Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
bi kar anîna paşgira (-çî) di zimên de - tirşik
bi kar anîna paşgira (-çî) di zimên de
(5) (2) (2)
di mijarê de bigere

1. qertaf ango paşgira ku di zimanê tirkî de derbas dibe ye."-çî" di zimanê kurdî de cîh nagire.
Zimanê kurdî de -nas , -van ,-kar tên bi kar anîn.
Kesên ku van peyvan bi kar tînên re ti rêza min tune;
(bnr: tirşikçî) , (bnr: apocî) , (bnr: barzanîcî) , (bnr: miqernecî)



11.04.2020 19:03 | brzn

2. Ê meselen bo ew kesên ku ji abdullah ocalan an jî ji mesud berzanî hez dikin dê çi were gotin? Apovan? Berzanînas?
Hejêkerên apo an jî? Belê eve zêde dirêj e.



11.04.2020 19:08 | hêvî

3. mirov dikare wek apohez ,barzanîhez ,tirşikhez ango apogir,barzanîgir hwd. bi kar bîne.
Lê "hez" baştir e.Kesên ku ji yekî ango tiştekî pirr hez bikin re tê gotin.
Ango "gir" kesên ku kesekî digirin û ji aliyê wî/ê ne wek apogir,barzanîgir
apohez/apogir kurdî ye lê mirov dikare wek apoîst jî bi kar bîne.
bi ya min ya rast ev in.
pêşnîyarên we çi ne ?



11.04.2020 19:14 ~19:22 | brzn

4. Pêşniyazên di cih de ne. Sehetxweş. Lê îst xweştir disekine û siviktir e heçku.



11.04.2020 19:17 | hêvî

5. jixwe di kurdîde qertafa 'î' heye bo vê pêwîstîyê wek mînak apo'î barzani'î... , lê belê qertafa 'hez' baştire bo meqernahez, tirşikhezê.



11.04.2020 19:24 ~19:25 | şikber

6. qertafeke mexolkî ye. Derbasî tirkî, farisî û kurdiya soranî bûye. Ma di kurdiya kurmancî de jî bikar bînin heram e qey? Carna ji -î û -gir û -kar û -vanê rehettir e. Dema ez dibêjim boyaxçî siviktir e, lê gava dibêjim boyaxvan yan boyaxkar hem kes fahm nake hem jî dibe sentetîk. mînak pir in, lazim e meseleyên wiha nekin kompleks, jê nerevin.

edebiyatçî
çayçî
duaçî
henekçî
felsefecî hwd.

hevalno asîmîlasyona berra wisa nîne.*



22.03.2021 03:53 ~04:05 | asîmanê sêwî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» karîkatura superman

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî