Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 85 peyam
logoya tirşikê - tirşik
logoya tirşikê
(10) (1) (9)
di mijarê de bigere

1. logoya ku aniha hat guhertin û li gorî daxwazên tirşikhezan dikare dîsa biguhere.



22.06.2013 15:51 | simurg56

2. ji bo destpêkê logoyek baş e lê mirov dikare hinekî din lê bişixule û tiştekî spehîtir û estetîktir çêke.. berê her tiştî mirov ne mecbûr e xwe bi hêma û motîfên tirşikê û tiştên di nêv tirşikê de ve girê bide.. yanî em ne mecbûr in logoya tirşikê ji bacanê reş an bacanê sor an ji hîçharan çêkin.. dema mirov li sembolekî an logoyekî ji bo tiştekî dihizire divê pêşiyê kar û karînên wê tiştê bide ber aqil û fikra xwe.. yanî ev ferheng bi çi armancî derketiye û dixwaze çi bike.. li gorî bersiva pirsên wihareng mirov dikare logoyeke spehîtir û levhatîtir çêke..



ji bo logoya di halê hazir de ez dikarim bêjim ku:



- şêwe û ebat û xet û xêzên logoyê li gorî dîzayna malperê û fonta nivîsan zêde qebe hat li ber çavên min.. mirov dikare hinekî din ziravtir û teniktir bike..

- rengê bacanê reş û rengê nivîsa li ser bi rengên din yên di malperê de li hev nake.. mirov dikare rengnên din biceribîne..



22.06.2013 16:32 | endazer

3. logoya ku min gava din dît.

Bi min spehî çêbûye. Di paşerojê de elbet dikare bê guhertin an jî baştir kirin, lê ji bo niha têra xwe baş e ..

Destê ê ku çêkirye sax be ..



28.06.2013 14:16 | brusk56

4. bi raya min bacana ku di logoyê de pal daye û zik berdaye erdê ne li gorî urf û edetên me kurdan e.. bacanên ku em di dehl û baxçeyên xwe de diçînin û dihewtînin biçûk û teşabet in lê tamxweş in jî lê evê bacana di logoyê de tê bêjî qey şûşeya hormonan bi ser xwe de kiriye.. ûr li milkî ve çûye û qûnik li aliyekî ve! *



29.06.2013 02:59 | endazer

5. ji xwe re bacanên bêhormon digere.



29.06.2013 12:11 | simurg56

6. beriya bîstekî ji bo logoya tirşikê fikrek bi min re hasil bû..

hûn zanin gewlaz çi ye ma ne?..

berê wekê niha sera filan tunebûn û pê re malzemeyên tirşikê jî bes mehên havînê bi dest mirov diketin ji ber hindê kebaniya malê malzemeyên tirşikê yên wekê bacanê reş û firingî û hîçhar dikirin gelwaz anku bi tayekî re dikirin û ji bo hişk bibin didan ber tavê û paşê ji bo zivistanê hiltanî.. û dema dibû zivistan jî ji malzemeyên hişkkirî tirşik çêdikirin û jê re jî tirşika bacanên hişk dihate gotin..

axirê ez bêm ser fikra xwe ez dibêjim em dikarin logoya niha bi logoya ku ji gewlazeka ku ji malzemeyên tirşikê yên hişkbûyî hatî pê biguherînin..



ji bo çend nimûneyan:

https://www.google.com.tr/search?q=dehydrated+vegetables&um=1&ie=UTF-8&hl=tr&tbm=isch&source=og&sa=N&tab=wi&ei=x6PWUefQMsrmswabsYHYBA&biw=1366&bih=630&sei=06PWUfioBciHtQa68oDoDA

https://www.google.com.tr/search?q=kurutulmu%C5%9F+sebze&um=1&hl=tr&biw=1366&bih=667&ie=UTF-8&tbm=isch&source=og&sa=N&tab=wi&ei=QqPWUcGfBomCONzCgfgM



05.07.2013 13:38 | endazer

7. nimûneyan te ez naecibinim tiştek din bila bibe



06.07.2013 02:10 | xewn

8. ev çi bacan e pîvaz bûya wê çêtir bûya.



06.07.2013 23:58 | savar

9. logoyek zêde amator e.. xwezî xweyîxêrekî logoyek baştir li ber bejna tirşikê fesilandibûya..



24.10.2013 22:42 | endazer

10. aniha ev e: https://www.tirsik.net/logo.png

lê jixwe niha li tu dera malperê nayê nîşandan.

ji bo pêşniyaran li benda fikrên tirşikvanan e. rasterast logo neyên şandin jî qet nebe fikir dikarin werin dayîn.



27.10.2013 00:19 | simurg56

11. rasterast di malperê de newê nîşandan jî dema lînkeka tirşikê di malpereka din de tê parvekirin ev logo jî di binê wê lînkê de dixweye.. ji ber vê logoyê tenê ez şerm dikin ku lînkeka tirşikê li ser hesabê xwe yê facebookê parve bikim.. an dema reklama tirşikê di derekî de were kirin wê ev logo derkeve pêş..



27.10.2013 00:25 | endazer

12. logoya ku hinek nivîskar jê şerm dikin. em ê hê ecêban bibînî *



27.10.2013 00:33 | brusk56

13. tenê ji bo ku fikir bide dikare li wêneyên li jêr jî were nêrîn:

https://www.tirsik.net/1.png

https://www.tirsik.net/2.png

https://www.tirsik.net/3.png

https://www.tirsik.net/4.png

https://www.tirsik.net/5.png



27.10.2013 01:00 | simurg56

14. ji ber ko ew ferheng e; di ferhengan de peyv giring in. lowma dive herfÊn wÊ peşanÎ bibin, ne şekleka din...



27.10.2013 07:20 | cinorek

15. hinek alternatîfên nû ku dikarin werin sererastkirin;

https://www.tirsik.net/danes/n1.png

https://www.tirsik.net/danes/n2.png

https://www.tirsik.net/danes/n3.png

https://www.tirsik.net/danes/n4.png

https://www.tirsik.net/danes/n5.png

https://www.tirsik.net/danes/n6.png



27.10.2013 15:55 | simurg56

16. logoya ku divêt wisa be.

https://www.tirsik.net/caps/picture.php?/655/recent_pics



05.08.2014 13:58 | karmatî

17. logoya ku êdî nûmûneyekê jê, êdî li malperê bi cî bûye. destên karmatî sax bin, wî çêkiriye.



08.08.2014 09:49 | simurg56

18. Logoya ku piçekî bi ecemîtî hatiye çêkirin * lê fikr xweş e, spas ji bo kesê ku çêkiriye.



08.08.2014 09:54 | gernasnenas

19. logoya ku ne min çekiriye lê min tenê peşnşiyarkir ku logoyeke wisa bibe logoya tirşike. *

dest û tiliyên ku vê logoya xweşik çêkirî û kirî logoya tirşikê sax bin.



08.08.2014 10:53 | karmatî

20. logoya dê qismetê tirşikê zêde bike, înşileh.



08.08.2014 11:11 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
belki ev jî bala te bikişînin
» logoya tirşikê ya bi nivîsa "10 salî"
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî