1. navê helbest û pirtûkeka helbestan ya helbestvanê kurd rênas jiyanî ye.. di nav helbestên nûjen yên kurmancî de bawer nakim ku tu helbest ev qas di rewacê de mabe û ji aliyê xwendekarên xwe ve hatibe jê hezkirin.. piştî ku pirtûka bi vî navî çap bû li gelek bajarên kurdistanê bi vî navî cafe û restaûrant û pirtûkfiroş vebûn.. |
|
05.06.2013 16:30 |
endazer
|
2. helbesta rênas jiyanî ku nifşek bi xwe re mezin kiriye, hînî helbesta kurdî kiriye û evîndariyeke arabesk di dilê wan de hiştiye. |
|
05.06.2013 17:36 |
rojan
|
3. rênas jiyan piştî janyayê kêm helbest nivîsî, yeke bi navê "marka" nivîsî ew jî pirr qomîk bû. li gorî rîwayetekê, ciwanên qoserê li ber janyayê jilêtan diavêjin xwe, nizanim. elîxan loran di helbesteke xwe de dibêje "janya hêdî! êdî tu dikarî xwe bikujî" û dibêje "belkî belkiyeke me jî tune" filan, em bigirîn an bikenin, nizanim. em ê li benda kitêba wî ya nû bin. |
|
06.06.2013 11:09 |
filitto lawo
|
4. HEKBESTAVANÊ HEMENA DEMÊ DE B ŞÛRRÊ XWE GEL XWEDÊ Û WEXTÊ ŞER Dike dawiyê mirin ser dikeve lê karakterên wî wekê ankayê bi xwelaya xwe diafirinnnn. |
|
07.08.2013 22:28 |
kelha bayê
|
5. ji bo fahmkirin û fikarandinê divê mirov seretayî ol û wextê bi şêwazekê rasteqîn kûrrkûrr analîz bike, ev helbes awayekê nîşaneya serhildana hemberî tiştên ku ol û demê ve girêdayîne.helbesvan digihêje vî argûmanê ku tu carê wext û bawariya olî aliyên kurdan ve bi awayekê erenî tevnegeriya ye |
|
07.08.2013 23:20 |
kelha bayê
|
6. helbestekî rebbê helbesta kurdî ye |
|
07.08.2013 23:23 |
xewnname
|
7. helbesta ku li gorî ajansan stranbêjê kurd jan arslan di abûma xwe ya dawîn ya bi navê xewrevîn de kiriye beste û di teşt û tevna mûzîkê de bi dengê xwe hûnandiye û strandiye û lorandiye û şeh kiriye.. |
|
17.09.2013 06:49 |
endazer
|
8. Sal nodûneh bû ez ne xelit bim çapa wê ya pêshîn ji weshanên "doz" ê çêbû. Hîn jî di pirtûkxana min de cihekî wê yî taybet heye. Tishtekî din ew kesên ku dev davêjin vê helbestê ger wextên xwe yî bi çavên shil bi kerb ew dixwendin û bi xêra van helbest û helbestvanan bû evîndarê zimanê xwe ji bîr nekin. Ev ew e ku kaniya tu avê jê vedixwe kevir avêtina wê ye. Ew kes bûn ku wexta li dû her erebesk hîsên xwe diketin ev helbestnan li ser zimanê wan bûn û xwe bi vî awayî entellektuel didîtin. Ew kesên ku nefret ji otomatan dikin ji bo ku karteke wan a otomatan çêbibe hindikî neketin kpss"an. Rexne li ba kurdan, li rex dujminê xwe bûn e pir caran. |
|
17.09.2013 12:32 |
hemdilaarda
|
9. pirtÛka çiqas ez didim destê xwe dibêjim "şikir ji xwedê re ku ev pirtuk hatiye nivîsandin" e. |
|
07.10.2013 20:06 |
arami
|
10. dojeha dilê rênas jiyan î ku bû bihuşta helbesta kurdî di dilê xortên kurd de. |
|
07.10.2013 22:23 |
dîno
|
11. janya kurdistan e, ango welatê janê ye. eger aniha kurdistan tarî be divê kurdistan tarîtiya xwe bikuje, ji ber ku berbang nêzing e: "fermo janya, êdî tu dikarî xwe bikujî!" û em ronî û azad bibin |
|
27.10.2013 16:04 |
zero
|
12. kurdistan e.! |
|
03.01.2014 00:41 |
xendekî
|
13. janya = Kurdistan |
|
09.01.2014 22:42 |
sîyabend egîd
|
14. pirtûka ku çapa wê ya 3'yem ji weşanên belkî'yê û ji nav zadê genim derketiye. berga wê ya nû ecêb e, wêneyekî xweşike lê belê ne ji bo janya'yê. her çapek nû me li berga berî wê poşman dike. de bila Ser xêrê be û pir bê xwendin. bi hêviya çapa 4, 5, 6, 7'an.... |
|
29.03.2014 01:18 |
giyanstêr
|
15. di kitêba janyayê de helbestek: |
|
29.03.2014 01:39 |
mam selam
|
16. tenyayên êşê |
|
11.11.2014 21:25 |
tivirloismail
|
17. xora ci ra zaf hes kerdêne.çira merd? |
|
12.11.2014 00:26 |
ladyzazarus
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |