Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
hêlm - tirşik
hêlm
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Albuma Ferît Sevîm a li malê derxistî ye. Niha di weşanê de ye. Min li her sê berheman jî guhdarî kir bêgûman albumeke nuwaze ye! Ez dikarim bibêjim di nav albumên di van salên dawîyê de derketî de albuma herî serkeftî ye. Dengê xwe di strana bi navê 'hilweşîn'ê de gelekî curetkar bikaranî ye. Stran bi xwe agir e! 'Bafirok', stranek hestyar e. 'Rabe Ser Xwe' stranek bi coş e û bi rastî jî mirovî gelekî motîve dike. Gotinên stranan jî di binê vîdeoyan de nivîsî ye. Bi şeref ez gelekî kêfxweş bûm bi vê albumê, sihet xweş xorto!

Hêlm
-Hilweşîn
-Bafirok
-Rabe Ser Xwe

Va ye min lînka albumê danî li vir. Herin guhdarî bikin bila guhên we ji xwe re dawetê bike

https://www.youtube.com/playlist?list=PLtd4LX_TkMeK3Bhr7hX8f4Bedlx5vuD6w



14.04.2020 21:24 | lîfikê firaxê

2. Albuma ferit sevim ya bi teswîra wî kirî ya 'malê' ye. Ji 3 stranan pêk tê (hilweşîn, bafirok, rabe ser xwe). gotin û muzîkên her 3 stranan jî aîdê ferit e. bêguman xebatek bêkêmasî ye. bi ya min albuma herî serkeftî ya di van salên dawîyê de derketî ye. kompozîsyonên wî ji alîyê muzîkê ve jî ji alîyê gotina ve jî gelekî serkeftî ye. hinek blueskarên cîhanê yên navdar hene (wek mînak John Lee Hooker) nîşana xwe ya taybet diavêje dawîya stranê dema tû dibihîzî tû dizanî ew e. ferit jî weke wan xebatên xwe yên berîya vê albumê di vê albumê de jî nîşana xwe avêtî ye dawîya stranên xwe û dema tû dibihîzî tû dizanî ev ew e. ev lawik tiştên gelek xweş çêdike teqez jê nemînin. nizanim çima qedr û qîmeta ku heq dike nabîne. heyf..

lînka albumê

Here lînkê



23.04.2020 19:06 ~19:08 | soryazyus

3. ji albûmê kêfa min bêtir ji hilweşînê re hat lê hilweşîn jî nekariye bigihe ber deriyê xelînê. bafirok û rabe ser xwe biçekî qels mane. gotin rijî û mûzîk jî bi min zêde monoton hat belkî ji ber kalîteya tomarkirinê belkî ji ber wek enstrûman tenê gîtar hatiye bikaranîn. min her sê stran jî ji bo neheqiyê nekim çend caran ser hev guhdar kir, lê niha yek bêje dikarî di ber xwe re bêjî an qene mûzîka yek ji stranan bihehwirînî, na! bi ya min divê stranbêj êdî dev ji albûman berdin û berê xwe bidin sîngelan, wextê xwe yê ji bo temamkirina albûmê bila ji bo baştirkirina sîngila xwe bimezêxin, wê stranên xweştir derkevin.



23.04.2020 19:24 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» hêlm

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrnbj muzik huner muzikstrn muzikstrnbj muzik huner muzikstrn muzikstrnbj muzik huner kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî