Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
pirtûkên wergera wan î kurmancî nayên xwendin - tirşik
pirtûkên wergera wan î kurmancî nayên xwendin
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ên vê gavê tên bîra min
Perik
Li welatê sînoran
kulîlkvedana gezgezkê
Rizgarkirina hiş ji mêtingerî
Sentaksa wan berbat in



14.04.2020 21:24 | cîncoqo

2. Hama bêje hemî pirtûkên kurdî yên hatine wergerandin di vê kategoriyê de ne mixabin.
Bi taybetî jî wergerên Ciwanmerd kulek û kawa Nemir.

Gelek caran min xwe li xwendina pirtûkên wergerandî ceriband lê her carî têk çûm. Eger min di rûpelekê de du hevok fêm kiribe ez dibêjim waww çi wergereke serkeftî!
Demeke dirêj li ser fikirîm, li sebebên wê ponijîm.

Bi tecrûbeya min a xwendinê û ya rastî raya min sê sedemên bingehîn hene:
1- zimanê kurdî hê amedeyî hevokên dirêj û girîft, kompleks û felsefîk nin e. Zimanê kurdî ji xeynî edebiyat û muzîkê nehatiye karanîn loma mixabin zanistî û disîplînên cur bi cur yên jiyanê li kurdî nehatine fesilandin.
2- tecrûbeya me ya wergerê tune ye. Mesela bi zimanê tirkî Hama bêje 200 sal in ku pirtûkên biyanî tên wergerandin. di dewleta Osmanîyan de ji vir du sed sal berê saziyeke bi navê 'tercüme odası' yanî sazîya wergerê hatiye sazkirin. Yanî bi awayekî sîstematîk pirtûkên biyanî hatine wergerandin. Yanî di tirkî de werger qaliba xwe wergirtiye. Bi hezeran wergêrên wan hene. Jixwe edebîyata nûjen a tirkî bi wergeran hatiye avakirin. Yanî tirk şitl û tovên edebîyata xwe ya nûjen li ser pirtûkên Awropayîyan çandine. Bingeha xwe bi berhemên wergerandî saz kirine. Lê mixabin di zimanê kurdî de hê jî saziyeke fermî tune ye ku bi piştevanîya xwe ya maddî, karê wergerê bi awayekî pisporane bi rê ve bibe. tunebûna bazarê jî rê li ber karê wergerîyê digire Mixabin. Îroj tu rabî bi qasî 300 rûpel kitêbeke biyanî wergerînî, belkî bi salek an du salan bi ked û cehda xwe Wextê xwe yê hêja pê de biserifînî lê kitêba te du sed heb jî neyê firotin, ew morala te xira dike. Eger mirov ji karê xwe tatmîn nebe û ji karê xwe nikaribe debara jiyana xwe bike mirov nema dikare an dixwaze wî karî bike.

3- xwînerên kurdî di warê têgihîştinê de gelek sist in. Ji ber ku bi zimanê xwe perwerde nebûne, bi zimanekî biyanî mêjîyê xwe kemilandina, ji bêje, biwêj, qalib û gotinên pêşiyên xwe bê par mane Yanî bi kurtasî ji ber qedexebûnê têr negêştine kûrahiya zimanê xwe.
Ya rastî xala yekem û xala sêyem têkildarî hevûdu ne. Lê meriv rastiyê bêje her sê xal jî têkildarî nebûna dewletekê ye mixabin



14.04.2020 21:57 ~22:00 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirtûkên wergerandî yên kurmancî
» wergera hevokên kurmancî û soranî
» wan
» kurmancî
» xwendina quranê

Kategoriyên mijarê:: pirtuk pirtuk pirtuk
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî