Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 43 peyam
amed yan wan - tirşik
amed yan wan
(3) (3) (1)
di mijarê de bigere

1. pirseke zor e ji bo min û gelek kesan..

zivistana wanê zehv sar e havîna Amedê zehv germ e.

bircên Amedê hene, gola wanê.

Amed şehrekî meztir e lê wan jî têra xwe heye.

lê ji bo jiyînê ez e wan ê vebijêrim..
ji ber ku dilê min ketiye Behra wê



22.04.2020 00:51 ~00:52 | bûtîmar

2. av hemû cara erdî pêş dixe..
di wê versusê de ez dixwazim bêjim wan*



22.04.2020 01:47 | de facto hozan

3. wek bajar helbet Amed wek niştecih ne yek jî, niştecihên van herdu bajaran jî hov-hors in herî kêm bist-sî sal ji medeniyetê paşdemayî ne.



22.04.2020 02:01 | endazer

4. Ne yek jî.

(bnr: tetwan)*



22.04.2020 02:11 ~02:19 | xelîl

5. Bi girava Axtamarê tenê mabe ezê bêjim wan. lê ji aliyê niştecihan ne herdu jî.
Ji ser dîwarên dêra Axtamarê sêr kirina golê..



22.04.2020 02:20 | f

6. amed! hin kes li ber çavê min şêrîn kir. û çû. lê hê jî şêrîn e.



22.04.2020 13:29 | xwelî li ser

7. Helbet amed. Îca ev jî pirs e law?



22.04.2020 13:59 | alamutkalesi72

8. Her du bajar jî bi têra xweşik in Lê helbet amed di dilê kurdan cihekî taybet digre. 3 sal e ji amedê dûr im. Belê germa Amedê behna mirovan teng dike lê bi dîrok û zindîbûna xwe germoxa xwe dide ji bîr kirin. Mirov li Wanê dikare 4 demsal bibîne. Zimistan sar derbas dibe Lê nê dirêj e havîn germ e Lê wek Amedê nîne.



23.04.2020 00:28 | kajav

9. Min ji bo Amedê terka Stenbolê kir. ne poşman im. Eger xwudê hezar sal jî emir bide min Ez salekê jî nadim û li Wanê najîm.
Wan xweş e, ne ku xirab e lê Amed cuda ye.

Bavê min digot dema Ez ji navçeyê diçûm Diyarbekirê, esnafên Diyarbekirê derebeyên dikanên xwe nedigirtin. Çimkî tu kesî dizî nedikir. Ez mame di hikmeta xwudê de ku aniha li Kurdistanê dizî herî zêde li vî bajarî diqewime.
Belê Amedî hindek ji medenîyetê paş de mane lê kîja bajarê Kurdistanê xwedan ronesansê ye? Yan jî li Rojhilata Navîn şêniyên kîja bajarî para xwe ji medeniyet û însanîyetê girtiye?



23.04.2020 01:25 ~01:26 | ferhenga şikestî

10. Ku behra Wanê li Amedê bûya minê bigota Amed lêbelê ji ber ku ne wusa ye ez ê bêjim wan (._.)



23.04.2020 16:01 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» amed gökçen
» yansımalar
» wane

Kategoriyên mijarê:: geruturistik cihuwar jiyan tekili cand geruturistik cihuwar jiyan tekili cand geruturistik cihuwar jiyan tekili cand kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî