê jî tiştinan bide ber çavê me.



Film bi çîroka xwe balkêş bû. Bûyer di nav malbatek ji rêze û merivê ji rêze tê holê. Yekemîn super lehengê kurd "gênco" bi hêzên ne ji rêzê dixwaze alikariya mirovan bike. Û rojekê camêrek ji gênco tika dike ku were ji bo xwişka wê bi hêzê xwe yê efsûnî alikariyê bidê. Pirsgirêka xwişka wê tişta eve ku tiştina serobin dibîne. Nexweş li hemû şêx, mele û bijîşka gerandine lê tu derman nedîtine. Ji bo nêrîna wê rast bike tenê hêviyek maye ew jî karanîna hezên gênco ye. Belê hêzên gênco heye lê bisînor e, nikare vê pirsgirêkê çareser bike. Lê film bi temamî tiştên ji derê dinya yê pêknayê. Gênco di heman katî de şirîk û karkerê cafeyek vegan e. Û têkiliyê bi dê û bav re jî mîna her malbatekî kurd e. Rojekî fezayî tên û her tiştî ji gênco re eşkere dike. Ev 30 sale ev hêza bisînor daye qwasê mîlyonekî insanê lê ya zêdetir layiqê gênco dîtine da ku dinyayê ji xerabî û bextreşiya xelas ke. Lê di vê demê de pirsgirêkek çêdibe ku wê dawiyê re were fêm kirin hêza ku divê bide gênco dide dergevanê avahiyê. Lê dergevan bivê agahiyê bêxeber e. Jê şûnde ev fezayiyê nepen dide zanîn ku bêhemdî ev hêza daye dergevan. Çareseriya vê pirsgirêkê bi du rêya ye; yek, dergevan bi daxwaza xwe vê hêzê dîsa bide gênco û du, wê ev hêza were betal kirin. Lê dergevan bi hêza ku bi wêre ye dihese şûnde naxwaze şûnde bide. Û camêre ku ji bo nexweşiya xwişka xwe ji gênco ra gotibû îja tê ber dergevan digere ku bê nexweşiya xwişka wê sererast bike. Û dergevan hebekî li ser hûr dibe û hêzên xwe bi kar tîne şûnde keçik êdî baş dibe. Dawiya dawî dergevan êdî nikare wê hêzê bi kar bîne. Lê gênco jî mîna ew hêza pê re hebe gorî dilê xwe dihere ciha û tê. Lê çi bû, gelo hêz dîsa dan gênco?


Lîstikvanî ne bi prosfeyonelî bû lê ne ewqas di çavê meriv re jî diçû. Yanê lîstikvanê asta navê bûn.

Axaftina lîstikvana ne ewqas herikbar bû lê peyvê biyanî jî tê de ewqas tunebû. Ji axaftina meriv derdixe ku devoka kîjan deveriye.

Bi kurtasî ji bo derbasbûyina sînemayek gerdûnî û cûda ne filmek xerab bû. Heta mizgînîyek bi ronî ye gorî nêrîna min. Film ji aliye nav hev de helandina jiyana sirûştî û bûyerên ne ji rêzê serkeftî bû. Û muzîka dawîya filmê lê dide jî gelek baş bû.

Ev lînka filmê ku heger dilê we bixwaze ser youtub'ê karin temaşe bikin:





Ev jî (bnr: ruşen alkar) :





23.04.2020 18:41 ~18:42 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» gênco

Kategoriyên mijarê:: sinema sinema sinema kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî