1. Mijara ku dê awayên pêhesandina tirşikê bihewîne. Heçî kesê nû xwe tomar kirine an jî yên berê , bi çi awayî li tirşikê rast hatin li vir binivîsin heye ku bingehek an jî îstatîstîkek bê bidest xistin û ev agahî ji bo berbelav kirina tirşikê dibe ku were bikar anîn. Yanê jê were fêm kirin ku bê kîjan çalakî an platform bandorê li ser kurdîheza dike û wan dikêşe tirşikê. |
|
07.04.2020 22:37 |
tîrêj zana 21
![]() |
2. cara ewil wextê vebûn û geşebûna ferhengê, 2013, haya min jê çêbûye, min hesabek vekirye û 3 kit peyam nivîsye. A duyem 2016an qeydbûme min vê carê tam 6 peyam nivîsye. Bi hevokên mîna paşê haya min jê çêbûyî dinivîsim çinku dema cara sêyemîn min vî hesabî dest tirşikvanîyê kir ez bi tesadufî rastî her dû hesabokên dî hatim û min go heylo vaye ez. |
|
07.04.2020 23:03 |
hespêsor
![]() |
3. yekemîn car min tirşik net li ser facebookê dîtibû. wê demê hêj nû peyda bibû lê ez neketimê. demek dirêj pişt re min dest bi şopa ekşi sözlükê kir hedî hedî ew daxwaza ku bibim endamê ferhengê hat min. Lê ew ferhenga tirkan bû min nexwast bikevim li wir û piştî salan ez hatim tirşikê. |
|
07.04.2020 23:39 |
de facto hozan
![]() |
4. Ez hîn zarok bûm, şeveke havînê bû, ji sibehê heta êvarî bi hevalên re min li zikakê lîstibû, ez pir westiyabûm Û pir birçî bibûm. diya min bangî min kir go: "haa giyanstêr ka were malê, were şîvê bixwe" |
|
07.04.2020 23:50 ~23:50 |
giyanstêr
![]() |
5. Estanika mi wina ya. geyrayîşê google de kewtibî vernîya mi la mi çiyek tirşik ra fam nêkerdibî. Înteraktîf ferheng çîyo mi nêzanaynî. Tira dima mi xo ekşî sozluk de qeydê xo viraşte. Mi a wext qîmeta tirşik.net hêdî hêdî fam kerd. Gelekî wext Mi tena entry wendinî. Heta mi qeydê xo viraşt yew di aşme vîreti. |
|
08.04.2020 00:10 ~2021.05.01 02:26 |
kajav
![]() |
6. 6 sal berê bû min di (bnr: ekşi sözlük) ê de dît û ez bûm endam lê ji ber min nizanîbû nivîsandina kurdî ez nema ketimê heta wê roja min di Twitterê de postek hesabê tirşiknetê dît û ez jî nûde bûm endam. |
|
08.04.2020 00:43 |
f
![]() |
7. li ser şirovak youtubê. |
|
08.04.2020 00:48 |
shwinsherm
![]() |
8. em carekî li ser googleê li çêkirina tirşikê digeriyan, bi sê awayan min nivisand; |
|
08.04.2020 04:07 |
afa
![]() |
9. Bi rêya gotina Kekê min.Waxtek kekê min tiştên kurdewarî ku zêdetir dişopand û ew dem derketina lînuxa kurdî, wergerên fîlmên kurdî li ser wergerîne.com, bernameyên wek firefox, wînrar bi kurdî.... lê heta vî demê ti car bala min nedikişand. Dû re dîsa kekê min ji min re got tirsik.net vebûye. Min go ew çi ye? Got ferhenga înteraktîf a bi kurdî ye. Belê her ku diçû tiştên kurdî bala min dikişandin lê ne qasî ku bibin endam ê binvîsim.Ji wî demê şûnde car caran dihate hişê min û min dihat serîkê didayê.bi rastî jî heta wî demê min bi hişê biratiya gelan jî bawer dikir. Lê êrîşa li ser rojava jiyana min sero bin kir. |
|
08.04.2020 05:10 |
brzn
![]() |
10. Sala ku ez KPSSê dixebitîm, nizanim 2013 yan 2014 bû hevalekî li wargeha ku ez lê dimam ji min ra qal kiribû. Ji Şirnexê bû û li zanîngeha artûklûyê lîsansa bilind xwendibû. Lîsansa wî jî Ziman û edebiyata Tirkî bû. * Min got temam temam û belkî ez bûm endam jî lê min serê xwe pê ra neêşand. Piştî ku hevalê kajav jî ji min ra got vê carê min destpêkir. |
|
08.04.2020 11:28 ~11:29 |
xabûrî
![]() |
11. sala 2018an min pirtûkeka jan dost dixwend û li wir biwêjek hebû ku min nedizaniye çi ye. min li ferhenga niherîn û ji hevalan û hogiran pirsîn lê tu encam derneket. dawiya dawî min got zêde hêviyên min tune ye lê dîsa jî ez li ser googleê jî bigerînim ka tiştek derkeve. |
|
08.04.2020 16:31 |
xelîl
![]() |
12. baş nayê bîra min lê çê dibê ku min li ser twîttirê pê hisîyabim(nîsan an jî gulan 2019) |
|
14.05.2020 03:53 ~2021.06.19 08:39 |
merwano
![]() |
13. sala 2013an bû, hîn ji zanîngehê mezûn nebûme li bajarê ezmîr şev û roja min bi kêf û xweşî derbas dibe. hevalek ji hewalan go dilê te naçe tirşikê were em bixwin. min go baş e, de em bixwin lê mebesta hewal ne tirşika balîcan, îsot û firingiyan bû, bîleks tirsik.neta delalî bû. her bijî tirşika min, her hebî! |
|
31.05.2020 23:01 ~23:03 |
tizbîkêş
![]() |
14. Di sala 2014 an de Twitterê mesajeke hate min, pê wê hesiyam, min formata ferhenga înteraktîvan dizanibû ji 2007 an li vir yek ji nivîskarên ekşi sözlük ê bûm. ew çax xwendin û nivîsandina min a kurdî zêde baş nebû, bi saya tirşikê gelekî tişt hîn bûm, rêziman, rastnivîs, hevoksazî, peyvên herêmên din a Kurdan, peyvên çêkirî ya modern, nivîsa standard û hwd. |
|
31.05.2020 23:29 |
mîr
![]() |
15. Rojekê li ser googleyê min mijara veqetandekên nebinavkirî geriya pêşî malpera tirşik.netê derket pêşiya min. Rastî pirr xweş eşkere kiribûn. Lê wê demê min nizanibû ku tirşik ferhengekê interaktîf e. Ji ber wê malper bala min nekişand. Nizanim çima jî. |
|
16.07.2020 23:53 |
yûsiv
![]() |
16. welle ti haya ji tirşikê tinebû. care flortê min ê berê qal kiribû. min serik lê da lê nebûm endam paşê çawa çêbû nizam bûm endamê tirşikê. lê min 1 2 entry nivisî paşê min nêri ji mi ra dibêje "ti çomez î" şikiyam, xeyidim.... hey wax dinyayê derewîn min kire mecbûrê tirşikê. niha ji sibê heta êvarî li vir im. |
|
17.07.2020 15:57 ~16:24 |
zerê
![]() |
17. Tê îstatîstîkek peyda biba lê |
|
12.06.2022 01:09 |
evcebarê pirê
![]() |
![]() |
pêşniyarên ji bo ji nû ve avakirin û belavkirina zimanê kurdî li nav xelkê li bakurê kurdistanê [3] |
![]() |
25.09.2017 referandûma serxwebûna başûr'ê [1] |
![]() |
ewropa an koreya başûr? [1] |
![]() |
dema ku li dibistanê di dersa tirkî de nota xwe di bin 70'î de bidest bixin [1] |
![]() |
kêmasiyên tirşikê [1] |