Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 73 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; rojên karantînayê
peyamên çepikkirî

120481. Ji bo min rojên karantinayê tune ye mixabin. Dibêjim mixabin çimkî ez di nexweşxaneyê de dixebitim. Kesên ku ji karantinayê eciz in bila ji kerema xwe re herin nexweşxaneyan û rewşa kedkarên tenduristiyê binêrin.
Xwezî ez jî bûme mamosteyek û Hama bi salan ji malê derneketema. Bi hezeran fîlm hene bi hezeran kitêb hene, di înternetê de tu karî ji siharê heya nîvê şevê soberiyê bikî û xwe biewiqînî.



08.06.2013 14:50 | simurg56

123041. piştî mehan ji bo danûstandinê derketim derve. heta niha sîparîşê didam, geh xwarinên hazir geh xwarinên din ên bazarî. lê min îro serê xwe ji paceyê derxist, dinya germ bû, biharek xweş xuya dikir. çawa min kincên xwe yên biharî li xwe kirin û derketim derve û min fêm kir ku ez li malê adarekê sê mehî dijîm. difikirim niha em di yanzdeha gulanê de ne. hişê min nagire. ji nîvê adarê vir ve çend roh-hefte-meh derbas bûne. ev mîrata şewba koronayê demsala zivistanê li min dirêj kiriye. şev û roj, şiwaq û nîvê şevê bûne yek.

ji ber vê şewbê malum êdî salonên sporan jî giritî ne. ji xwe hîn dawiya meha sibatê min dev ji çûnê berdabû, ji ber nexweşiya grîba berazan, piştî karantînaya vê nexweşiyê yek du hefta têketim civatan an na, karantînayê îlan kirin. di du û nîv mehan de zikê min nepixîye, piyên min zeîf bûne. law min meşê ji bîr kiriye. gavên min li hev diketin. hîsek ecêb bû.



06.06.2013 16:08 | endazer