Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
kuşlar yasına gider - tirşik
kuşlar yasına gider
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Navê pirtûka hasan ali toptaş e.
Min do dest bi xwendinê kir û Hama bêje di eynî rojê de min xelas kir.
Piştî ku min vê romanê xelas kir gêmêşekî di ser dilê min de rûnişt. Bi qewlê rênas jîyan; 'dil de bûn kulmek cîncoq şikestin û man'
Belkî di rûh û bedena her kesî de vê tesîrê rû nede. Lê ez gelek pê êşiyam.
Wek min di beni kör kuyularda de jî gotibû zimanê hasan Ali gelek xweş e. Ez naxwazim zêde li ser zimanê wî bisekinim û heman tiştan dubare bikim.
Ezê pirr zêde qala romanê jî nekim. Bi tenê dikarim pêşniyaz bikim

Di romanê de vebêjer nivîskar e. Qala têkiliya xwe û bavê û digel vê hindê têkiliya malbata xwe dike.
Bi kurtasî bi navê Azîz zilamek heye, bavê nivîskêr e. erka Bavitiya xwe pirr baş pêk neanîya lê nivîskar di vî warî de rexne li bavê xwe nayêne. Bêtir qala serboriya wî dike.
Neyse dirêj nekim min di rûpelên pirtûkê de min bavê xwe dît. Wek ku yekî qala nakokiyên min û bavê min nivîsîbe, yekî bêsiûdiya bavê min kiribe roman û ji min re pêşber kiriye

Edit: di romanê de gelek stranên tirkî hene. Min piştî romanê xwest li stranan bigerim û guhdarî bikim lê yekî xêrxwaz hemî stranên romanê li hev aniye û di vîdeoyekê de Parve kiriye.




03.04.2020 18:42 ~18:47 | ferhenga şikestî

2. yek ji mînakên baş a wêjeya post-moderne ku nîşan dide nivîskarên zîrek dikarin çawan ji karakterên alûde û mijarên rojane romanên xweş derbêxin. di wêjeya klasîk de mijarên balkêş; lehengên ecêb, xwerû tîmsala ehlaqê qenç an jî xirab, jinên pir xweşik, lawên qeşeng hene; navbeyna wan kesan de ferqên mezin pêşçavin, gerguhêzîya lehengan jî nîne. bi piranî nivîskar pesnê qencî, bedewî, dilpakî dikin. victor hugo dibêje; jiyanek wisan bijî hêjayî nivîsînê be, pirtûkek wisan binivîse hêjayî xwendinê be. Ev pend feraseta wêjeya klasîk rave dike. Li gor nivîskarên klasîzmê divê berhemên wan bi heybetbin. lê nivîskarên serdema me ji kuna serê dirêzî çîrokan dertêxin.

hasan ali toptaş jî nûnerê wêjeya post-moderne û jiyana kesên her roj em wan dibînin, bi kiryar û serencamên xwe tiştek balkêş di jiyana wan de xuya nake vediguherîne romanek hêjayî xwendinê. Romana yekemîna nivîskare min xwendî, lê wek şîroveyên li ser wî hatî kirin min jî gelek hij zimanê wî kir. Nivîskar zêde zêde serwextê zimanê xwe ye, çavdêrek jîre, peyvnerme, xweşbêje.



11.04.2020 15:01 ~15:05 | hespêsor

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kuşlar yasına gider

Kategoriyên mijarê:: pirtuk pirtuk pirtuk
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî