Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    13 mijar û 14 peyam
    îspanyolî - tirşik
    îspanyolî
    (1) (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. Ez dixwazim hînî wî zimanî bibim. Lê ispanyolî ya latîn amerika an jî ispanyolî ya Ewrûpayê heye. Gelo her dû yeke?gelo zimanek hêsane?ez weya meraq dikim.



    10.04.2020 22:25 | dilreş

    2. flortekî min spanyolî dizanîbû. min alî wî dikir da ku peyvan ji ber bike. ew spanyoliya amerîkaya latîn fêr bûbû. gotibû ku ji hêla karan ve bazara latîn firehtir e ku rojek heke bixwaze bi saya spanyolî karek peyde bike, dê wê demê ya latînî rê li wî veke.

    rêzikên rêzimanî ji aliyê saziyeke îspanyayê ve tê rêvebirin û devokên din serî li ber ditewînin, lê nayê bîra min gelo ew fermî ye an na.

    her wiha gelek kes dema ji devê min peyva "zimanê esperanto"yê dibihîsin ku dibêjin te got spanyolî, ji ber şibandina navan. sed la hispana ne estas esperanto kaj estas multaj diferencoj inter cxi tiuj lingvoj, gebuboj! *



    10.04.2020 23:15 ~23:19 | biruya hayao miyazaki

    3. éwila éwil spanyolî ye
    ev zêdetirî sêsid salî zimanê spanyolî di yek bingehê de ye ,
    ez bi rêyek hesan bêjim te
    spanyolîya latîna ne yek e
    ew jî beş bi beş e
    ya argentina ya herî sivik e .
    lê gava tu spanyolîya argentîna fêr bû tu nikani rêberekê ji bo spanyolîya méxîco an ji bo a chilli bibîne , bes gava te serî da ya spanîa tu kani rêberê gişa bibîne çunkî spanîa dagirkerê van dûgelan e



    10.04.2020 23:51 | shwinsherm

    4. herwiha gava tu bixwaze çend kesên zikmak bibîne tu kani sepana hellotalk bikarbîne
    spanyolî ne zor e , dengê wê wek kurdî ne , rêziman jî wek kurdîya colamergê ye .



    10.04.2020 23:53 | shwinsherm

    5. zimanê ku di salên xwendina zanîngehê de qasî bi sumestrek li ser xebitîbûm. kêfa'm jê re hatibû. tê bîra min, wê demê min fîlmên spanî bi binnivîsên spanî temaşe dikir. (bnr: pan's labyrinth).

    nivîsîn û xwendina bi vî zimanî hema hema wek hev in. (bnr: phonetic language). tîpa j wek x dixwînîn (bnr: javier) û du tîpên l li dû hev werin (ll) wek y dixwînîn (bnr: paella) rêzimana wî hêsan e. ne wek rêzimana almanî giran e. hevoksaziya wî bi min pir basît hat. bi kurt û kurmancî, hînbûna wî ne zehmet e.



    08.01.2023 01:54 | mirovekirind

    dengdanên dawîn (yên din..)
    newroz [6]
    greta thunberg bibînê ku di Newrozê de bi hezaran lastîk tê şe...
    arduino [2]
    kartek elektronik û wek komputerek piçûk e. di aqilmendkurd de li kot...
    kampanyaya newrozê ya erzaniya pirtûkan [1]
    Di demek dirêj de min dixwest ez pirtûkên Helîm Ûsiv bixwînim îcar hêv...
    şêr şêr e çi jin e çi mêr e [1]
    faris jî gotinek wisakî dibêjin: (stur: شیرکه از بیشه درآم...
    kampanyaya newrozê ya erzaniya pirtûkan [1]
    bi saya vê kampanyayê çend pirtûka li pirtûkxaneya xwe zêde bikin . ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » îspanyolî

    Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî