Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; pejirandina îslamê ji aliyê kurdan ve
peyamên çepikkirî

120119. Di vê meselê de her kes bi qûna xwe xeber Dide. Camêr di jiyana xwe de li ser mislimanbûna kurdan ti pirtûkek nexwendiye, hetta ne li ser sosyolojî û rastiya wê demê û -Hama bêje- ne jî li ser dîroka Kurdistanê ti pirtûk nexwendiye lê tê wek akademîsyenekî zana û têrpispor ji xelkê re malumatfiroşiyê dike. Yên dîndar jî yên ateist jî mixabin bi ezberên xelkê ji xwe re fikrekî efinkî ava kirine Hama dibêjin û dibêjin. Tu dibêjî te ji kîja pirtûkê xwendiye? Bersiv tune ye.
Ez bixwe ne kurdekî dîndar im, min kengî nimêj kiriye nayê bîra min jî lê divê meriv rastî û heqîqetê li gorî berjewendiyên xwe netewîne.
Ew ên ku dibêjin kurd bi şûr û mertal û tîran misliman bûne, ji kerema xwe re bên û belgeyên xwe li vir binivîsîn. Hama ezê demildest lêborîna xwe bixwazim.

Bi qasî ku min xwendiye ( eyb e gotin ez bi qûna xwe xeber nadim û tiştê ku nizanibim nabêjim û ez di xwendinê de yekî jîr im) kurd bi şûr û mertalan misilman nebûne. Li Kurdistanê îslamiyet pirr zû belav bû çimkî bi dîyalogê belav bû. Bi tenê di hindek cîhan de şer derketiye. Meselê pirr dirêj e lê li vê derê dema kesî tune ye li rastî û kûraniya meseleyan biponije
Ji kerema xwe re çend kitêb bixwînin, ji çavkaniyên cuda xwendinên çapraz bikin dûre werin 'zanatîya' xwe biçespînin.
Li dinyê de tu nikarî bi tanq û topan xelkê bênî li ser riya dîn û îmana xwe. Ev derveyî mantiqê ye.

Edit : ev her di du entryên jêr de jî belge û çavkanî tune ne. Wek min got tu çavkaniya wan nîn e.
Minaka Dêrsimê jî gelek trajîk e ku nivîskarê hanê li rewşa misilmanbuna kurdan fesilandiye :/



08.06.2013 14:50 | simurg56