Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
qamişlo - tirşik
qamişlo
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bajarÊ evÎnÊ, paytaxta rojava.



20.09.2013 12:28 | cinorek

2. çend sal berê bi egera muxalefeta li dijî rejîma esed partiyên kurdî li vî bajarî xwepêşandan kiribîn û rejîma esed jî girseya xwepêşandêr dabû ber gulleyan û gelekan ji girseyê jiyana xwe ji dest dabû.. ji ber vê bûyera diltezîn ji aliyê gelek kurdên diltenik û ruhnazik ve wek qamişloka xwînê tê hildan navê vî bajarî..



20.09.2013 21:17 | endazer

3. Berî sînordanîna li ser singa Kurdîstanê taxêkê Nisêbînê bû.Piştî ku ma li binxetê bû bajarê herî mezin yê rojavayê kurdîstanÊ



03.11.2013 11:11 | diljan

4. ev bajarê evînê îro dîsa bi êrîşên terorîstên xêrnexwaz bûye qamişloka xwînê.. cebheya el-nusra ya bi ser el qaÎdeyê ve bi teketoreke tijî bombe êrîş biriye ser xala pişkinînê ya ypgê û di encama êrîşê de dido jê şervanên ypgê û yek jê sivîl sê kesan jiyana xwe ji dest daye û nêzikî 9 kes jî birîndar bûne..

ji xwe salih muslim jî beriya çend rojekî gotibû el nusra û rêxistinên din yên îslamiya radîkal xwe di ereban de birêk dixin û kengî be ev eşîrên ereban yên ku bi darê zorê li kurdistanê hatine cîwarkirin wê werin qewirandin û ev yek jî bvê nevê wê bi xwe re pevçûnên navxweyî bîne..

piştî bûyerê dibêjin leşkerên rejîmê yên balafirgeha bajêr kozik danîn tarên ku di bin destê el nusrayê de ne dane ber topan..



24.11.2013 01:03 | endazer

5. Qamişlo bajarekî Rojavaya Kurdistanê ye û wek Qamişloka Evînê tê naskirin. Bajarê Qamişlo bajarekî nû yê li ser zemîneke dîrokî ye, berî sînordanîna navbera Sûrî û Tirkiyê, ya bajarê Nisêbînê bû. Li gor Samiyê Mela Ehmed Namî, li ser zimanê bavê xwe, dibêje ku: "Frensî di 20-ê Tebaxa sala 1926-an de bajarê Qamişlo bi endazyariyeke pir rast û dirûst û bi destê endazyarekî Frensî hat danîn û avakirin". Zemîna ku Qamişlo li ser wê hatiye avakirin pan û berfireh e.



Niha nêzîkî 500.000 mirov tê de hene. Ji sedî 70-ê ji wan Kurd in. Herwiha Fileh, Ermenî û Ereb jî lê hene. Qamişlo qezaya parêzgeha Hesekê ye. Li Qamişlo firokexaneyek heye, 6 km dûrî bajêr e. Qamişlo dikeve navbera bajarê Serê Kaniyê (120 km li rojava), bajarê Dêrikê (100 km li rojhilat) û Hesîçê (85 km li başûrê rojava). 30 km dûrî Amûdê ye, ji Dirbêsiyê jî 60 km (li rojava), ji Tirbespî 30 km û Rimêlan 60 km (li rojhilatê) dûr e. Li nêzîkî Qamişlo, bi taybetî li devera Qereşokê, petrol heye.



Di navbera sala 1914-1922-an de piştî qirkirina zêdetir ji 250.000 Asûriyan li Tirkiyê û hatina Asûriyan û herweha Kurdan, bi damezrandina rêya trênê ev bajêr di sala 1925-1926-an de hat sazkirin.



Di meha Adara 2004-an de eskerên Sûriyê piştî raperîna gelê Kurd li wî bajarî zêdeyî ji 30 kesan kuştin û bi sedan birîndar bûn û bi hezaran girtin.



Çavkanî: Wikipedia



07.01.2014 13:05 | brusk56

6. danasîna qamişo







13.02.2014 00:30 | diljan

7. welatê min..



13.02.2014 18:27 | hemokrates

8. bajarê ku duh yanî 21ê sibatê meşek mezin ji bo piştgiriya rejîma esed hatiye lidarxistin, tabî bi alayên dewleta surî ya ereb û bi posterên serokdewletê suriyê, beşar esed..

paşê hevalên sempatîzan xwe aciz dikin dibêjin barzanî çima kantonên me nas nake? *



22.02.2014 17:37 | endazer

9. (bnr: li qamişlo)



22.02.2014 18:02 | endazer

10. di pey xwepêşandana alîgirên esed re li hemberî vê xwepêşandanê ji hêla enksê ve jî xwepêşandaneke girseyî* bi beşdarîya nêzî 200 kesî hate lidarxistin..



22.02.2014 18:24 | azad zagros

11. wek keçeke çeleng û lewend, gelek stran li ser vî bajarî çêbûne û gelek helbest li ser hatine nivisîn. ji bo wê jê ra dibêjin qamişloka Evînê. heyela min î herî mezin li vî bajarî evîndar bibim û li kolanê vî bajarî bi destê evîna xwe bigrim bimeşim...



22.02.2014 22:46 | kurdoyevskî

12. bajarê ku nêviyê wê di destê esed de ye. ew kurdên bi xwînê çiyayekî kurdistanê ji kurdan stendibû û îro bi xwînê ji kurdan diparêzin(!) bila li qamişlo binerin û hîn jî ji mere qala ruhê eşmeyê bikin.

Here lînkê



26.05.2015 23:07 ~23:14 | berxweda

13. bajarekî kurdîstanêye ji zilm û zorê bêpar nemaye. sernivîsa ku jiminre bûye kul û derd gelo di kîjan kategorîyêde bi cîh dibe gelo stran gelo bajar anjî tiştek dîne..



26.05.2015 23:15 ~23:16 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» qamişloka xwînê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî