Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
rojên karantînayê - tirşik
rojên karantînayê

Navê mijarê ya ewil ev bû:rojên li karantînayê
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Roja min î 34 a ye. çend cara derketim li mahlê tûrek avêtim û dîsa hatim. wekî din derneketim. êdî nikarim li mahlê jî bigerim. cîranek me bi vê nexweşîyê ketin. şevê din bi malbatkî çûn nexweşxanê. welhasil. jixwe ez kedî me * dikarim bi mehan dernekevim. tiştên ku pê mijûl bibim zehf in. fîlm sêr dikim, wergerê dikim, anîme sêr dikim, wekî din ders spartek filanquzellqurt jî hene. :( carna jî pirtûka dixwênim.
ez cê bûm hatim qeta xwarê. min odeyek raxist ji xwe re. nexwe ez ê dîn bûbama. poşman bûm ku ji zanîngehê hatim mal. dengê zarok maroka hauww!! niha xweş e. tenê ji bo xwarinê diçim jorê.

(bnr: pêşnîyara fîlman ji bo karantînayê)
(bnr: pêşnîyara rêzefîlman ji bo karantînayê)
(bnr: pêşnîyara anîmeyan ji bo karantînayê)
(bnr: pêşnîyara pirtûkan ji bo karantînayê)
(bnr: pêşnîyara filanquzellqurtan ji bo karantînayê)



15.04.2020 19:15 | xwelî li ser

2. Roja 32an e ku ez ji malê wek malofîs dixebitim. Her çend jiyana berdewamî ya li mal ve îza û zehmet be jî û carinan ji bêhntengiyê hema bêm rewşa teqînê jî, dîsa vê rewşê wek serpêhatiyek û tecrûbeyek dibînim.

Gelek proje û aktîvîteyên ji bo jiyana malê hene ku min hertim dixwest pêk bînim lê ji ber ku ez li malê nedisekinîm û wextê min tune bû min nedikariya. Niha derfet çebû û ez jî efû nakim. *

-Gelek pirtûkên di rêzê de bûn min hema hema qedandin
-fîlm û rêzefîlman temaşe dikim
-hînê nan çekirinê bûm *
-du puzzle kirin û ji niha ve xilas kirin*
-wergera fîlman dikim
-hînê çêkirina gelek xwarên nû bûm
- Û hwd.*



15.04.2020 20:46 | xelîl

3. Herçiqas carnan bitengijim jî Ji bo min xweş derbas dibe. ji zû de bû ji kar û ji jiyana dijîm bêzar bibûm. Min dixwest berê xwe bidim mijûlahiyên xwe lê gellek caran wext û taqetê min nedima ku xwe pê re bigihînim. Ji loma ji aliyekê ev rewş ji min re bû firsendek. Jiyaneke ji demê, ji saetan û ji xirecira kar û barê azade bi rastî jî hizûrekê dide mêriv. Lê ev jî heye ku nemaze Dema roj hiltê û dinya xweş û germ dibe dixwazim xwe bixemilînim û derkevim derve, têr bigerim û kesera buharê ji dilê xwe derxînim.



16.04.2020 01:04 | xeyda

4. Ji bo min rojên karantinayê tune ye mixabin. Dibêjim mixabin çimkî ez di nexweşxaneyê de dixebitim. Kesên ku ji karantinayê eciz in bila ji kerema xwe re herin nexweşxaneyan û rewşa kedkarên tenduristiyê binêrin.
Xwezî ez jî bûme mamosteyek û Hama bi salan ji malê derneketema. Bi hezeran fîlm hene bi hezeran kitêb hene, di înternetê de tu karî ji siharê heya nîvê şevê soberiyê bikî û xwe biewiqînî.



16.04.2020 14:48 | ferhenga şikestî

5. piştî mehan ji bo danûstandinê derketim derve. heta niha sîparîşê didam, geh xwarinên hazir geh xwarinên din ên bazarî. lê min îro serê xwe ji paceyê derxist, dinya germ bû, biharek xweş xuya dikir. çawa min kincên xwe yên biharî li xwe kirin û derketim derve û min fêm kir ku ez li malê adarekê sê mehî dijîm. difikirim niha em di yanzdeha gulanê de ne. hişê min nagire. ji nîvê adarê vir ve çend roh-hefte-meh derbas bûne. ev mîrata şewba koronayê demsala zivistanê li min dirêj kiriye. şev û roj, şiwaq û nîvê şevê bûne yek.

ji ber vê şewbê malum êdî salonên sporan jî giritî ne. ji xwe hîn dawiya meha sibatê min dev ji çûnê berdabû, ji ber nexweşiya grîba berazan, piştî karantînaya vê nexweşiyê yek du hefta têketim civatan an na, karantînayê îlan kirin. di du û nîv mehan de zikê min nepixîye, piyên min zeîf bûne. law min meşê ji bîr kiriye. gavên min li hev diketin. hîsek ecêb bû.



11.05.2020 14:54 ~14:58 | biruya hayao miyazaki

6. Rojên ku piştî bilindbûna kesên tûşî vîrûsa koronayê bûne, dîsa heftê dû roja divê em derbas bikin e. Piştî ku mirov dielime derva, vêca hûndir ji mirov re teng tê. Dîwêr bi ser mirovan de tê, bêhna mirov teng dibe. Diçim ji xwe re waneya bixebitim nabe, têm tirşikê dişopînim û maîlê xwe kontrol dikim jê aciz dibim, diçim jûra din ba malbatê, bernameyên tewşo mewşo (ibo show) darî dikin. Derdikevim hewş û balkonê sar e. Axir hama ji bo malê pêdiviyek hebe, berî her kesî ez bazdidim bo wê bikirim. Hama dibêm hinekî ji hundir derkevim bes e.



12.12.2020 22:36 | tîrêj zana 21

7. heke li derve şilî û baran hebe dîsa ne xem e lê wekî dî jî sebra mirov naye.



12.12.2020 22:57 | hueyn

8. Rojên ku bûne sedem dîsa rûnim û fîlman wergerînim. Newêrim derkevim derve, ji xwe li derve jî hewa serma, tarî û bedbîn e, hema ji xwe rûdinim û di demên ji kar dimîne de dixwînim, werdigerînim, temaşe dikim û hwd.



12.12.2020 23:04 | xelîl

9. Rojên ji bo min tu wateya wê tuneye. Ji xwe her tim an li malê me an li nexweşxanê. Tenê êdî zêde mêvan nayên malê Û hevalên min carê min aciz nakin ji bo em derkevin derve.



13.12.2020 18:44 | biaqila malê

10. Rojên; demek ji merivre wekî meriv hepsî be dihat.. psîkolojiya wî nexweşe, jixwe rojên din ger kar û xebat tunebe ji malê berî min jî bidin dernayêm lê van rojên karantînayê hima çavê min li derveye jimine neyêm malê, rojên çiqas navê qedexeyê li serbe jî jiminre ji xeynî çend seetan qedexe tune, pê nade binê min. xebat û xebat nizanim ezê van pera bibim di gora xwe û bavê xwekim *



13.12.2020 21:26 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rojên oxirmê giran

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi jiyan zanistitenduristi jiyan zanistitenduristi jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî