Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
vîtvîta çivîka - tirşik
vîtvîta çivîka
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. ez dijîm li sîteyek bi dar û ber
henin çivîk timî tim bes ji zaro zêçê xelqê ti deng nedahat
(çi heyf dayikênanha nikanin seetekê zarê xwe li mal bigrin , sed tifî)
lê anha li şaneşînê me distirin çivîk .
min danîye dengê seîd ûsib jî wê cila reş
ro dide rû yê min , bêhna aramîyê tê

bijî corona , viva corona



11.04.2020 10:53 | shwinsherm

2. mirovekî xwedî pez ji bo ku derkeve zozanan li benda dengê pepûkê ye. çimkî dema ku pepûk dikin kûkekûk, herkes dizane ku dema derketina zozanan e. salekê dem hê tam ne dema derketina pez e, lê mirov mêze dike ku dengê pepûkê tê. derdikeve li ber derî bi çavên xwe dibîne ku pepûkekê melomestoyî bi rastî jî dike kûkekûk. mêrik her çiqas hinekî ecebmayî jî dimîne, lê dizane ku rewşa xwezayê çûk û şewal baştir dizanin. diçe hundir û ji jina xwe re dibêje: jinik wa ye pepûk dike kûkekûk, edî dema derketina zozanan hatiye. rabe em haziriya xwe bikin. mêrik tevî malbata xwe amadekarîya xwe dike, keriyê pezê xwe dibe zozanan û konê xwe vedigire.lê ji ber ku hê ne dema derketina zozanan bûye, hewa ji nişkê ve xera dibe û di demekê kurt de pezê wîji ber hewaya sar, sir û seqemê dicemide, winda dibe, dibe xwerê gur û çeqelan û bi vî awayî nîvê keriyê wî telef dibe. ji ber bayê zexm konê wî dikeve, stûnen wî dişikin û tevî malbata xwe perîşan dibe. piştî dinek kêmbûna ba û bagerê merik derdikeve ku li rewşê mêze bike. lê dinere ku wa ye ew pepûka ku li ber derê wî kûkekûk dikir û bûbû sedema zûderketina wî, ji ber sir û sermaye miriye û li ber hebinên kon dirêj bûye. xwediye pez tê ser laşe pepûke, bi xemgînî dibêje: çivîka wîlwîlanî, ez kor bûm min nezanî, te çima mala xwe xera kir, konê min jî pê re danî.Here lînkê



12.09.2020 11:31 ~11:30 | serburiyek

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» vîtvîta çivîka

Kategoriyên mijarê:: jiyan ajal jiyan ajal jiyan ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî